Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Ekmen: Êrîşa li ser kurdî girêdayê MHP’ê ye

Alîkarê Serokê Giştî yê DEVA'yê Mehmet Emîn Ekmen bertek nîşanî girtina kesên ku ji ber stranên kurdî û govendgerandinê hatin girtin û jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî, da û got: "Kurdî parçe nake, lê ev feraset wê welêt parçe bike."

Piştî kampanyaya lîncê ya ku ji aliyê hesabên nijadperest ve bi rêya medyaya sanal hat destpêkirin, gelek kesên li ber bi stranên kurdî govend gerandin an hatin binçavkirin an jî hatin girtin. Piştî wê, nivîsên hişyariyê yên bi navê “Pêşî Peya” û “Hêdî” ku Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser rêyan nivîsîbûn hatin jêbirin. Bi fermana Wezareta Karên Navxweyî li Wan, Amed, Mêrdîn û Elîhê ser van nivîsên hişyariyê yên kurdî hat xêzkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen, binçavkirin û girtinên hatine kirin û jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî nirxand. Ekmen anî ziman ku girtina govendgeran û jêbirina nivîsên kurdî ne rast e û bi bîr xist ku binçavkirin û girtina kesên li ber stranên kurdî govend gerandine piştî parvekirinên li ser hin hesabên medyaya sanal dest pê kiriye.

Ekmen anî ziman ku bi rêya hin hesabên medyaya sanal li hemberî kurdan pêleke êrîşan pêk hatiye û wiha got: “Mixabin tu siyaset û têgihîştina burokratîk a ku hêza wan a aqilî li dijî vê pêlê bixebite tune ye. Tevî ku ev koma dubendiyê bi hejmar kêm be jî, dikare bandorê li ser burokrasî û siyasetê bike. Ev rewşek giran e. Piştî van girtinan, li şaredariyên DEM Partiyê yên li herêmê, nivîsên hişyariyê yên bi kurdî yên ku bi jiyana mirovan re têkildar bûn, hatin jêbirin. Pêşî li Wanê pêk hat û wekî helwesteke ferdî xuya kir. Lê me dît ku di bin kontrol û çavdêriya polîsan de mudaxele tên kirin. Bi her awayî ev refleksa li hemberî zimanê kurdî êşbar e û cihê mixabiniyê ye.”

Ekmen anî ziman ku wî li ser hesabê xwe yê medyaya sanal jî bertek nîşan daye û wiha got: “Kurdî parçe nake, lê ev feraset wê welat parçe bike. Dîroka nivîsên li ser erdê hatine nivîsandin, li Amedê xwe disipêre sala 2015’an. Tu qeyûmî hizir nekiriye ku wan ji holê rake. Ev rewş bi xwe jî, nîşana bandora MHP’ê ya di siyaset û burokrasiyê de ye. Di siyaset û burokrasiyê de ev bûyerên bi navê Tifaqa Gel diqewimin, AKP ji hemû îdiayên wê yên damezrîner dûr dixe û wê mehkûmî reflekseke burokratîk a ewleparêz dike. Siyasetmedarên AKP’ê ji bilî çend dengên qels nikarin bi tundî li dijî vê yekê rabin.”

Ekmen anî ziman ku geşedanên navborî di nava gelê kurd de bûye sedema şikestinekê û got ku heta li hemberî vê netehemlkirina kurdî bertek neyên nîşandan dê rewş xirabtir bibe û got: “Peywira dikeve ser milê siyasetê û rêxistinên civaka sivîl û çapemeniyê, bêyî van tiştan wekî tiştekî asayî bibînin bertek nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar