Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Ekolojî: Serhildana jîngehê

Yek ji pirsgirêkên bingehîn ku sîstema şaristanî bûye sedema wê, xirabûna dengeya hestyar (krîtîk) a di têkiliya civak û jîngehê de ye. Xwezaya civakî, her wisa jiyan û pêşketina wê di qonaxa xwe ya dirêj de di hemahengiya xwe ya bi jîngehê re, tim girêdayî dengeya hestyar ma. Di pêşketina ji ber xwe ve de paşevajbûnên ku dengeyê bi awayekî bikok buguherînin nayên dîtin û vê yekê pêdiviyeke pêşketina xwezayî ye jî. Sîstem, di bingeh de, ne bi rêya hevrûxandinê, lê bi rêya hevxwedîkirinê, pêş dikevin. Dema paşevajbûn çêbibin, divê ji alî mantiqê sîteman ve bêne derbaskirin. Şaristanî di vê wateyê de di sîstema xwezaya civakî de weke paşevajbûnekê derdikeve pêşiya me. Her çiqas em jê re dibêjin ‘sîstema şaristanî’, lê ancax nirxeke propagandayî ya vê biwêjê (gotinê) heye. Ji bo xwe têxe şûna sîstema xwezaya civakî ya rasteqîn, hatiye guncandin. Dema ji ya ku sîstem e re, tê gotin ‘barbarî’, koçber û komên marjînal, navê ‘sîstema şaristanî’ şayan (liyaq) hatiye dîtin li şebekeyên ku bi awayekî kurtêlxurî (parazîtî) ji nirxên civakê xwe xwedî dikin. Şer, talan, rûxan, qir, yekdestî, her wisa xerac û bac, ji ku derê ve li wan tê nêrîn, bila were nêrîn, nîşaneyên serekîn ên pêşketina şaristaniyane ne û heq dikin ku weke barbariya rasteqîn bêne nirxandin. Rûxandinên gund û bajaran, bi berdewamî kuştina bi milyonan mirovan û girtina pirraniya raser a civakê bin sîstema mêtinê, ne pêdiviyeke xwezayî ya sîstem a xwezaya civakî ne, lê mirov dikare ancax wan weke paşevajbûna wê binirxîne.

Dîroka şaristanî ya pênc hezar salî di heman demê de dîroka pêşketin û mezinbûna vê paşevajbûnê ye. Felaketên ekolojîk herî zêde di çaxa kapîtalîzmê de, ku tê îdeakirin têde şaristanî pêş ketiye, peqiyane û ew jî delîla vê rastiya paşevajbûnê ye, ku nikare were redkirin. Xwezaya civakî, di pêvajoya jiyanê de ku ev nêzî sê milyon sal in ku her didome, rê li ber felaketên bi vî rengî venekir. Sîstemên civak û jîngehê, hevdu xwedî dikirin. Qeyranên ekolojîk, ku peqiyan di dîroka şaristaniyê de, ku kin e, bi cewhera wê ya rûxanî ya bi armanca karê re pêwendîdar in. Ne tenê kara kapîtalîst, lê danehevên pirole yên nirxan jî yên de hemû pêvajoyên şaristaniyê de, bi rûxana herdu xwezayan re mil bi mil meşiyane. Pîramîd jî danehevek in. Lê, mirov kêm-zêde dikare bisêwire (xeyal bike) bê ka bi bûhaya çi cûre rûxanên civakî pêk hatine. Danehevên bêhejmar ên dirûvî vana, barên pêvek/îlawe li ser jîngehê bi berdewamî siwar kirin. Hilweşîna civakî, bi xwe re hilweşînên jîngehî anî. Pêkhateyên yekdestîperest ên kara bêsînor ên modernîteya kapîtalîst, giraniyên ku civak û dengeya wê ya bi jîngehê re nikaribin rakin, hingî (ewqas)  kom kirin ku di encam de em tê ketin çaxa qeyrana ekolojîk.

Di vê de, rola stratejîk a sanayîgeriyê destnîşankar bûye. Modernîzm û sanayîbûna spartî bi sotemeniyên fosîlan, di vê destnîşankariyê de pêker/faktorên sereke ne. Wekî din, bikaranîna sotemeniyên fosîlan di maşînan de, dikare bi rengekî neyêkser bibe sedema felaketên trafîkan û ew jî bi xwe re rê li ber rûxanên zincîrane vekin. Bi vî awayî felaketên jîngehî vediguherin bo felaketên civakî, ew jî dîsa vediguherin bo felaketên jîngehî û bi vî rengî reaksiyona zincîrane çêdibe. Ji ber vê sedemê şaş e ku ji çaxa kapîtalîzmê re tê gotin çaxa rasyonalîzmê. Çavê danehevê kor e. Bi hemû encamên wê ve li holê ne ku hemû danehev bi dirêjiya dîrokê ne bi rasyonalîteyê, lê berevajî, bi korîtiyê tevgeriyaye. Dibe ku weke analîtîk rasyonel be. Lê, têrbaş zelal bûye ku zekaya analîtîk di hêla hestî de, ku tekane zekaya jîngehê ye, tam zekayeke korîtî û rûxanê ye.

Girêdayî bi vebûnên me yên beriya niha, zêdebûna pirole ya şêniyan û mezinbûna bajaran, ku dema  ku çîna navîn û bajêr bûn nîvenda desthilatiyê bilez bûn, ne diyardeyên wisa ku jîngeh karibe wan ragire. Xwezaya civakê nikare li hemberî van diyardeyan li ber xwe bide. Mezinbûna di nava hev de ya desthilatî û dewletê bi pêvajoya berhevkirina sermaye re, ne qebare (hacîm) û giraniyên wisa ne ku ti dengeyên civak û jîngehê karibin wan ragirin. Qeyranên jîngehî û civakî di nava hev de ne û bûne berdewamî; vê yekê pêwendîdar e bi mezinbûna yekdestîperest a di herdu qadan de. Weke du sîstemên qeyranê, hevdu xwedî dikin. Hemû tespîtên zanistî di vê mijarê de hemraman in ku, eger ev pêçokeyî (helezonî) pêncî salên din jî bidome, wê hilweşîn bigihîje rehendên nedombar û ev tê dîtin. Lê  karaketerê kor û rûxîner ê yekdestiyên sermaye û desthilatiyê vêya nabîne, nabihîse û ev ji ber pêdiviya cewhera wî wisa ye.

Dîroka zanistgeriya jîngehê û tevgera wê, ku weke rêjeyî nû ye, her roja ku diçe, pêş dikeve. Herku di derbarê vê diyardeyê de jî, weka di rastiya jinê de,  zanist  pêş bikeve zanyarî û herku zanyarî pêş bikeve tevger pêş dikeve. Qada herî belave ya tevgerîna civaka sivîl e. Herku diçe sosyalîstên-real û anarşîstan jî ber bi xwe ve dikşîne xwe. Di şûngeha tevgerek wisa de ye ku dijberiya li hemberî sîstemê herî zêde dide hîskirin. Ji ber hemûyê civakê pêwendîdar (eleqedar) dike, tevlîbûn di wê rewşê de ne ku wesfekê ser-netewan û çînan wergirtine. Mirov dikare li vê derê jî şopên serweriya bîrdozî ya lîberalîst bi rengekî kûr bibîne. Lîberalîzm di pirsgirêka ekolojîk de jî, weke di hemû mijarên civakî de, aliyê xwe yê pêwendîdar bi cewhera xwe ya pêkhateyî re vedişêrê û hewl dide teknolojiyê, sotemeniyên fosîlan û civaka mezaxê, weke berpirsyar nîşan bide. Lê di rastî de van hemû diyardeyên duyemînî, berhemên sîstema (bêsîstemiya) modernîteya wê ne. Lewre, pêdiviyeke mezin a tevgera ekolojîk, weke ya tevgera femînîst, bi zelaliya bîrdozî heye. Pêwîst e rêxistin û çalakbaziya xwe, ji kolanên teng ên bajaran bişemitîne (bibe) nava tevahiya civakê, bi taybetî nava civaka çolterî ya gund û çandinî. Ekolojî di bingeh de rêberiya çalakî ya civaka gund û çandinî, ya koçer û koçberan, bêkaran û ya jinan e.

Van rastiyan, ku hîmê modernîteya demokratîk jî pêktînin, bi hemû zelaliya xwe nîşan didin bê ka wê ekolojî rola çiqas girîng di xebatên ji nû ve avakirinê de bilîze.

Tevgerên çandî: Tolhildana kevneşopê ji dewlet-netewê

Tevgerên çandî, bi dirêjiya hemû çaxên şaristaniyê qet kêm nebûn. Sedema ku di heyama postmodernîte de qala wan bi belaveyî tê kirin, pêwendîdar e bi jihevketina sînorên dewlet-netewê re. Wê di cî de be ku mirov tevgerên çandî, bi gotineke din, weke serhildana kevneşopê biwesfîne. Di pêvajoya netew-dewletê ya homojenkirina civak û netew de, bi rêya xwe spartina ser yek etnîsîte, ol, mezheb, yan jî diyardeyeke dîtir a komî, yên zal (hakîm), hewl hat dayîn ku bi hejmareke zêde kevneşop û çand, yan bi rêya nijadkujiyê, yan jî bi rêbaza asîmîlasyonê, werin tunekirin. Bi hezaran ziman, zarava, qebîle, eşîret û qewm, tevlî çandên xwe ve, hatin anîn ber şêmûga tunebûnê. Gelek ol, mezheb û terîqat hatin qedexekirin; her wisa folklor û kevneşopên wan hatin bişaftin/asîmîlekirin; yên nakarîn bişaftin/asîmîlekirin, hatin neçarkirin ku koçber bibin; her wisa hatin marjînalîzekirin û yekparetiyên wan hatin perçekirin. Ev pêvajo, nêzî du sed salan bi hemû hêza xwe dewam kir, ku tê wateya qurbanbûyîna tevahiya çand, kevneşop û hebûnên dîrokî ji netewperestiya ‘tek ziman, tek al, tek netew, tek welat, tek dewlet, tek marş û tek çand’ re, ku wateyeke wê ya cidî ya civaka-dîrokî tine ye û di tehlîla dawî de tê bikaranîn weke rûbera kûrbûna yekdestiyên bazirganî, sanayî û malî yên modernîte weke yekdestiyên desthilatî û dewlet-netew. Ev pêvajo, ku belkî jî heyama şerê herî demdirêj û herî tund ê dîrokê ye, rûxana xwe ya herî mezin li ser çand û kevneşopên bi hezaran salî nîşan da. Hêrsa karê  ya yekdestîperestiyên ku bi awayê mezintirîn xwe birêxistin kirine, dilê xwe bi ti kevneşop û çandên pîroz neşewitand.

Dema hin tevgerên bêsîstem, ku ji wan re tê gotin postmodernîte, ‘zirxê dewlet-netewê’ kun kirin yan jî ‘qefesa wê ya jî hesin’ perçe kirin, çand û kevneşopên li ber vê şêmûga tunebûnê ku bi pirranî hatibûn mehkûmkirin bo jiyaneke di asta marjînal de, ji nû ve çîçek girtin û dest bi pirrbûnê kirin, weke vebûna çîçekên piştî barana ku li çolê bibare. Di vê de bandoreke girîng a hilweşîna sosyalîzma pêkhatî jî çêbû. Û tevgera ciwantî ya 1968, bû fitîla ku agir berda bi vê pêşketinê. Wekî din meyl û qonaxên nedewlet-netewbûyî jî yên tevahiya tevgerên rizgariya netewî, di vê de çêbûye. Ji xwe kevneşop û çand bi xwe, tên wateya berxwedanê. Yan wê tune bibin,  yan jî wê bijîn; [ji ber ku] nizanîn radest bibin. Taybetmendiyeke wan a wisa heye. Weke pêdiviya cewhera wan e ku, dema keysa wan lê bê, berxwedanên hîn mezintir pêş bixin. Ev e ew rastiya ku faşîzma dewlet-netew nikare wê bihesibîne. Tepisandin û heta bişaftin/asîmîlekirina wan, nayê wateya qedîna wan. Berxwedana çandan, mînaka çîçekên ku zinar/tehtan kun dikin û hebûna xwe îspat dikin, tîne bîra mirovan. Delîla vê rastiyê ew e ku wan betonên modernîte yên hatine avêtin ser wan, perçe dikin û dîsa derdikevin rûyê erdê. Eger em bi kurtasî rêz bikin van tevgerên ku em dikarin wan veqetînin bo komên cûrbecûr;

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar