Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ekrem Îmamoglû bi serket

Di hilbijartinê Stenbolê de namzedê CHP’ê Ekrem Îmamoglû li gorî encama ji sindoqan derketiye bi serket. Li gorî encamên nefermî yên hilbijartina Stenbolê ji 39 navçeyan li 11 navçeyan Bînalî Yildirim li pêş e û li 28 navçeyan jî Ekrem Îmamoglu hat destekkirin û derket pêş

Li Stenbolê piştînamzetê CHP-Îyî Partiyê Ekrem Îmamoglu bi ser ket, li ser îtîraza AKP-MHP’ê; Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê betal kir. YSK’ê hilbijartin taloqî 23’yêhezîranê (Îro) kir.  Piştî xebatên 3 mehan îro dubare hilbijartina Stenbolê pêk hat û hilbijêr ji bo serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê hilbijêrin, ji saetê sibê ve çûn ser sindoqan. Dengdayîn ji saet 08.00’an dest pê kir û êvarê saet di 17.00’an de jî bi dawî bû. Li gorî encama nefermî di hilbijartinê Stenbolê de namzedê CHP’ê Ekrem Îmamoglû bi rêjeyek bilinda a dengan bi ser ket. Li gor encamê Îmamoglu ji sedî 54.21, namzedê AKP/MHP’ê Bînalî Yildirim jî ji sedî 44.94 deng girt.

Îmamoglu li 28 navçeyan bû yekemîn

Li gorî encamên hilbijartina Stenbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin ji sedî 99,4 sindoq vebûn. Li gorî van sindoqan namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglû ji sedî 54 deng wergirt û namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim jî ji sedî 45 deng wergirt.

Di hilbijartina 31’ê adarê de ku hat betalkirin AKP ji 39 navçeyên Stenbolê li 23 navçeyan bûbû yekemîn. CHP jî 15 navçe bi dest xistibûn. MHP jî li navçeyek bûbû yekemîn. Di vê hilbijartina hat nûkirin de AKP tenê li 11 navçeyan bû yekemîn û vê carê namzetê CHP’ê Îmamoglû jî li 28 navçeyan bû yekemîn û bi piraniya dengan wergirt.

Navçeyên ku AKP’ê destek kirin wiha ne: Arnavutkoy, Bagcilar, Başakşehîr, Esenler, Gazîosmanpaşa, Gungoren, Kagithane, Pendîk, Sultanbeylî, Sultangazî û Umraniye.

Di hilbijartinê heta îro de li navçeyên Fatîh, Bahçelîevler, Bayrampaşa, Çekmekoy, Eyup û Uskudar ku AKP dibû yekemîn û piraniya dengan werdigirt winda kir. Îmamoglu li van navçeyan bi piraniya dengan wergirt û hilbêjaran wî hilbijart.

Lê hêjayî bibîr xistinê ye ku li navçeyên AKP bûye yekemîn jî li gorî rêjeya hilbijartina 31’ê adarê rêjeya wê gelek kêm kiriye. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar