Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Çarşamba - 9 Ekim 2024

Eksîk: Em li hemberî tecrîdê bêdeng namînin

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîb Eksîk got, nabe ku ew li hemberî sîstema tecrîdê bêdeng bin

Parlamenterê Îdirê yê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Habîp Eksîk têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Nobeda Edaletê ya li ber Wezareta Edaletê axivî.

Habîb Eksîk der anî ziman ku desthilatdarî destûra bingehîn a heyî û hiqûqa navneteweyî binpê dike, bi vî rengî tecrîdê li Îmraliyê ferz dike û e tişt anî ziman: “CPT jî sîstema tecrîdê ji nedîtî ve tê. CPT li şûna ku pêşî li îşkenceyê bigire bûye saziyeke şopandinê. Yên ku dixwazin ev sîstem dewam bike ew hêz in ku komploya 9’ê cotmehê pêk anîn. Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê datînin pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên aştiyane. Birêz Ocalan yek ji aktorên bingehîn ên çareseriya pirsgirêka kurd e. Lewma tecrîdkirina Abdullah Ocalan astengiya herî mezin e li pêşiya aştiyeke bi rûmet û jiyaneke hevpar a wekhev.”

‘Divê hevdîtin pêk bê’

Eksîn destnîşan kir ku pirsgirêkên gelan ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi hevdîtina bi muxataban çareser dibin û wiha got: “Di dema diyalogê de desthilatdariyê li Îmraliyê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kir. Hingî bêhn hate ber herêmê, xwîn nerijiya, her kesî dît ku jiyan ji her alî ve baş dibe. Ji ber vê yekê divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin. Her wiha divê ‘mafê hêviyê’ jê re bê naskirin ku mafekî destûrî û hiqûqa navneteweyî ye û bi rengekî fîzîkî azad bibe.”

‘Li Îmrali îşkence tê kirin’

Parlamenterê HDP’ê Eksîk ragihand ku armanca bingehîn a çalakiya wan a li ber Wezareta Edaletê ew e ku balê bikişînin ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê, mafên Abdullah Ocalan radestî wî bêne kirin û got, “Wekîlên ku îradeya gel temsîl dikin, bêguman ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û dawîanîna li vê kiryara li dijî hiqûqê, divê bang li Wezareta Edaletê bikin ku wezîfeya xwe pêk bîne. Nêzî 22 meh in agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din nayê wergirtin, ev yek rewşeke metirsîdar e. Ev desthilatdarî li pêş çavên tevahiya cîhanê li Îmraliyê bi sîstema tecrîdê îşkenceyê dike. Bêguman divê kes ne li bendê be ku em li hemberî vê sîstema tecrîdê ya li dijî hiqûqê û mafên mirovan bêdeng bin. Pêwîste sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê tavilê bi dawî bibe û di serî de mafên Abdullah Ocalan mafên desteserkirî yên girtiyan hemûyan bêne radestkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar