Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

El Ebid: Hewldanên Astana Soçî û Cinêvê têk çûn tenê beyananmeya me dikare çareserî bîne

Hemdan El Ebid bal kişand ser neçareseriya aloziyên Sûriyeyê û got: “Hewldanên çareseriya siyasî yên li Astana û beriya wê li Cinêvê û Soçiyê jî têk çûn. Her wiha diyar kir ku ev beyannameya Rêveberiya Xweser bingeha çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.”

????????????????????????????????????

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid geşedanên li herêmê, hewldanên nêzîkbûna dewletên ereban bi hikûmeta Şamê re û hewldanên normalîzekirina têkiliyan bi dewleta tirk a dagirker re, ji ANHA’yê re nixandin.

Hemdan El Ebid diyar kir ku tevahî hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyeyê li derveyî xaka wê têk çûne û got:  “Aloziya Sûriyeyê mijareke navxweyî ye, lê ji çarçoveya xaka Sûriyeyê derketiye û bûye mijareke navneteweyî. Hewldanên çareseriya siyasî yên li Astana û beriya wê li Cinêvê û Soçiyê jî têk çûn.”

El Ebid destnîşan kir ku her gaveke ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pîroz dikin û wiha dom da axaftina xwe: “Lê heke armanc qezenckirina berjewendiyan be û êş û azarên gelê Sûriyeyê derbas neke, ev ji alozî û rewşa mirovî re nabe çareserî. Em dibînin ku dive çareserî li hundir be, ne li derve be. Her wiha hewldan ji aliyên derve ve jî heke Komkara Erebî be yan jî Neteweyên Yekbûyî (NY) be û li gorî  biryara 2254’an be, em piştgiriyê didinê.”

El Ebid bal kişand ser beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser jî û got: “Rêveberiya Xweser beyannameyeke gelekî binirx pêşkeş kiriye. Ev beyanname planeke ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Di vê beyannameyê de behsa hemû aliyan û aloziya Sûriyeyê dike, ji ber ku alozî mijareke navxweyî ye. Rêveberiya Xweser dizane pêwîstiya Sûriyeyê bi çi heye. Behsa vegera koçberan, yekitiya xaka Sûriyeyê, parvekirina berhemên binerd, serbestberdana girtiyan dike. Her wiha banga diyalogên sûriyeyî li ser xaka Sûriyeyê dike.”

‘Erdogan normalîzekirinê ji bo di hilbijartinan de serbikeve bikartîne’

Hemdan El Ebid li ser hewldanên normalîzekirina têkiliyan bi dewleta tirk a qirker re wiha axivî: “Divê hewldanên normalîzekirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re li ser bingehên durist û pîvanên cîrantiyê bin. Dewleta tirk a dairker destwerdanê li kar û barên dewleta Sûriyeyê kir, beşin ji xaka wê dagir kirin, divê ji tevahî herêmên dagirkirî derkeve û li Sûriyeyê vegerîne dive tevahî çete û terorîstan ji Sûriyeyê derxîne û jêdera terorê tune bike û piştevaniya bi terorê re rawestîne. Ji ber destekdayîna dewleta tirk a bi komên çete re ziyanên madî û manewî, li ser asta milkên taybet û giştî, koçberkirina bi hezaran gihaştin sûriyayan. Dewleta tirk a qirker û çeteyên wê demografiyaya herêmên dagirkirî guhertin, milkên gel talan kirin û welatiyên sivîl koçber kirin, êrîşên xwe didomîne, her wiha ava Firatê û ya stasyona Elok qut kirine. Ev hemû dikevin çarçoveya sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê. Ji ber van sûcan dive hesab ji dewleta tirk a bêexlaq bê pirsîn. Normalîzekirina têkiliyên Tirkiye û hikûmeta Şamê ji bo Tirkiyeyê sûd e, ji ber ku nêzîkî hilbijartinan bûye. AKP dixwaze vê normalîzekirinê wekî propaganda ji bo serkeftina Erdogan di hilbijartinan de bi kar bîne.”

‘Armanca beyannameya me çareseriya aloziyên sûriyeyan e’

Têkildarî hewldanên navneteweyî yên têkildarî Sûriyeyê Hemdan El Ebid got: “Em her gavekê ku hemû aliyên sûriyayî jê razî bin, pîroz dikin. Divê li şûna berjewendiyan lihevkirineke hebe û ev lihevkirin divê li ser bingehê pîvanên durist bin. Divê tevahî hêzên dagirker ji herêmên dagirkirî werin derxistin. Divê destûreke sûriyayî were avakirin ku pirrengî, nenavendî, demokrasiyê esas were girtin, divê tevahî di erk û mafan de wekî hev bin, nabe neteweyek an jî pêkhateyek an jî ol an jî partiyek were dûrxistin, bi silavkirina du serokan li hev aloziya Sûriyeyê çareser nabe. Divê çareserî li hundir be.”

El Ebid îşaret pê kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser piştgiriyê dide biryara navneteweyî ya 2254 û wiha pê de çû: “Me bang li hêzên demokrat, hikûmeta Şamê, Komkara Ereban, Neteweyên Yekbûyî û hêzên aktîf ên di dosyaya Sûriyeyê de kirin da ku zextê li tevahî aliyan bikin ji bo li ser maseya diyalogan rûnên, ji ber ku nabe herêmek ji diyalogan were dûrxistin. Heke tevahî alî li hev kom nebin wê tu çareseriyeke sûriyayî tune be.”

Hemdan El Ebid xîrabî Komkara Erebî jî kir û got: “Em teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê dikin. Bêyî yekitiya Sûriyeyê çareserî tune ne. Lê divê çareserî li ser esasê destûreke sûriyayî be ku pêwîstiyan tevan bi cih bîne. Em bi hêvî ne ku insiyatîfa Komkara Ereban êşa gelê Sûriyeyê bibîne û wê ji vê aloziyê xilas bike.”

El Ebid destnîşan kir ku hêzên demokrat, Koalîsyona Navneteweyî, NY û Komkara Erebî beyannameya Rêveberiya Xweser baş nirxandin û got: “Lê hin aliyên opozîsyonê li berjewendiyên xwe digerin. Yên ku çareseriyê bixwazin wê vê beynnameyê pîroz bikin û yên ku dixwazin temanê aloziyê dirêjtir bibe wê li dijî wê derkevin.”

‘Heger beyannameyek ji ya me çêtir hebe em amadene li ser nîqaş bikin’

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser diyar kir ku Rêveberiya Xweser di nava xebatê de ye a ku beyannameyê ji aliyên demokrat, yên nîştimanî yên ku bi çareseriyê bawer in, her wiha ji Komkara Ereban, Koalîsyona Navneteweyî, Neteweyên Yekûbyî û tevahî aliyên çalakî yên têkildarî kar û barên Sûriyeyê re şîrove bike û got: “Em bang li aliyên ku vê beyannameyê red dikin, dikin, heke beyannameyeke baştir li cem we hebin kerem bikin werin pêşkeş bikin da ku em ê bi hev re li ser maseya diyalogan nîqaş bikin. Em zimanê diyalogan û zimanê nîştimanî yê dûrî berjewendiyên siyasî, herêmî û neteweyî bi kar tînin. Em bi çareseriyeke sûriyayî ya li ser xaka Sûriyeyê bawer in ku hemû aliyên sûriyayî bêyî cudabûn li ser wê li hev bikin.”

El Ebid anî ziman ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê divê nexşerêyeke rast were danîn ku hemû alî li ser wê li hev bikin û bal kişand ser parçebûna Sûriyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke yekitiya Sûriyeyê pêk neyê, hingî çareserî tune ye. Heke Sûriye bi vê rewşa xwe ya heyî vegere Komkara Erebî hingî nûnertiya tevahî herêmên Sûriyeyê nake. Divê çareseriyeke giştî hebe da ku Sûriye vegere Komkara Erebî û civata navneteweyî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar