Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

El Yûsif: Dewleta dagirker çekên jehrî li dijî Minbicê bi kar anî

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Elî El Yusif tîne ziman ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, li dijî hêzên me û xelkê herêmê çekên jehrî jî di nav de, tevahî cureyên çekan bi kar anîn.

Çete û artêşa dewleta tirk a dagirker ji 1`ê îlonê ve bi awayekî hovane êrîş gundên bakur û rojavayê Minbicê dikin û qadên sivîlan dikin hedef. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê berisva wan êrîşan didin û heta niha tevahî êrîş hatine têkbirin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Elî El Yusif ji ajansa ANHA re diaxive û dide zanîn ku dewleta tirk a dagirker dem demê gundên navçeya Erîme ya rojhilatê Babê topbaran dike û qadên sivîlan dikin hedef.

Elî El Yûsif tîne ziman ku dewleta tirk a dagirker ji hedefgirtina sivîlan armanc dike vîna hêzên meclisê bişkîne û wiha dibêje: ′′Dagirker nikarin li hember hêzên me yên fedaî xwe ragirin.”

El Yusif destnîşan dike ku dewleta tirk a dagirker ji 7 salan ve êrîş dike û di encamê de windahî û zirarên mezin li milkên sivîlan bûne.

El Yusif di dewama axaftina xwe wiha didomîne: “Çeteyên dewleta tirk a dagirker herêmê topbaran û bombebaran dikin. Tevahî çekên sivik û balafirên bê mirov bi kar tîne. Vê dawiyê bi bombeyên ku dûmana spî derdixe  gundê Til Torîn ê nêzî eniyên şer topbaran kir. Li gor agahiyên li ber destê me, ew çek ên jehrî ne.”

El Yusif aşkere dike ku dewleta tirk a dagirker hêzên xwe li seranserî eniyên şer ên di navbera herêmên dagirkirî û yên rizgarkirî yên bakur û rojavayê Minbic û Babê de bi cih kirine û wiha pê de çû: “Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cehbet El Nusra), li seranserî eniyên şer û gundên ku şêniyên wê bi zorê hatine derxistin, bi cih bûne û herêm kirine qadeke leşkerî.”

El Yusif îdiayên çeteyan ku ′Ciwanên êlan di nav hêzên wan de hene′ derewandin  û bi domdarî got: “Îdia dikin ku artêş ciwanên êlan e. Lê dema hêzên me bersiva êrîşan dan, derket holê ku ew komên êrîşkar Cebhet El Nusra ne.”

Elî El Yusif balê dikişîne ser hevgirtina xelkê herêmê û hêzên leşkerî  jî û dibêje: “Em xelkê vê herêmê ne, ji ber wê jî şênî piştgiriya me dikin. Li ser vê bingehê em soz didin ku dê bersiva tevahî êrîşan bidin û rêya şehîdan berdewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar