Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Êlek Zer û berpirsyariya entellektuelan

Li Fransayê û helbet li temamiya Ewropayê tevgera Êlek Zeran bi baldarî tê şopandin. Der barê wan de ji rojnameyên xwedî tîrajên bilind heta bi televîzyonan gelek nirxandin û şîrove tên belavkirin. Hin derdor wan di nav kevaneka pujadîzmê de dixwazin analîz bikin, hin derdor jî wan û tevgera Gulana 68’an muqayese dikin, didin ber hev. Heta hinek ji wan niha hinek Êlek Zeran û Mouvement 5 Stelle – Hereketa 5 Stêrkan- ya îtalî (M5S) berawird dikin.

Polîtologên giregir heta entellektuelên bi nav û deng ên cîhanê jî hêdî hêdî berê xwe didin ser Êlek Zeran. Hin ji wan bi gotina Foucault ‘arkeolojiya zanînê’ dikin. Bi argumanên berê dixwazin fêm bikin. Heta wekî ku min li jorê jî got hin entellektuel wan di nav qalibên teng ên pujadîzmê ango arezûya burjûwayên biçûk, bi cih dikin. Helbet aliyên ku ev derdor mafdar in wê hebin lê dîsa jî ev daneyên arkeolojiya fikrî ne. Der barê dahatûyê de ev formul û denklem bi îhtîmaleke mezin wê li hev dernekevin.

Bi hin aliyên xwe ev tevger dişibe Tevgera 5 Sterkan a îtalî. Ew jî dema di sala 2009’an de derketin ser dikê bi argumanên ku îro Êlek Zer bi lêv dikin xwe heyî kirin. Heta wisa ku di hilbijartinên Îtalyayê de her ku çû dengên xwe jî zêde kirin û îro roj yek ji partiya herî xurt a Îtalyayê ye. Her stêrkeke vê hereketê îşaret bi daxwazeke wan dike. Dema ku ew jî derketin dîsa polîtologan ew biçûk dîtin. Hin wan bi rastgiriyê hin wan bi çepgiriyê demxe kirin. Lê îro weke fenomenek û rastiyeke reel di siyaseta Ewropayê de xwedî gotin in.

Lê divê ku mirov nekeve kemîna teorîsyenên nekarîne pêsira xwe ji ‘ultralîberalîzmê’ xelas nekirine. Êlek Zer ne M5S’a îtalî ne. Ev fenomen û realîteyeke din e. Tevgereke jixweber a gel e. Dibe ku ji ber vê yekê teoriyên îdeologên vî zemanî xera dikin. Ji ber wê jî yên weke Slavoj Žižekê sloven jî di nav de wan kêm dibînin. Lê divê neyê jibîrkirin ku tu tevgerek bi bername û pratîka xwe mukemmel nîn e. Jixwe arezûya mukemmeliyê mirovahiyê bir li kapîtalîzmê asê kir.

Tevgerên Gel ên Jixweber xwedî karaktereke hevpar in; li dijî pergala heyî ne. Ji ber wê jî lazim e di serî de yên weke  Žižek nemaze jî entellektuelên çepgir û sosyalîst li kêleka wan cihê xwe bigirin. Heta ji wan were lazim e tevgerên bi vî rengî mezin bikin. Heta bêyî ku li karîzmaya xwe bifikirin ew jî êlekeke zer li xwe bikin. Berpirsyariya entellektueliyê vê yekê li ser wan jî ferz dike. Pergal bi hêza xwe ya zorê û bi qanûnan li pêşiya Êlek Zeran barîkatan çêdike. Di demeke ku pergal ketiye rewşa parastinê dem tam dema tearûzê ye. Ji ber wê lazim e, îdeolog û teorîsyen jî ji der masê rabin û tev li vê earûzê bibin.

Di van çalakiyan de ku wê vê heftiyê jî roja şemiyê dîsa pêk werin, careke din em dibin şahid ku rastiya ku jê re ‘civak’ tê gotin pir li pêşiya teorî û denkleman e. Em şahidî li rastiyeke wisa dikin û em jî di nav wê rastiyê de ne. Madem dinya bûye gundekî biçûk pirgirêka taxa jorîn taxa jêrîn jî eleqeder dike. Helbet berevajiyê vê pirsgirêkeke li taxa jêrîn bandorê li taxa jorîn jî dike.

Nûçeyên Têkildar