Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Êlek Zeran berxwedêrê greva birçîbûnê ziyaret kir

Komeke ji çalakvanên Êlek Zeran li Parîsê çalakvanê di greva birçîbûnê de H. Ozkan Ozdemîr ziyaret kir. Êlek Zeran êlekekî ku nivîsa ‘Nabe ku berxwedan ji sibê re bê hiştin. Berxwedan a niha’ diyarî Ozdemîr kir

Piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, didomin. Di vê çarçoveyê de komeke ji çalakvanên Êlek Zeran serdana çalakvanan kir û peyama piştgiriyê dan.

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan welatiyê bi navê Mele Mûstafa Tûzak 99 roj in, Şiyar Xelîl 86 roj in, Omer Bagdûr û Cemal Kobanî jî 83 roj in li Berlîn a Almanyayê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Gelek kesan li Komeleya Kurd a li Berlînê çalakvan ziyaret kirin. Di serdanê de girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê hate vegotin û êrîşên dewleta tirk hat bibîrxistin.

‘Divê gel bêhtir bikeve nava tevgerê’

Hevserokê Meclisa Gel a Berlînê Erhan Firat jî di serdanê de bêdengiya dewlet û saziyên ewropî şermezar kir û got ku divê gelê kurd li dijî vê bêdengiyê xurttir rabe ser pêya. Di serdanê de ji çalakvanan Omer Bagdûr diyar kir ku bertekên heta niha têrê nakin û divê gelê kurd bêhtir bikeve nava liv û tevgerê. Ji çalakvanan Mûstafa Tûzak jî bi lêv kir ku divê her kes êşa wan parve bike û dawî li bêdengiya xwe bîne. Tûzak êrîşa dewleta tirk a li dijî dayikan bi bîr xist û da zanîn ku bedel çi dibe bila bibe dê li ber xwe bidin.

Nivîsa bi wate diyarî kir

Di heman demê de endamê AvEG-Konê H. Ozkan Ozdemîr jî li paytexta Fransayê Parîsê ji bo rakirina tecrîdê ev 21 roj in di greva birçîbûnê de ye. Komeke ji Êlek Zeran ji Orleanê serdana Ozdemîr kir. Koma Êlek Zeran, êlekî ku gotina; ‘Nabe ku berxwedan ji sibe re bê hiştin. Berxwedan a niha’ ya Lucie Aubac a weke sembola berxwedana sala 1940’an li dijî Naziyan dihat zanîn diyarî Ozdemîr kir.

‘Ji bilî berxwedanê tu rêyên din nînin’

H. Ozkan Ozdemîr duh jî li taxa Drancy a Parîsê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tev li panelekê bûbû. Ozdemîr di panelê de êrîşa polîsan a li dijî dayikên li Gebzeyê bi bîr xist û got ku ji bilî berxwedanê tu rêyeke din nîne. BERLÎN-PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar