Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Elenî Vasilopoulou: Ger Ocalan azad bibe wê li cîhanê şoreşeke mezin çêbibe

Wênesaz Elenî Vasilopoulou diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên cihanê şansek mezin e û wiha got: “Ger Ocalan azad bibe wê li cîhanê şoreşeke mezin çêbibe. Ev ji bo mirovahiyê wê bibe pêşketina herî mezin. Gelên cihanê deyndarê azadiya Ocalan e.”

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Kurd a Atînayê li Cemiyeta Rojnamegeran panelek li dar xist. Akademîsyen Ariadni Antonaki ku moderatoriya panelê kir, diyar kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan nîqaş bikin hatin gel hev û bal kişand ser tecrîdê û agahî negirtina ji girava Îmraliyê û got, “Abdullah Ocalan rêberê gel e û 35  meh in agahî jê nayê girtin. Tecrîda li ser Rêberê gelên cîhanê Abdullah Ocalan bûye pirsgirêkek navneteweyî.”

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku Yewnanistan yek ji navendên girîng ên komploya navneteweyî ye. Çîçek anî ziman ku helwesta Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bi têkoşîna hevpar a gelan re komplo pûç bû û wiha axivî: “Îmralî navenda berxwedanê ye. Li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê navenda têkoşîna gelên cîhanê ye. Ger em di têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê de bi ser nekevin, ne tenê gelê Kurd, hemû komên têkoşînê yên di bin şert û mercên kapîtalîzma sedsala 21’an de wê têk biçin. Ger polîtîkayên tecrîdê bi ser bikevin, di sedsala 21’an de têkoşîna sosyalîzm û şoreşê wê birînên mezin veke. Dema ku ji vî alî ve were nirxandin, tecrîda îro ya Îmraliyê êdî ne kuna reş a hiqûqê ye, tê xwestin ku bibe çala reş a siyasetê. Çawa ku pêvajoya azadiya Mandela hat birêxistinkirin, pêwîste em jî weke gelên cîhanê pêvajoya azadiya Birêz Ocalan bi rêxistin bikin. Em dikarin birêz Ocalan ji vê pergala îşkenceyê rizgar bikin.”

Nûnerê PYD’ê Dr.  Îbrahîm Muslim diyar kir ku têkoşîna ku Abdullah Ocalan ji bo kurdan daye destpêkirin îro ji bo gelên cîhanê veguheriye têkoşînê û got, “Paradîgmaya Birêz Ocalan îro ji aliyê gelên cîhanê ve hatiye qebûlkirin. Em wek doktor û wek nûnerê PYD’ê bi paradîgmaya ku diyarî me kiriye deyndarê birêz Ocalan in. Wek Kurdekî Konfederalîzma Demokratîk ji bo me bûye ronahî. Ev paradîgma ji bo cîhanê diyariya herî mezin e. Ev şoreş roj bi roj mezin dibe. Tecrîda Îmraliyê nekarî pêşî li vê bigire. Lê îro divê azadiya Birêz Ocalan bê misogerkirin, ji ber ku azadiya wî azadiya gelan e. Ger Birêz Ocalan azad bibe wê azadiya Kurd, Yewnanan û gelên cîhanê misoger bibe.Ji ber vê yekê divê em azadiya Birêz Ocalan misoger bikin. Divê gel jî ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.”

Wênesaz Elenî Vasilopoulou Abdullah Ocalan ê ku di dema komploya navneteweyî de bû mêvanê wan, bi van gotinan nirxand: “Pir zehmet e ku ez îfade bikim, dema hat mala me, mîna dinyayekê bû, mîna stêrkek ketibû mala me. Dema ku ji me re gotin Rêberê Gelê Kurd li benda we ye ku hûn derî vekin, ez û dayika xwe matmayî man. Dema dayika min bihîst ku Ocalan wê bê nekarî tiştekî bibêje. Me yekser derî vekir û Rozerîn li kêleka wî bû. Piştî saetekê du kesên din hatin. Birêz Ocalan şoreşgerekî mezin bû û em difikirîn ku tiştekî bikin. Ji ber ku bû mêvanê me, em xwe mirovên herî bextewar ên li cîhanê dibînin.”

Elenî Vasilopoulo anî ziman ku Abdullah Ocalan di komploya navneteweyî de li hemberî hêzên cîhanî bi ser ket û got, “Di komployê de Ocalan bi ser ket. Di warê siyasî û siyasî de serkeftineke mezin bi dest xist. Bi helwesta xwe ev yek bi dest xist. Hikûmeta Yewnanistanê ya wê demê di şexsê Ocalan de îxaneteke mezin li gelê kurd kir. Lê paradîgmaya Ocalan ji bo cihanê şansê herî mezin. Divê em qîmeta wî zanibin. Ger Ocalan azad bibe wê li cîhanê şoreşeke mezin çêbibe. Ev ji bo mirovahiyê wê bibe pêşketina herî mezin. Gelên cîhanê deyndarê azadiya Ocalane.”

Parlamentera Syrzayê Mîna Kasimakî ya ku beşdarî panelê bû bertek nîşanî kûrkirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a gelan. Kasimakî diyar kir ku di gera xwe ya ji Stenbolê ya Atînayê de ji Girava Îmraliyê derbas bûye û wiha got: “Dema min Girava Îmraliyê dît dilê min li ber xwe neda. Li dijî polîtîkayên tecrîdê yên Tirkiyeyê pêwîst e bi hev re têbikoşin. Pirsgirêka gel nîne, pirsgirêka Tirkiyeyê heye. Pêwîste gel li dijî vê pirsgirêkê têbikoşin û çareser bikin. Tenê bi vî rengî dikare tecrîd bê şikandin.”

Panel bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar