Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

‘Eleqeya îşkenceya li girtîgehan bi tecrîdê re heye’

Hevserokê Şaxa TUHAYDER a Wanê Çetîn Uyar bertek nîşanî îşkencekirina girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê da û wiha got: “Zexta li girtîgehan, eleqeya wê bi tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan tê meşandin re heye. 

Desthilata AKP-MHP’ê di zext û zordariya li ser girtiyan de sînoran nas nake. Çend roj berê îşkence girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên girtin hatibû kirin. Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) ya Wanê têkildarî îşkencekirina girtiyên siyasî û îşkenceya bi girêka beraz li avahiya komeleyê daxuyanî da.

Hevserokê TUHAYDER’ê Çetîn Uyar diyar kir ku îktîdara Tirkiyeyê li girtîgehan bêhiqûqiyê esas digire û destîşan kir ku îktîdara ku xwedî li mîrateya faşîzma 12’ê Îlonê û îşkencekar Esat Oktayan derdikeve, hewl dide li ser girtîgehan teşeyê bide civakê û wiha axivî: “Di serdema AKP’ê de di qada demokrasî, mafên mirovan û azadiyan de binpêkirinên giran hatin jiyîn. Îktîdara ku hemû qadên civakî bi rêya tecrîd, zext, îşkence û polîtîkayên tirsandinê bisînor dike, bi sepanên keyfî yên derhiqûqî û derqanûnî re sedema sereke ya krîzên civakî ye. Yek ji qadên herî zêde ev derhiqûqtiye lê tên kirin jî girtîgeh in. Tevî hewldanên malbatan û yên hiqûqî û raporên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî girtiyên nexweş nayên berdan û li girtîgehan tên qetilkirin.”

Uyar bi bîr xist ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê 4 saetan îşkence li Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku berpirsyarên fiîlî yên vê sepana faşîst tên darizandin dê îktîdara AKP-MHP’ê weke berpirsyar bên dîtin. Di dema vê îşkenceya sîstematîk de heqaretên ku rûmeta mirovan binpê dikin hatine kirin û piştre jî girtî 4 saetan bi girêka beraz û li erdê hatine hiştin. Dema ev îşkence hatin kirin jî midûrên 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn ên girtîgehê jî li wir bûn. Îşkencekaran, bi pora girtiyên jin girtin, kaş kirin û wisa li rîngê siwar kirin, li nexweşxaneyê muayeneyeke ser re hate kirin û piştre anîn. Ev yek nîşan dide ku ev binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, di çarçoveya konseptekê de tên kirin.”

Girtî rûmeta civakê ne

Uyar bi lêv kir ku îşkence roj bi roj li girtîgehan zêde dibe û wiha domand: “Eleqeya îşkenceyê bi tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan tê meşandin re heye. Birêz Ocalan 25 sal in di şert û mercên giran ên tecrîd û îzolasyonê de tê ragirtin, nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û hemû mafên wî yên ragihandinê tên astengkirin. Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê bi kûrkirina tecrîd û şer re li pêşiya avakirina aştiya civakî astengiya herî mezin e. Tekane rêya aştî, aramî, demokrasî û azadiyan, bidawîkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Îşkenceya li ser girtiyan nayê qebûlkirin. Di serî de Îmrali, divê pergala îşkence û qirkirinê ya li hemû girtîgehan bi dawî bibe. Banga me ji bo hemû parastvanên mafên mirovan, rêxistinên girseyî yên demokratîk ew e ku li dijî tecrîd, zext û îşkenceyên li girtîgehan dengê xwe derxînin. Ev êrîşên li dijî girtiyên siyasî, êrîşên li dijî tevahiya civakê ne. Hemû girtiyên siyasî yên ji ber ramanê azad û fikrên xwe jiyana wan hatiye bisînorkirin lê teslîm nebûne rûmeta civakê ne.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar