Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Eleqeya ji bo pirtûkan kêm bûye

Weşanxaneyên beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Çûkûrovayê bûn, destnîşan kirin ku ji ber bihabûna kirêya standan û ji ber krîza aborî ku bandor li hejmara xwîneran kiriye, pêşangeha îsal baş derbas nebûye

Dê îro Pêşangeha Pirtûkan a 12’emîn a Çûkûrovayê bi dawî dibe. Lê belê îsal eleqeya ji bo pêşangehê kêm bû. Weşanxaneyan bi lêv kir ku ev yek ji ber krîza aborî ye.

Ji Weşanxaneya Avayê Ronî War ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku li gorî salên berê hejmara xwîneran kêm bûye. War, destnîşan kir ku sedemek vê jî krîza aborî ye ku bandor li xwîneran kiriye. Her wiha War, da zanîn ku îsal kirêya standan jî zêde bûye. War, anî ziman ku li gorî salên borî îsal eleqeya ji bo pêşangehê kêm bûye.

Her wiha edîtorê Weşanxaneya Aramê Ûlaş Guldîken jî destnîşan kir ku şert û mercên hewayê û bihabûna kaxez û pirtûkan jî bandor li vê yekê kiriye. Guldîken, anî ziman ku ger heqê kirê û standan bê kêmkirin û piştgiriya ji bo weşanxaneyan wekhev be wê şik û gumanên ji bo beşdarbûyîna pêşangehan kêm bibe.

Xebatkarê Weşanxaneya Korê Bûrhan Coşar jî diyar kir ku ji ber krîza aborî beşdarbûyîna ji bo pêşangehê kêm bû. Coşar, anî ziman ku herî zêde xwendekarên dibistana seretayî û lîseyê hatine pêşangehê û profîla xwîneran kêm bûye. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar