Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Elî Kerîmî: Hebûna PDK’ê hebûna Tirkiyeyê ye

Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî diyar kir ku PDK’ê senaryoyek çêkiriye ku şerê xwe bi hemû başûrê Kurdistanê û Iraqê ve girêbide û wiha got: “PDK li pey sultanê nû yê Osmaniyan Erdogan digere. PDK a ku xwe bi aqil û felsefeyek wiha ve girêdayî, wê bê guman her tiştê winda bike.”

Çavdêrê siyasî Elî Kerîmî di hevpeyvînekê de li gel ajansa Rojnews’ê de behsa helwest û bêdengiya aliyên opozîsyona rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê li hember biryara bêçekkirina wan, siyaseta xelet a PDK’ê, pêkanîna planên dagirkeran û têkoşîna Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) kir.

PDK bi navê hêzek din û bi ala Iraqê şer dike’

Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî diyar kir ku PDK bi navê hêzek din û bi ala Iraqê şer dike û wiha got: “Bi hinceta 10 pêşmergeyên li Helgurd û Balekayetî heyî, girtin û bi cihkirina wan di kampan de, ev hemû derew û senaryone. Zêdetirî 20 salane dizanin ku herêmek PKK’ê ya bi navê Medya li Xakurk, Balekayetî heye. Beriya heft salan PDK li vê herêmê şerek lidarxist û pêşmergeyek ciwan jî şehîd xist. Dixwaze tevgera PKK ya li Qendîl ji bo Biradost û herêmên din ên bikartîne bi fermana MÎT’ê asteng bike. Ji xwe ji bo vê yekê Hakan Fîdan serdana Barzaniyan kiribû. Di berê de senaryoyekî wan heye ku şerê xwe ji çarçoveya PDK û PKK’ê derbixîne û bi hemû başûrê Kurdistanê û Iraqê ve girêbide.”

‘PDK hewl dideKurdistanê parçe bike’

Elî Kerîmî di dewamê de qala tevgera pêşmergeyên PDK’ê dibin ala Iraqê de li ser sînor kir û wiha axivî: “Di dema borî de musteşar û şêwirmendên xwe dibin ser ekranan û didan gotin ku ‘me Iraqê neve û ala Iraqê dibin lingan de ye’. Lê îro bi hêzên yekîneyên 80’yî ku tu ereb nav de nînin û bi ala Iraqê bi navê artêşa pasdarên ser sînor xwe dikin ereb û diçin herêmên PKK’ê, ji Îranê re dibêjin ‘em li virin û hemû tişt di kontrolê de ye. Dixwazin wê herêmê kontrol bikin û hemû aliyan bixin nav xwe û rêya PKK’ê bigrin. Her wiha dixwazin bi hevre Kurdistanê parçe bikin.”

Siyaseta PDK’ê pir qirêj û gemar e’

Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî herî dawî destnîşan kir ku hebûna PDK’ê hebûna Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: “Siyaseta PDK’ê pir qirêj û gemar e ku hebûn û mayîna xwe di destê sultanê nû yê Osmaniyan de dibîne. Her karekê jê re dikin. Tenê bi sixûrtiyê jî re sînor nemaye, dest bi kiryarên mezintir kiriye. Hebûna PDK’ê hebûna Tirkiyeyê ye. Çawa ku bi hezaran rewşenbîrên Başûr û Rojhilat avakirin ku şev û roj wek sultanên Osmanî û Qacar digeriyan, PDK jî li pey sultanê nû yê Osmaniyan Erdogan digere. Hemû pirsgirêkên xwe yên aborî nabîne, tenê hewla tunekirina PKK’ê dide. PDK a ku xwe bi aqil û felsefeyek wiha ve girêdayî, wê bê guman her tiştê winda bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar