D 3’yê kanûna sala 2019’an de li navçeya Elbîstan a Gurgumê dayika du astengdaran Elîf Kisa hatibû girtin. Li gel Kisa, welatiyê bi navê Bekîr Kara jî hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Kisa û Kara îro li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Gurgumê hat lidarxistin.
Ji ber şewba vîrûsa koronayê, Kisa û Kara neanîn dadgehê. Dadgehê li ser dosyaya Kisa û Kara lêkolîn kir û di encamê de biryara berdanê da.
Têkildarî mijarê kurê Kisa, Ahmet Kisa ku wênesaze li ser hesaba xwe ya twîtterê agahî da û wiha got: “Mizgîniya min li we, diayên we qebûl bûn. Dayika min a mîna ferîşteyan hate berdan.” GURGUM