Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Êlih dê rekorê derbas bike

HDP’ê li Êlihê tevî bend û barîkatên polîsan bi tevlêbûna sedan welatiyan buroya hilbijartinê vekir. Namzetê Hevşaredariyê yê Êlihê Mehmet Demîr diyar kir ku dê di 31’ê adarê de li Êlihê rekorê derbas bikin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Êlihê heta derengê şevê xebatên hilbijartinê dimeşine û buroyên hilbijartinê vedike. HDP’ê li taxa Baglarê ya Êlihê tevî hemû astengî bend û barîkaten polîsan bi tevlêbûna sedan welatiyan bi navê Bariş Buroya Hilbijartinê vekir.

Di vekirina buroyê de Namzetê HDP’ê yê Êlihê Dr. Mehmet Demir, parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Feleknas Uca û gelek kesên din amade bûn. Beriya vekirina buroyê polîsan bi panzêr û maşîneyên zirxî bend ava kir û xwest welatiyan asteng bike. Lê bi sedan welatiyên hatin buroyê dirûşmeyên “Zext me têk nabin” û “Bijî HDP” berz kirin. Di vekirina buroyê de Namzetê HDP’ê Mehmet Demîr, anî ziman ku HDP dê bi vê hilbijartinê şaredariyê disa ji destê qeyûman derxe û bajar derxe asta jor. Demir, anî ziman ku Êlih di vê hilbijartinê de dê rekorê derbas bike.

Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, jî anî ziman ku Îro polîs li vir pir aşkere nîşan didin ku alîgirê AKP’ê ne û wiha got: “Çi dibêjin? Dibêjin gel ji vê muzîkê aciz e. Gel tenê ji tiştekî aciz e. Ev gel tenê ji kesê rojê 24 saetan li Qesrê êrîşî Kurdan dike aciz e. Em baş dizanin yên ji gel aciz kî ne. Gel dê bi vê coş û girseya xwe AKP’ê her dem bêzar û aciz bikin. Gel dê bi wan çong dayne. Gel dê bi hevre bi ser bikeve. Serkeftin ya me tevan e.

Piştre buroya hilbijartinê li ber bi muzîk û govendê vekirin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar