Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Êlih wê bi meclisa jinan xweş û geş bibe

Şaredariya Êlihê hewl dide bi hemû xebatkarên jin ên şaredariyê li ser perspektîfa jinan xwe bi rê dibin meclisa jinan ava bike. Jinan diyar kirin ku ew dixwazin projeyên pir xweş û geş li bajêr çêbikin.

Dewleta tirk a dagirker di hilbijartinên 31’ê adarê de li Êlihê hewl da bi destê çeteyên Huda Parê êrîşî  pergala hevserokatiyê bike û şaredariya Êlihê bi dek û dolaban bi dest bixe. Namzeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Sonuk ji sedî 64,51 dengan bi ser ket. Şaredariya ku xebatên xwe yên ji bo sererastkirina zerarên qeyûman û xizmetguzariyê ji gel re didomîne, armanca avakirina meclisa jinan e. Di meclîsa ku dê hemû xebatkarên jin ên şaredariyê tê de cih bigirin, dê rê û rêbazên birêvebirina Êlihê bi perspektîfa jinê bên diyarkirin. Me bi jinên şaredariya Êlihê re li ser meclisa jinan a ku dê ava bikin axivîn. Jinên ku di avakirina meclîsa jinan de cih digirin bal kişandin ser armanc û xebatên meclîsê.

Tuba Demîr diyar kir ku tevlîbûna jinan a li şaredariya Êlihê bi têkoşîna rêxistinkirî pêk tê, sedema avakirina meclîsa jinan bi vê têkoşîna birêxistinkirî ve girêdayî ye û got: “Têgihiştina me ya rêveberiyên herêmî li ser esasê wekheviya jin û mêran e. Beşdariya aktîf a jinan di hemû astên rêveberiyê de wekheviyê misoger dike. Ev pêkhatina têkoşîna jinê ya rêxistinkirî ye. Ji ber vê yekê me biryara avakirina meclîsa jinan da. Meclisa jinan meclîsek e ku hemû jinên şaredariyê tevî hevseroka me tê de cih digirin. Ev têgihîştineke şaş e ku jinên li vir dixebitin tenê erkên xwe yên hatine erkdarkirin bi cih bînin. Me biryarek wisa girt ku ger jin di hemû mekanîzmayên biryardanê de cih bigirin wê biryarên hatine girtin xurttir bin.”

Zeynep Çelîk, diyar kir ku ew ê ne tenê li ser jinan, di heman demê de li ser hemû qadên jiyanê di meclîsa jinan de xebatan bikin û diyar kir ku armanca wan li vir ew e ku feraseta jinê derxin pêş û wiha wiha bi lêv kir: “Em di wê baweriyê de ne ku ev kêmasî bû ku jin li ser esasê zayendî di paşerojê de bûye û lêkolînên li ser jinan heta niha bi perspektîfa jinê nehatiy dîtin. Di vê çarçoveyê de me got, em dikarin bi eşkerekirina hişmendiya kolektîf û avakirina meclîsa jinan xebatên xwe bimeşînin. Ji ber vê jî êdî meclîsa me ya jinan heye. Esasê meclîsa jinan bi giştî ev rêgez e; Her kesê ku di şaredariyê de kar dike bi awayekî xwezayî endam û aktîf a meclîsa jinan e. Her kes li qada xwe pêvajoyê bi awayekî aktîf dişopîne. Di vir de armanc ew e ku perspektîfa jinê derxe pêş. Ev hemû rojeva meclîsa jinan in ku ji aliyê perspektîfa jinê ve li avahiya bajar, mîmarî, ziman û çandê were dîtin.”

Fatma Tan jî diyar kir ku li gel wêrankirina qeyûman meclîsa jinan ava kirine û ji bo Êlihê projeyên wan ên baş hene û wiha got: “Ji ber em dixwazin jin derkevin pêş, me li Êlihê meclîsa jinan ava kir. Li vir zext û tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe. Em ê di demeke nêz de li Êlihê çalakiyên ji bo jinan pêk bînin. Em dixwazin projeyên pir xweş çêbikin. Welatî tiştek ji şaredariya Êlihê re nehiştiye, lê em hêvîdar in ku bi hemû derfetên xwe karên baş bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar