KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Elyas: Kes nikare rê li ber belavbûna fikrê Rêber Apo bigire

Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Xwedêda Elyas diyar dike ewê weke Rêveberiya Xweser ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan, pêngavekî nû bidin destpêkirin û wiha dibêje: “Bi saya fikrên Rêber Apo niha em hemû pêkhate li Şengalê bi hev re dijîn.”

Bi milyonan kurd, li gel netewe û baweriyên cûda Rêber Ocalan weke Rêberê xwe qebûl dikin û azadiya xwe di azadiya wî ya fîzîkî de dibînin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û rakirina tecrîda ne dermirovî û derqanûnî heta niha bi sedan kampanya û pêngav hatine destpêkirin û serî li saziyên navnetewî yên peywendîdar hatine dayîn. Lê niha ji derveyî girtinê, di bin tecrîdeke giran de ye û ya herî girîng jî tu agahî jê nayê girtin. Civaka êzidî ku azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibîne, daxwaza azadiya wî dike û biryara pêngaveke nû ya çalakiyan bidin detspêkirin dane.

Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Xwedêda Elyas li ser xebatên ji bo pêngavê ji ajansa Rojnewsê re axivî ye.

‘Fikrên Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên me ye’

Xwedêda Elyas diyar dike ku, wê Rêveberiya Xweser ya Şengalê pêşengiyê ji Pêngava ji bo azadiya Rêber Ocalan re bike û wiha diaxive: ‘Çima em pêşengiyê ji pêngava ji bo Rêber Apo re dikin, ji ber em çareseriya pirgirêkên Şengalê di fikrê wî de dibînin. Tevî ku di girtîgehê de ye jî, têkoşîna xwe ya ji bo gel nedaye sekinandin.’

‘Pewîste cihan daxwaza bi milyonan ber çavan bigire’

Xwedêda Îlyas rexne li durûtiya saziyên navnetewî yên îdiaya mafê mirovan û demokrasiyê jî dikin û dibêje: ‘Raste Rêber Apo li Tirkiyeyê di destê dewleta tirk de ye, lê komploya li dijî Rêbertiya me navnetewî ye. Hêzên navnetewî bi piştgirîdayîna tecrîda li ser Rêbertî, mafê miorvan jî binpê dikin. Eger birastî jî dibêjin, mafê mirovan diparêzin, wê demê dive di aliyê fîzîkî de Rêber Apo azad bikin. Li seranserê cihanê bi milyonan kes fikrên Rêber Apo dipejirînin, dibin ala Rêbertî de radibin ser piyan û xwedî lê derdikevin. Ji ber vêya divê hemû cihan û welat jî vê daxwaza gel berçavan bigirin.”

‘Pêkhateyên li Şengalê bi saya fikrên Rêber Apo bi hevre dijîn’

Di dewama axaftina xwede Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bibîr dixe û wiha dibêje: ”Piştî ku xiyaneta 2014’an li me hate kirin, me fikrên Rêber Apo ji xwe re esas girt û ji bo rê li ber fermanên din bigirin û me çareseriyê di fikrê Rêbertî de dît. Lewma divê em weke xelkê Şengalê jî ji bo azadiya Rêbertiya xwe li ser piya bin. Bi êrîşên DAIŞ’ê re xwestin fitne bixin navbera pêkhate û gelan, lê fikrê Rêbertî pêşî li vê yekê girt. Niha jî em hemû pêkhateyên li Şengalê bi hev re dijîn. Kîjan netew an jî kesek vî fikrî qebûl bike, em amade ne bi hev re kar bikin û wê tu pirsgirêk jî navbera me de dernekeve.’

Tenê qebûlkirina fikrên Rêbertiyê têrê nake têkoşîn jî pêwîste’

Xwedêda Elyas bang li hêzên navnetewî dike, da ku guh bidin daxwaza ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û axaftina xwe wiha bidawî tîne: “Tenê qebûlkirina fikrên Rêbertiyê têrê nake, dive li dijî desthilatê rabin û Rêbertiya xwe azad bikin. Heya ev fikrên azad li cihanê serwer nebe, wê timî nakokî dewam bikin. Ji ber ev fikir di berjewendiya gelan de ye û kes jî nekariye rê li ber belavbûna vê fikrê bigire.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar