Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em 8’ê Adarê bikin mewziya berxwedanê’

Navenda Nûçeyan |

Amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dawî bûn û ji bo tevlibûna jinan bang tên kirin.

Di çarçoveya 8’ê Adarê de Tevgera Jinên Azad û Yekitiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li jinan kirin.

TJA di daxuyaniya xwe de êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser jinan, bi bîr xist û wiha got: “Li dijî van êrîşên giştî tekane mîsogeriya me rêxistinîbûn, hevgirtin û berxwedan e. Ji ber vê em bi dirûşma ‘jin rêxistiniya berxwedanê dikin, ber bi azadiyê ve rê ve dimeşin’ îsal dikevin 8’ê Adarê.”

TJA’yê diyar kir bi şoreşa jinê ya li Kobanê, Şengal û Minbicê, destkeftiyên dîroka têkoşînê ya jinê gihaye asteke jortir û wiha domand: “Li Kurdistanê pirsa azadiya jinê, bi felsefe û polîtîkaya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan li navenda azadiya civakî hatiye bicihkirin û bi armanca azadiya gerdûnî re hatiye yekkirin. Bi rojanekirina li ser koka xwe ya têkoşîna azadiya jinê ya li ser van xakan, bi şoreşa Rojava re gihaye asteke girîng. Ji Clara, Rosa, Sara, Sêvê û Hevrîn Xelefan em têkoşînê li dijî polîtîkayên îmha û înkarê geş dikin û didomin.”

Herî dawî TJA’yê wiha bang li hemû jinan kir: “Li dijî desthilatên dijminên jinan û gel, li dijî patron, paşverûyên ku çav berdane destkeftiyên dîrokî yên jinan, kujer, parêzvanên tacîzkaran, jiyana azad ava bikin, tora têkoşîna hevpar geş bikin û li qadên mewziyên berxwedanê li hev bigihin hev.”

YJAD’ê 8’ê Adarê pîroz kir

Bi heman armancî Yekitiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD) jî bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê pîroz kir.

YJAD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser dîroka 8’ê Adarê û hemû  jinên berxwedêr silav kir û bang li hemû jinan kir ku dengê xwe bikin yek û têkoşîna nasnameya xwe mezin bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar