Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em amade ne ku ji bo zarokên xwe her tiştî bikin’

Malbatên girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de diyar kirin ku daxwazên zarokên wan, daxwazên wan in. Malbatan destnîşan kir ku ew amade ne ji bo zarokên xwe her tiştî bikin û bang li wezîrê dadê kirin ku rê li ber mirinan bigire

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdarê de dest pê kir, berdewam e. Çalakiya Leyla Guven kete roja 157’an. Li girtîgehan jî ji 16’ê kanûna sala 2018’an heta niha greva birçîbûnê di rojên cuda de bi tevlêbûna zêdetirî 7 hezar girtiyan berdewam dike.

Ji van çalakvanan yek jî Îsmaîl Kocaman e ku li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê tê girtin. Kocaman di sala 2015’an de bi îdiaya ‘endamtiyê rêxistinê’ hate girtin û 10 sal û 3 meh ceza lê hate birîn. Kocaman ji 16’ê çileyê ve jî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Kocaman ku di 4’ê nîsanê de jî bi malbata xwe re hevdîtin kir. Kocaman destnîşan kir ku bedel çi dibe bila bibe heta ku tecrîdê dişikînin dê çalakiya xwe bidomînin û banga tevlêbûna berxwedanê li raya giştî kir.

‘Daxwazên zarokên me daxwazên me ne’

Têkildarî mijarê bavê Kocaman, Hasan Kocaman axivî û got ku girtiyên di grevê de pir zeîf bûne. Bav Kocaman wiha domand: “Ez kengî xwarinê bixwim, kurê min tê bîra min û di qirika min de dimîne. Ez naxwazim êdî li girtîgehan tu kes bimire. Em malbatên girtiyan dive bên ba hev û dengê xwe bilind bikin. Ez bang li dewleta tirk dikim ku ji bo pêşîlêgirtina mirinan gav biavêjin. Weke malbatên girtiyan em amade ne her tiştê dikeve ser milê me bikin. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye û em ê bibin dengê wan.”

Rewşa girtiyan nebaş e

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî, Hadî Elçîçek (51) e. Elçîçek ku niha li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Tarsûse dimîne, di sala 1999’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin û 36 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Elçîçek ji 1’ê adarê ve jî di greva birçîbûnê de ye. Elçîçek bi rêya malbata xwe bang li raya giştî kir. Der barê mijarê de kurê Elçîçek,  Serkan Elçîçek axivî. Elçîçek bi lêv kir ku bavê xwe di 8’ê nîsanê de dîtiye û wiha domand: “Rewşa girtiyan nebaş e. Gardiyan ketin bin milê girtiyan û wisa anîn cihê hevdîtinê. Nedikarîn li ser pêya bimînin. Jixwe em pir neaxivîn. Nikaribûn biaxivin.”

Bang li wezîrê dadê kir

Elçîçek herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Bavê min nexweşe lê ji ber ku hevalên wî ketine greva birçîbûnê, wijdana wî rehet nebûye û ketiye greva birçîbûnê. Divê di zûtirin dem de tecrîd bi dawî bibe. Ez bang li wezîrê dadê dikim, em nikarin bi rehetî rakevin. Ne roja me roj e, ne şeva me şev e. Daxwaza wan daxwaza me ye û em dixwazin rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Bila êdî kes nemire.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar