Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em amade ne li dijî tecrîdê her bedelî bidin’

Girtî Şaban Yener ê di koma 4’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de cih digire, diyar kir ku ji bo bi dawîkirina tecrîdê, ew amane de her bedelî bidin û banga destekkirina çalakiyê kir

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem a li girtîgehan ji bo rakirina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de de hatiye destpêkirin, di roja 36’emîn de didome.

Şaban Yener ê 6 sal in li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê girtiye û berê jî 148 rojan ketibû greva birçîbûnê, di koma 4’emîn a çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de, cih girt. Şaban Yener ê bi hevalên xwe Ramazan Aksû û Mahmût Aydin re tev li çalakiyê bû, diyar kir ku daxwaza wan ew e ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û bigihêje azadiya xwe.

Banga piştevaniyê kir

Yener da zanîn ku ji bo bi dawî kirina tecrîdê ew amade ne her bedelî bidin û wiha got: “Berxwedana me dê ji çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018’an ne cudatir be. Piştgiriya derve de hêzê dide me. Ji ber vê yekê divê gel piştgiriyek mezin bide vê têkoşînê. Di vî warî de em banga hestiyarê li gelê xwe dikin. Îro tu tişt ji bo bi rêveberina têkoşînek mezin ne asteng e.”

‘Îro hemû kurdên ju xwe nas dikin di bin tecrîdê de ne’

Bavê Yener ê girtî Nîzamettîn Yener ê 54 salî jî xwest ku daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin û tecrîda li ser Ocalan rabe.

Bavê Yener diyar kir ku ger tecrîda li ser Ocalan rabe, dê tecrîda li ser hemû girtiyan rabe û ev peyam da: “Îro li dijî hemû kurdên xwe nas dikin, tecrîdek giran heye. Di çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018’an de 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Divê ev neyê jibîrkirin. Wezîrê Dadê berê got, ‘girtî ne di bin tecrîdê de ne û Abdullah Ocalan dikare hevdîtinên malbatê, parêzer û telefonê bike.’ Ji bo vê jî soz da bû. Lê bi tu awayî ev gotinên xwe bi cih ne anîn. Di rewşa heyî de tecrîd girantir kirine. Ji ber girtiyan, carek din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Êdî tehemul û sebra me nemaye. Ger carek din, ji girtîgehan cenaze derbikevin, wê Wezaret Dadê û rayedarên din çawan hesabê vê yekê bidin? Gelo wê ji bo vê çawa bersiv bidin? Divê vê pirsgirêkê çareser bikin. Ez bang li rayedarên dewlet û hikûmetê dikim. Sondên xwe bi cih bînin. Vê tecrîdê rakin. Êdî her kes baş dizane, tekane daxwazeke me heye, ew jî rakirina tecrîdê ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar