Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em bawer nakin ku întîhar kiriye’

Girtiyê siyasî Sînan Gencer ê li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê girtîbû, hatibû îdîakirina ku serê vê sibê întîhar kiriye. Karê otopsiya Gencer a li Navenda Tîpa Edlî ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Sedsalê bi dawî bû. Cenazeyê Gencer ji aliyê malbatê ve hat girtin. Malbat wê cenazeyê kurê xwe li Taxa Suphan bispêre axê.

Dotmama Gencer Zeynep Gencer, derbarê bûyerê de axivî û wiha got: “Dûh bi şev li me geriyan û ji me re gotin întîhar kiriye. Nameyek li dû xwe ji bo me hiştiye. Lê me name nedît. Sînan her tim em dilxweş dikirin. Ji me re digot, wê ji girtîgehê derbikevê û ew ê rojên xweş bijîn. Em bawer nakin ku întîhar kiriye. Em difikirin ku me dixapînin. Sînan ketibû greva birçîbûnê. Heya niha tu pirsgirêk tune bû.”

Gencer ê li Maçkaya Trabzonê di şerekê de bi bîrîndarî hatibû binçavkirin û girtin, du caran cezayê muebetê lê hatibû birîn. Gencer nêzî 15 salan girtî bû û ev 2 sal bûn di hucreya yekkesî de dihat girtin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar