Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em bêdeng bin dê cenazeyên din jî derkevin’

Îhsan Sînmîş ku piştî hat berdan û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe didomîne, wiha got: “Heta niha 8 mirovên me mirin. Berî hin cenazeyên din ji girtîgehan derkevin divê êdî dengê çalakiyê bê bihîstin. Êdî wext e ku her kes dakeve kuçe û kolanan. Ger em bisekin wê ji girtîgehan xeberên mirinê bên.”

Piştî di 28’ê adara 2018’an de qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê hat kirin, 21 kes hatibûn binçavkirin. Yek ji wan jî xebatkarê çapxaneyê Îhsan Sînmîş ê 55 salî bû. Sînmîş, li girtîgehê tevî gelek girtîgehan li dijî tecrîda li Îmraliyê ketibû greva birçîbûnê lê belê di 11’ê adarê de hat berda û niha çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne. Sînmîş, ji 1’ê adarê ve ye di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Sînmîş diyar kir ku êdî hêdî hêdî grev tesîrê li tenduristiya wî dike û niha ber çavê wî tarî dibe. Sînmîş wiha got: “Her wiha çong û madeya min diêşin. Bi şev ji xeynî ancax 2-3 saetan tenê dikarim rakevim. Ji xwe nikarim derkevim derve jî. Tim li malê me.” Sînmîş diyar kir ku her roj şerbet, dewê şor û 2 heb vîtamîna B12 dixwe û wiha got: “Ji bo mejî zirarê nebîne vîtamîna B12 dixwim. Lê ger wisa dewam bike dê mejî zirarê bibîne. Rojê tenê 2- qedeh tiştên avî vedixwim.”

‘Bila ev bêdengî bi dawî bibe’

Sînmîş bi bîr xist ku li girtîgehan 7 bi giştî 8 kesan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe aniye û ev tişt anî ziman: “Divê êdî tu hevalên me tiştekî wisa nekin. Dikarin çalakiyên cuda bikin lê divê dawî li jiyana xwe neynin. Çimkî jiyana wan hevalan ji bo me pir girîng e. A rast ev hevalên me bang li gel dikin. Ji ber bêdengiya wan çalakiyên wisa dikin. Niha li girtîgehan bi hezaran mirov bedena xwe dane ber mirinê. Lê kes nabihîse, nabîne. Jixwe dewlet wê naxe rojeva xwe jî. Dewlet bi zext û zoriyan dixwaze gel bitirsîne. Lê xwe dixapîne. Kesên di greva birçîbûnê de wê canê xwe bidin lê dev ji çalakiya xwe bernadin. Ger ji girtîgehan cenazeyeke din jî derkeve wê rewş veguhere tiştekî pir cuda. Êdî hew maye rojiyên mirinê dest pê bikin. Ji xeynî mirinê bedena hevalan pir texrîb bûye. Jixwe ev mirov ne di xema dewletê de ne. Jixwe dewlet tiştekî wisa dixwaze. Lê êdî divê gelê kurd, gelê tirk li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike. Divê dawî li vê bêdengiyê bînin.”

‘Rabin ser piya’

Sînmîş, bi bîr xist ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 154 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Bang li her kesên dibên em mirov in dikim. Divê êdî rayedarên dewletê, nivîskar, rojnamevan, parêzevanên mafên mirovên bêjin êdî bes e. Ma piştî cenaze derkevin hûn ê bêjin êdî bes e. 8 mirovên me dawî li jiyana xwe anîn. Berî ji girtîgehan hin cenazeyên din derkevin, divê her kes tev bigere. Heta ev tecrîd bi dawî nebe tu tişt pêk nayê. Lê heta kuderê dewam dike bila bike, em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Heta tecrîd neyê şikandin wê dewam bike. Bang li her kesî dikim. Êdî wext e ku her kes dakeve kuçe û kolanan. Ger em bisekin wê ji girtîgehan xeberên mirinê bên. Loma divê he rkes rabe ser piya.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar