Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

‘Em ber bi cengek pir mezin ve diçin’

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ev gotina vî fermandarê xanînişînê leşkerî yê DYA’yê Douglas McGregor, gelek dirêj û balkêş e, dibêje:

“Îsraîl û DYA’yê jî parçeyên vê cenga mezin in…”  û kurte naveroka axaftinên wî wisa ye; “Herkes li benda şerekî navbera Îran û Îsraîlê ye, Tirkiye bi tundî li dijî Îsraîlê ye û xwe dûrî vî şerî dihêle…”, “lê şer êdî li ber deri ye û Tirkiye jî wê di demek nêz de ji raya giştî re ragihîne ku ew jî di rex şer de ye…”,

Di encama gotinên vî fermandarî de, careke din tê dîtin û aşkere dibe ku DYA’yê dixwaze Tirkiyeyê li dijî Îranê bixe şer.

Jixwe di nava gotinên wî de, li dijî dewleta tirk gef û şantaj jî hene.

Weke mînak dibêje; “Em li bakurê Sûriyeyê destekê didin PKK’ê, Mucahidînê Xelq(rêxistinek Îranî ye) û hinek rêxistinên din, wan perwerde dikin û çekan didin wan, ji bo ku li dijî dewleta tirk şer bikin”

Her wiha dibêje; “Me berê jî hewldanên wisa dikir, lê vê carê cudatir e, ji ber ku xeter mezintir e!”

Îca destekê yan alikariyê dide van rêxistinên ku navên wan destnîşan dike û yên navên wan destnîşan nake, ev mijarek din e.

Lê ya girîng ev e; armanca sereke ya dewleta xwe (DYA) destnîşan dike an na(?), ya din jî hêzên ku ew dixwazin li dijî vê dewleta dijminê xwe (Îranê) bixin şer jî çawa bi nav dikin?

Rojnamegerê îsraîlî David Weinberg jî, li ser derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an a Fethullah gotibû; “Me çawa herêm xiste nava aloziyê” û dewam dike; “Artêşa Iraqê, artêşa Sûriyeyê êdî nema ye, artêşa Misirê jî nîvenîv hilweşyaye, li Libya, Tûnisê û Urdunê jî şerê navxweyî giran bûye û bêhal  ketin e, di encamê de êdî li ser Îsrailê xetera ereban nema ye!”

Li vir jî armanca xwe zelal diyar dikin û dibêjin; “Êdî li herêmê xetera herî mezin a li ser Îsraîlê, bi tenê xetera dewleta tirkan e”!

Û hema li pey vêya em gotina Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz bînin bîra xwe, ji Erdogan re gotibû; “Axir û oxira te, wê bibe mîna ya Seddam”!

Her wiha fermandarê DYA’yê McGregor jî aşkere dibêje; “Ji bo ewlekeraya Îsraîlê, em Tirkiyek bi hêz (bi istikrar) naxwazin! (wate; Tirkiyek lawaz dixwazin)

McGregor, li ser girîngiya mezin a vê mijarê, hewldanên Rûsyayê jî bi bîr tîne û dibêje; “Vê carê mesele pir cidî ye, eha Rûsyayê jî li bakurê Sûriyeyê baregehek leşkerî ava kiriye, lê naxwazin em û ew yekser werin dijî hev – rûberûyê hev!”

Li vir, carek din peyamek wisa hinek sergirtî ya şantajwarî dide Recep Erdogan ku weke bêje, “Ji Rûsyayê ji bo te tu xêr nîne” û  “Xwe ji şer dûr nexe û were vî şerê li dijî Îranê qebûl bike, tu jî li gel Îsraîlê bikeve nava şerê hemberî Îranê” û hwd!

Heta hinek şîret û nesîhetan jî li Recep Erdogan dike û dibêje; “Heke tu ji raya xwe ya giştî re bide xuyakirin ku ev şerekî man û nemanê ye, şerekî serxwebûnê ye, wê gavê bêşik û guman raya giştî dê şer qebûl bike!”

Kî çi dibêje bila bibêje, mirov guhdar bike, rastî û şaşiyên wan bibîne, belê di encamê de divê mirov ne li goreyî rojeva tu hêzan an dewletan, belê li goreyî rojeva xwe ya rast ya li goreyî berjewendiya gelê xwe bibîne û bixe nava rojeva xwe û di vê çarçovê de, li ser rojeva xwe bimeşe.

Nûçeyên Têkildar