Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em berdin jî dê neviyên me bernedin’

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya lêgerîna edaletê di hefteya 803’an de berdewam kirin. Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan ji ber şewba vîrûsê dîsa li ser medya înternetê bi rêya vîdeo daxuyanî dan. Dayikan vê hefteyê çîroka Mehmet Selîm Acar pirsîn. Mehmet Selîm Acar di 20’ê Tebaxa 1994’an de li nêzî gundê xwe yê Bismila Amedê dema li gel kurê xwe yê 13 salî di nava zeviyê de kar dikir, tîmên taybet ên JÎTEM’ê hatin ew revandin û winda kirin. Tîmên taybet bi maşîna Toros a bê plake Mehmet Selîm Acar revandin û hêj aqûbeta wî nayê zanîn.

Kurê Mehmet Selîm Acar, Îhsan Acar aqûbeta bavê xwe pirsî û wiha got: “Ez hêj 13 salî bûm bavê min li pêş çavê min birin û winda kirin. 26 sal borîn lê ez wê rojê ji bîr nakim. Heta aqûbeta bavê min ronî bibe ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim. Hin kes dibêjin piştî demekê dê bên jibîrkirin. Lê em ji bîr bikin jî dê neviyên me wan ji bîr nekin. Me navê wan li navê zarok û neviyên xwe kirine. Em biçin jî nevî û nevîçirkên me dê aqûbeta wan bipirsin. Dewlet dema bizmarekî wan winda dibe bi şopa wî dikevin û dibînin. Hesabê wî bizmarî dipirsin. Lê hesabê windayên me napirsin. Em dibêjin êdî bes e û dengê me bibhîzin. Em dixwazin ev êş bi dawî bibe û windayên be bên dîtin. Kujer bên darizandin.”

 Divê lêpirsînek çalak bê kirin

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Amedê parêzer Hasan Yalniç ku doza hiqûqî ya Mehmet Salîm Acar dişopîne jî anî ziman ku piştî Acar hat revandin, malbatê serî li ÎHD’ê da û wiha got: “Piştî malbatê serî li ÎHD’ê da, me jî wekî komeleylê serî li dozgeriya Amedê da. Me serî li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û Walîtiya Amedê da. Lê tevî hemû serlêdanan, lêpirsînek çalak nehat kirin. Piştî hewldana hiqûqî malbata Acar tehdît kirin. Gefa ‘Hûn li aqûbeta Mehmet Salîm Acar bigerin hûn jî dê wekî wî winda bibin’ xwarin. Lê tevî hemû zext û gefan malbata Acar lêgerîna xwe berdewam kirin. Lê mixabin heta niha lêpirsînek çalak nehat kirin. Em dixwazin lêpirsînek çalak bê kirin û encam bibe. Me doz bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME’ê serlêdana malbatê nirxand û di 8’ê nîsana 2008’an de biryara îhlalê da. DMME’ê Tirkiye mahkum kir.”

Ji Dayikên Şemiyê Nuray Şîmşek jî der barê dosyaya Acar de ev tişt anî ziman: “Mehmet Salîm Acar ê 31 salî li gundê Ambarê yê navçeya Bismila Amedê dema çotkarî dikir di 20’ê tebaxa 1994’an de li gel kurê xwe yê 13 salî hat revandin. Bi Torosa spî ya bê plake ji aliyê polîsên sivîl ên bi çek ve hat revandin. Hin cîranan jî dîtin ku dest û devê Acar girêdabûn û xistibûn erebê. Dîsa 5 kesên din ê li tenişta çem li benda Torosê bûn, li gel Torosê çûn Bismilê. Malbatê bi salan bi şopa aqûbeta wî ketin lê encam bi dest nexistin.” AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar