Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em berxwedanê geştir bikin, xwedî li Kobanê derkevin’

KCDK-E’yê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û got ku dê berxwedanê geştir bikin û xwedî li Kurdistan, Rojava û Kobanê derkevin. Her wiha TEV-DEM jî daxuyanî da û diyar kir ku berxwedaniya Kobanê hemû kesên azadîxwazana ne

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî dan.

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Beriya niha 7 salan DAIŞ’ê ji bo tunekirina destkeftiyên Şoreşa Rojava êrîşî Kobanê kir. Li Kobanê jin û ciwanên kurd berxwedaneke mezin kirin. Ev berxwedan, berxwedna rûmetê û parastiya mirovayetiya azad e.  Em KCDK-E hemû beşdarên vê berxwedanê bi rêz û hurmet silav dikin.

Berxwedana Kobanê ya ku 113 rojan domiya, hemû cîhan jê re bû şahid. Hemû kesan dîtin ku DAIŞ çawa li Kobanê têk çû. Ev bû destpêka têkçûna DAIŞ’ê. Bi banga nivîskar, akademîsyen, şoreşger, demokrat, ekolojîst, jin, rêxistinên girseyî 1’ê Mijdarê wekî Rojava Piştgiriya Bi Kobanê re ya Cîhanê hate îlankirin. Em 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin. Em careke din bang li gelê xwe, ronakbîr, hunermend , dostên xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku bi geşkirina berxwedanê xwedî li Kurdistan, Rojava û Kobanê derkevin.”

TEV-DEM: Berxwedaniya Kobanê ya hemû azadîxwazane

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Berxwedana Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman: “Destpêkê em her kesên ku ked dan da ku 1’ê Mijdarê bibe Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya Cîhanê û kesên ku piştgirî dane bajarê berxwedanê, bajarê şoreşa rêveberiya demokratîk silav dikin. Kobanê bajarê lehengên YPJ-YPG’ê ne ku efsaneyên lehengan e di dîrokê de nivisandine. Lehengên YPJ- YPG’ê bi berxwedan û fedekariyên xwe wateyên nirxên şoreşgerî û şoreşa Rojava ya bi pêşengtiya jin û ciwanan a ku xwe dispêre rêgezên exlaqê şoreşgerî bi cîhanê dan naskirin.

Ragihandina 1’ê Mijdarê, tê wateya roja piştgirî û hevgirtina tevahiya hêzên demokratîk, sazî, rêxistinên civaka sivîl û tevahiya azadîxwazên li cîhanê bi berxwedana Kobanê re. Berxwedana Kobanê temsîla vîna gelê demokratîxwaz dike, yê ku hêvî û xeyalên dewleta ‘Xîlafetê’ têk bir ku dewleta tirk a dagirker piştgiriya wê dikir.

Bi rizgarkirina bajarê Kobanê re, êdî ew berxwedan bû destpêka hilweşandina teror û dewleta xîlafetê, di heman demê de destpêka avakirina baweriya di navbera civak û pêkhateyan de da ku tev li berxwedanê bibin. Li ser vê yekê gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di serî de Reqayê ku paytexta DAIŞ`ê bû, hatin rizgarkirin û sînor ji terora wan û zilma wê hat danîn.

Berxwedana Kobanê ji bo tevahî gelên azadîxwaz, tevahî mirovahiyê û gelê kurd sembola vejîn û serkeftinên watedar e, her wiha bû ruhê rêgezên bingehîn ê jiyana hevbeş û biratiya gelan.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) vê roja cîhanî ya gewre bi bîr tîne û bang li hemû hêzên demokratîk, saziyên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqnas, di nav de yê kurdistanî dikin ku sekneke cîhanî nîşanî Roja Kobanê û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, ji ber ku dewleta tirk a dagirker hîn jî gefên tolhildana binketina çete û terora xwe ya li bajarê Kobanê yê berxwedêr dixwe, nîşaneya vê yekê gef, sûcên roje û êrîşên bi balafirên bêmirov in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar