Piştî erdheja mezin li Bazarcixa Mereşê pêk hat şûnde bandoreke mezin li ser 10 bajarên Kurdistanê kir. Li navenda Dîlokê niha hîn derxistina cenazeyan a di bin kavilan de dewam dike. Li navçeyên Cebelînûr û Îslahiyeyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn. Niha jî li van navçeyan dest bi hilweşîna xaniyan hate kirin. Mexdûrên erdhêjê ku li konan dimînin diyar kirin ku heta niha bi alikarî û piştevaniya welatiyan li ser xwe sekinîne.
‘Rewş ber bi xirabûyînê ve diçe’
Havva Koyuncu diyar kir ku ji wan re gelek dereng alikarî hat. Heya ku alikarî hat ew di bin hewaya ser de li derve man. Havva, wiha behsa ku tiştên jiyaye kir: “Xaniyên hemû xizmên me xesar dît. Gelek xizmên me jî bi birîndarî hatin xelaskirin. Jixwe 2 roj tu alikarî nehat û haya kesî ji rewşa me tune bû. Piştî ku AFAD hat kon dan hin welatiyan. Lê ji bo hemûyan jî nehat dayîn. Hemû zarokên me niha li derve ne. Em bêkar û bêwar man. Êdî em çi bikin nizanin. Rewşa xelkê her diçe ber bi xirabûyînê ve diçe. Rewşa me gelek pêrîşan e. “
‘Pêwistiya me bi kon heye’
Besime Karahasir jî bi lêv kir ku ew di rojên gelek dijwar de derbas dibin û wiha pê de çû: “Berê em di konan de rûdiniştin, paşê em hatin vir û me ji xwe re xanî kirî. Dûre erdhej çêbû, xaniyên me hilweşiyan. Me bi derfetên xwe kon çêkir lê em ne di wê rewşê de ne ku em tê de bimînin. Xwarinê didin lê konekî ku em tê de bimîne nadin. Em di rojên pir dijwar de dijîn, di van rojên borî de du caran ev yek bi serê me de hat. Em di vê sermayê de li derve ne. Konê me tune, em tenê konê xwe dixwazin, em tiştekî din naxwazin. Çend roj em li derve di vê sermayê de radizan, paşê me bi derfetên xwe kon veda û em li wir man.”
‘Em bi alikarî û piştevaniya welatiyan heta roja niha hatin’
Zekîye Koyuncu anî ziman ku ew di roja erdhêjê de di bin xirbeyê de mane û got: “Em bi zorê ji wir rizgar bûn. Gava em ji bin xirbeyê derketin xaniyê me bi tevahî hilweşiya. Heke 2 saniye derbas bûya em ê bi giş di bin xirbeyê de bimanyan. Di rojên destpêkê de hewa gelekî sar bû. Berf û baran dihat. Me betaniyek jî nedît ku biavêjin ser xwe. Hemû tiştê xwe winda kirin. Hemû zarokên min derûniya wan ne baş e, nikarin ji bin bandora wan rojan derkevin. Niha tu tiştê me nema ye. Em li ku bimînin, an jî bi ku ve biçin em nizanin. Tu nas û xizmên me li bajarên din nîne. Em heta kengî di van konan de bimînin nizanin. Ez nexweş in, lê dermanên xwe nikarim peyda bikim. Em bi alikarî û piştevaniya welatiyan heta roja niha hatin.”
‘Xwendevan di derûniyek ne baş de ne’
Xwendevan Fatma Fîgen Koyuncu jî diyar kir ku hemû hêvî û xeyalên wê yên xwendinê hilweşiyan û wiha axivî: “Ez xwendevan im, min amadekariya ezmûna zanîngehê dikir. Bi salan e ji bo wê amadekarî dikir lê niha hêvî û xeyalên min çûn. Hemû heval û xizmên min jiyana xwe ji dest dan. Ez ji aliyê derûniyê ve gelekî ne baş im. Hem mala me çû û hem jî hemû alavên me çûn, hem jî ezmûnên zanîngehê taloq bûn. Em ji malê pêxwas derketin. Xeyalê min a xwedinê hilweşiya. Heke ezmûn çêbibe jî ez ê çawa bi wê derûniyê bikevim nizanim. Gelek xwendevan ji vê rewşê gelek mexdûr in.”