Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

‘Em bi dil û can bi gerîla re ne’

Welatiyên bajaroka Berdeqareman a Silêmaniyê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşandan û wiha gotin: “Gerîla li çar paçeyên Kurdistanê welat diparêzin. Em bi dil û can heta mirinê bi gerîla re ne.”

Nerazîbûna gelê başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya tirk a li ser xaka Başûr her ku diçe zêdetir dibe. Welatiyên bajaroka Berdeqareman a Silêmaniyê jî bi rêya Ajansa Rojnewsê nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkeriyê û piştgiriya xwe ya bi gerîla re anîn ziman.

Welatiyê bi navê Ferhad Necmedîn da zanîn dewleta tirk dewleteke nijadperest e û her tim dixwaze xaka Kurdistanê dagir bike û wiha got: “Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê li Amed, Dêrsim, Cizîrê bi hezaran ciwanên kurd xistiye girtîgehan. Dewleta tirk bi behaneya PKK’ê xaka Başûr dagir dike, desthilata herêmê jî bêdeng dimîne. Armanca dewleta tirk dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê ye, dixwaze sînorên dewleta osmanî ji nûve xêzke, Kerkûk û Musilê dagir bike.”

Gerîla kurdperwer e

Ferhad diyar kir ku ew wek welatiyek başûrê Kurdistanê piştgiriyê dide gerîla ji ber ku gerîla li her çar parçên Kurdistanê welat diparêze û ev tişt anî ziman: “Gerîla kurdperwer e, ji bo wê daxwaz ji YNK û PDK’ê dikim dawî li vê fikra eşîrtî bînin, em hemû kurd in û bi yekgirtî ciwan in. Dewleta tirk ji dema Şêx Seîd ve dest ji dagirkirina xaka Kurdistanê bernedaye.”

Serkeftin ji gerîla re xwest

Welatiyê bi navê Ako Hemîd jî ku pêşmerge ye, ev tişt anî ziman: “Wek pêşmergeyek daxwaz ji PDK’ê, YNK’ê û aliyên din jî dikim bi tu awayek şerê navxweyî li dijî hev nekin. Divê hemû aliyên kurdî li dijî talankariya dewleta tirk a li ser xwezaya Kurdistanê helwest nîşandin. Ji ber ku xwezaya Kurdistanê bi daristanên xwe ciwan e.”

Her wiha Ako hêviya serkeftinê ji gerîla re xwest û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jî li Başûr heta mirinê bi dil û canê xwe bi gerîla re ne û em ê wan biparêzin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar