Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Em bi fikrê Serok Apo ber bi azadiyê ve meşiyan’

Jinên Şengalê ku demeke kampanya 'Serok mêvanê mala we ye' dimeşînin, diyar kirin ku ji dema fermanê ve Rêberê Gelê Kurd mêvanê mal û dilê wan e û destnîşan kirin ku ew bi fikrê Abdullah Ocalan, ber bi azadiyê ve dimeşin.

Kampanya ‘Serok mêvanê mala we’ bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) demeke li Şengalê li hemû navçe û gundan dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de jin hem wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem jî kurtjiyannameya wî diyarî malbatan dikin. Heta niha gel bi kêfxweşî pêşwazî li vê hewldana jinan dikin û dibêjin, ji dema fermanê ve heta niha Abdullah Ocalan mêvanê mal û dilê wan e.

Endama Meclîsa Jinan a Gundê Guhbelê Sêvê Kurto behsa kampanyayê kir û got, “Çalakiya me serketî bû. Her mala ku em diçûn wir bi dilxweşî em pêşwazî dikir. Ji ber ku tenê fikirê serok bi hewara me ve hat û em xilas kirin. Eger ne ew fikir bûya wê ferman bi serê me tevan de bihata û kesek ji me xilas nedibû. Her maleke ku em derbasî dibûn û wêneyê serok di destê me de didîtin bi germahî em pêşwazî dikirin. Wêneyê serok radikirin, maç dikirin û datanîn ser serê xwe. Hêviya hemûyan ew bû ku serok bi xwe bibe mêvanê mala wan.”

Sêvê Kurto diyar kir ku dema wê hatiye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin û got, “Tecrîdeke giran li ser Serok Apo heye. Ji hêza fikira wî ya azad ditirsin. Tirsa wan ew e ku fikirê serok li her derê belav bibe. Lê belê ew fikirê azad her ku diçe belav dibe û her kes nas dike. Wê serketin ya Serok Apo û ya civaka Êzidî be. Divê serdan bê kirin, divê em agahiyekê ji serokê xwe bigirin. Ya pêwîst ew e ku serokê me bê berdan. Bi fikrê serok Apo em ber bi azadiyê ve meşiyan û em ber bi wî fikirî ve diçin. Em weke civaka êzidî çi ji me were xwestin em ê bikin. Em ê ruhê xwe di ber serok de bidin. Bi fikira serok em xilas bûn, em ê vê ji bîr nekin. Em dibêjin azadiya Serok Apo azadiya hemû jina ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar