Navenda Nûçeyan
40 sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî gef û êrîşên dewleta tirk ên li dijî Şengal û herêma Dêrikê ya rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan. Rêxistinan di daxuyaniya xwe de bang li hemû sazî û rêxistinên civakî, hêzên bi azadî û demokrasiyê bawer in û tevahî gelên cîhanê kir û xwest li berxwedana gel a li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî derkevin û rê li pêş metirsiyên qirkirin û tunekirina gelên herêmê bigirin.
Daxuyaniya hevpar a 40 rêxistinên civakî wiha ye: “Wekî tê zanîn şerê ku herêm tê re derbas dibe bû sedema êş û azaran ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî giran rû da. Di encama wê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran şênî koçber bûn. Li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi armanca guhertina demografîk û qirkirina plankirî ya çand, dîrok û cihên pîroz di herêmê de rojane bûyerên revandin, tecawiz û kuştinê pêk tên. Gelê me yê êzidî li Şengalê di sedsala 21`emîn de rastî jenosîdê hat, bi hezaran jin hatin firotin û hîn jî çarenûsa bi sedan jinan ne diyar e. Li herêmên suryan û asûran jî ku hatin hedefgirtin, bi dehan gund hatin valakirin.
Gelên herêmê ji bo parastina xwe û tevahiya cîhanê, her wiha ji bo parastina nirxên azadî, demokrasî, wekhevî û adaletê, bi pêşengiya jin û ciwanan şerekî birûmet meşand û bi rêya modela Rêveberiya Xweser hemû pêkhate bi çand, ol û baweriyên cuda karibûn bibin mînakek ji bo tevahiya gelên azadîxwaz û şoreşger.
Îro careke din gefên dewleta tirk li dijî Şengal û heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Heta dawiyê ji bo parastina nirxên mirovahiyê bi pêşengiya jin û ciwanan em ê têkoşîna xwe li beramberî dagirkerî, faşîzm û mêtingeriyê bilind bikin.”
Saziyên ku daxuyanî dan wiha ne:
Konfederasyona Gaziyên şer, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan, Kongreya Îslama Demokratîk, Zanîngeha Rojava, Hêzên Parastina Cewherî-HPC, Hêzên Parastina Cehwerî-jin(HPC-JIN) Tevgera Çand û Hunerê TEV-ÇAND, Tevgera Kevana Zêrîn, Hevya Sor a Kurd, Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, Rêxistina Sara, Waqfa Jinên Azad a Sûriyeyê, Komeleya Meya, Jinwar, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, Yekitiya Ragihandina Azad, Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, Yekitiya Kedkaran, Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê, Yekitiya Endezyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Esnafan-Herêma Cizîrê, Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya OteyênBazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Peymankaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Odeyên Pîşesazan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Dermanxaneyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Ajokaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbiran a Cizîrê, Înîsiyatifa Parastin a Hiqûqî, Mala Êzidiyan, Yekitiya Êzidiyan a Efrînê, Yekitiya Endezyaran a Cizîrê, Rêxistinên Civaka Sivîl-Reqayê, Rêxistinên Civaka Sivîl a Minbic û Gundewarên wê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Tevna Alîkariya Jinên Êzidî û Rêxistina Zarokên Şengalê ya Mirovî.