Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Em bi hêza xwe bawerin’

Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim der barê bazariyên di navbera Tirkiye û Swedê yên Lûtkeya NATO'yê de bi lêv kir ku tu bendewariya wan ji NATO'ye tune ye

Lûtkeya NATO’yê li paytexta Lîtvanyayê Vîlnîusê hat lidarxistin. Serokkomarê AKP’î Erdogan ku tevlibûna Swêde ya nava NATO’yê nedipejirand lê herî dawî gotina xwe daqultand û piştî bazariyên ku di hevdîtinan de hat kirin tê gotin ku dê Tirkiye di rojên pêş de Protokolên Tevlibûna NATO’yê ya Swêdê bîne Meclisê û Swêd jî dê piştgiriyê bide pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê. Her wiha di bazariyên di navbera Tirkiye û Swêdê de yek ji şertan jî şerê li dijî kurdan e. Di pêvajoyên pêş de bandora bazariyên di navbera Tirkiye û Swêdê û endamtiya Swedê wê çawa bandor li ser êrişên Tirkiye yên li dijî kurdan bike tê nîqaşkirin.

Ji aliyê din jî kurd di sedsaliya Peymana Lozanê de ku Kurdistan di nav çar dewletan de hat parvekirin û mafên kurdan hatin binpêkirin, ji bo bi destxistina mafên xwe yên ku hatinê binpêkirin li Kurdistanê û derveyî welêt bi komxebat û civînan nîqaşan dikin. Têkildarî sedsaliya Lozanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 6-7’ê tirmehê de bi dirûşmea “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî” ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve Komxebata Lozanê hat lidarxistin. Di komxebatê de li ser 9 xalan hat rawestandin û yek jî ji van xalên ku herî zêde hatin nîqaşkirin jî pekhatina yekrêziya partiyên kurd bû. Kurd ku di sed salên dawî yên piştî peymana Lozanê rastî gelek qirkirin û polîtikayên pişaftinê hatin, niha ji aliyê kî di sedsaliya Lozanê de li ser bi destxistina mafên xwe nîqaşan dikin ji aliyê din ve jî lûtkaya NATO’yê û bandora wê ya li ser Kurdistanê ji nêz ve dişopînin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, komxebata Lozanê, yekitiya partiyên kurd û nîqaşên Lûtkeya NATO’yê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

Salih Muslim der barê pêkhatina yekitiya neteweyî de bi lêv kir ku yekitiya neteweyî ya Kurdistanê pêwîst e û ev tişt anîn ziman: “Hemû partiyên siyasî stratejiyeke wan hene û hemû kurdan temsîl nakin. Ji ber wê jî kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê pêwîst e. Çi hêzên Kurdistanê, ciwan, rewşenbîr, jin û gişt divê beşdar bibin. Ji bo pirsgirêkên hemû Kurdistanê kongreyeke neteweyî hewceye. Mebesta me ya yekitiyê ne ew ê ku hemû partî di bin sîwana partiyeke de kom bibin, hemû partî bi nêrînên xwe yên cûda hevrêziyek hebe li ser, azadiya welêt, zimanê dayikê, mafên demokrasiyê. Anku hemû welatan jî partiyên wî welatî tevî fikrên cuda li ser van mijaran li hev dikin divê di nav partiyên kurd de jî hebe. Komîsyoneke Kongreya Neteweyî hebe ku pirsgirêkên di navbera partiyan de çareser bike, yên xeletiyan dikin rast bikin. Yek rêziya ku em dibêjin jî di vê çarçoveyê de ye.”

‘Berjewendî li pêş yekitiyê asteng in’

Muslim anî ziman ku berjewendiyên partiyan yek jî astengiya li pêş yekitiya neteweyî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên ku tev li Kongreya Neteweyî nabin ji ber 2 sedeman nabin; yek, ji ber berjewendiyan ya din ji ber tirsa dijmin e. Anku dibêjin em yekrêziyê bipejirînin dibe ku dijmin di ser me de were. Ev her 2 sedem jî li pêş yekitiyê astengin. Anku  tu dinêrê qala yekitiye dikin dibêjin em wisa bikin, lê dema dijmin çav lê sor dike xwe paşta dikşînin.  Ya berjewendiyê jî divê ez ê hêza xwe winda bikim, dijminên min wê pir bibin. Yên ku yekitiyê dixwazin divê van her dû xalan bidin aliyekî yên tirsok nikarin tiştekî ava bikin. Anku dijmin tê welatê te talan dike, gelê te birçî û tazî dike lê te jî dewlemend dike yên ku hestên welatpareziyê bi wan re hebin divê vê yekê nepijirînin. Di kongreya navneteweyî ku bi banga serokatî 2013’an de hat lidarxistin de jî bandora van sedeman hebû ji ber wê jî yekitî pêş neket.”

Muslim got ku ev dixwazin bi hemû partiyên Kurdistanê re têkliyê deynin û ev tişt gotin: “Me dixwest li Rojava em bi ENKS re bi hev re bin lê ji ber ku giredayî PDK ne û di nav koalîsyona Sûriyeyê de ne nikarin tiştekî bikin, her tim bi hevî ne ku hinek tiştekî bikin ew jî jê feyde bigrin. Ji bo em wan jî hembêza dewleta tirk û kolîsyona Sûriyeyê dûr bixin û rêze ji gelê xwe re bigrin jî me tavîz dan lê nêrîna wan her tim cûda bû. Bi mejiyê kevn digotin divê em desthilat bin, projeya ku Rojava tê avakirin jî binê we dikolan ji ber wê jî em negiheştin encameke. Lê dîsa jî em dixwazin, kesên ku dixwazin ji bo welatê xwe tiştekî bikin û ev cesaret jî bi wan re heye rê ji wan re vekiriye. Welat, welatê me hemûyan e em nikarin kesî re bêjin ne ye te ye.”

‘Çareserî Neteweya Demokratîk e’

Muslim di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkên çar aliyên Kurdistanê di paradîgmaya Netewaey Demokratîk de ye û wiha pê dê çû: “Lozan destpêka qirkirina gelan bû, bi taybet jî qirkirina gelê kurd. Li dijî vê peymanê jî ev 100 sal ê têkoşîna me jî berdewam dike. Lê niha rewş jî guheriyê, edî netewdewlet li ser hezên hegemon jî bûne bela. Dixwazin xwe jê xilas bikin. Niha em ewropa dinêrin, çawa ev sînorên netewdewlet hilweşiyan û Ewropa bû yek niha li her derê ev sînorên netewdewlet hildiweşin. Ji ber wê jî berjewendiyên gelê kurd ne netewdewletê, ji her çar aliyên Kurdistanê pirsgirêkên kurdan bi rê û rêbazên demokrasiyê çareser dibin. Weke mînak, netewdewlet çi dike, ziman, aborî, civak bûn û parastinê garantî dike,  lê vê yekê tu dikarê bi Xweseriya Demokratîk jî bike, anku niha li Rojava her tiştê me hatiye parastin. Anku êdî mijara netewdewletê derbas bûye. Netewedewlet di navbera gelan de dijminatiyê dike, ji ber netewedewletan ev qas mirov hatin kuştin, xizmeta kapîtalizme dikin. Ji ber wê mijara Lozanê ku netewedewlet ava kirin edî derbas bûye, ji ber we mijara me ne Lozan e ava kirina demokrasiyê ye. Netewdewlet li ser netewekî ava dibe lê neteweya demokratîk hemû neteweyan bi cûdahiyên wan ve di nav xwe de dihewîne ev jî ji bo herême aramiyê tîne. Ji ber wê jî projeya me ya Rojava demokrasiya radîkal e. Anku êdî dema netewedewletan derbas bûye.”

Hêza cewherî

Muslim der barê hevdîtinên Lûtkeya NATO’yê de û bandora wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de diyar kir ku ew bi hêza xwe bawer in û tu bendawariya wan tune ye. Muslim bi van gotinan axaftina xwe domand: “Heke tu xwe bi rêxistin û bi hez bikî wê deme di nav cîhanê de tu jî dibî xwedî gotin. Mînaka wê jî me li Rojava da. Me li Rojava xwe bi rêxistin kir û parast wê deme xelkê jî em nas kirin. Xelkê ji bo berjewendiyên xwe ji me re têkilî danîn. NATO çi biryar bide jî baweriya me ji hêza me û gelê me heye em ê parastina xwe bikin. Yekitiya Ewropayê dibe, NATO dibe çi saziyên navneteweyî hene nikarin neteweyekî ji holê rakin. Hemû dibêjin, mafê mirovan, demokrasî û hiqûq, em jî dibêjin ku pîvanên wê çi ne bila ser me jî bimeşin, hûn dibêjin demokrasî em jî mihtacî demokrasiye ne, hûn dibêjin mafê mirovan lê mafê me tên binpêkirin. Dema em bihêz bin, ew mecbûr in li gor pîvanên xwe bi me re jî tekiliyê daynin. Ji ber wê tu heviya me ji hezên hegemon tune ye ku tiştekî bidin me, kengî berjewendiyên wan bi me re hebûne tekilî danîne dema berjewendiyên wan qedyanê em avetine. Me ev di dîroka xwe de jî dîtiye. Ji ber wê divê em bi heza xwe bawer bin.”

Avakirina NAYO’yê

Muslim bi lêv kir ku hezên hegemonîk ji bo firotina çekan di nav bera gelan de şer derdixin û wiha got: “NATO ji bo berjewendiyên desthilatdariyê ava bûye. Weke mînak niha NATO di şerê Ûkrayna û Rûsyayê de alîgir e lê em di vî şerî binêrin; gelê Ukraynayê şer naxwazê, gelê Rûsyayê jî şer naxwazê û gelê Ewropayê jî şer naxwazê lê çi ma ev şer berdewam dike. Ji ber ku li wir tekelên modernîteya kapîtalîst hene, çekên xwe difroşin ji ber wê jî naxwazin şer bi dawî bibe. Sedema hemû şerên ku cîhanê dertên jî ev in. Divê gelê me jî di van xalan de hişyar be.”

Di dawiya axaftina xwe de Muslim wiha bal kişand ser bazariyên di navbera Tirkiye û Swedê de: “Tirkiye ji roja ava bûye heta niha kurdfobî pê re heye. Dijminatiya kurdan dike, ne niha ji avabûnê ve heta niha bi siyaseta xwe jî dijminatiya kurdan dike. Kurd jî li dijî vê yekê li ber xwe didin. Ji ber wê jî her çar aliyên Kurdistanê êrişî kurdan dike. Anku hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava kirine. Şerê li dijî kurdan jî bû sedem ku Tirkiye ji aliyê aborî ve îflas bike. Cudahiya dewleta tirk ku li Bakur kiriye ya ku DAIŞ’ê li Rojava kiriye tune ye. Li ser Swedê jî şert kirine ku alîkariya YPG û PYD’ê nekin. Anku çi dijminatiya me ji Ewropa heye, em li her derê biratiya gelan dixwazin. Lê Tirkiyê ji bo êrişî kurdan alîkariya wan dixwazê, lê ez ne bawerim NATO alîkariya wan bike. Hem li Swedê hem jî li Ewropê nehezkirinek li dijî Tirkiyeyê heye. Ew wisa xwe dibînin ku weke Siltanên Osmaniyê hemû dinya wê li gor wan tevbigere lê ez bawer nakim ku weke xwestekên wan bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar