Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Em bi PKK’ê re bûn artêş û em ê têkoşînê bigihînin serkeftinê’

YJA-STAR diyar kir ku Tevgera Jinan a ku bi PKK’ê re bû artêş ji bo ku sedsala 21’emîn bike sedsala jinan dê têkoşîna xwe ber bi serkeftinê ve mezintir bike

Fermandariya Bîryargeha Navendî ya YJA-STAR bi boneya 42’yemîn salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. YJA-STAR’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tevgera jinan a ku bi PKK’ê re bûn artêş ji bo ku sedsala 21’emîn bike sedsala jinan dê têkoşîna xwe mezintir bike.

Temamiya daxuyaniya YJA-STAR’ê wiha ye:

“Tevgera me PKK, di şerê azadiyê de destpêkê ji bo gelê kurd û ji gelemperiya mirovahiyê re banga jiyana bi rûmet dike. Salvegera 42’yemîn a tevgera me ya azadiyê PKK’ê, serî de ji mîmarê meşa zaferê Rêber Apo re, şehîdên me yên qehreman re, gelê me yê welatparêz û hemû mirovahî re, hêza pêşeng a berxwedanê jinan re pîroz dikin. Ji Heqiyan heta Xelîl û Kemalan, ji Mazluman heta Egîdan, ji Sarayan heta Zîlan, Delal, Şevîn, Helmet, Demhat û Cemîlan şehîdên me yên qehreman ku di xeta zaferê de hebûna PKK’ê afirandine, nirxên mezin a têkoşîna me bê eman meşandine bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Carek din soz didin, em ê nirxên ku bi têkoşîna bênavber a PKK’ê ve hatine afirandin heta dawî biparêzin.

Felsefeya jiyana azad ya PKK’ê, bi mîrateya civakî ya Seyîd Riza û Besêyan, Şêx Seyîd û Leyla Qasiman gihîştiye şêweyê, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinê ya Serok Apo ve digihîje lûtkeyê. Tevgera me ya Azadiyê PKK, bi şerê gel û gerîla re nirxên civakî ya ku sedansalane hatine winda kirin, bi zihniyeta netew-dewlet ve hatine qirkirin ji bo ku ji nûve bidest bixe bênavber şer dimeşîne. Bêguman jinên kurd di nava vê têkoşînê de bi hêzên YJA Starê (Yekîneyên Jinên Azad a Star), YPJ, YJŞ û YJRK’ê (Yekîneyên Parastina Cewherî ya Yinan) ve pêşengtiya berxwedana jinan û gelan dikin heman demî hemû jinên cîhanê de jî lêgerînên parastina cewherî, gihandina nasname û îradeya xwe bihêz dike. Êrîşên qirker a ku di şexsê gelê kurd û PKK’ê de li dijî nirxên civakî pêk tên di rastiyê de gefekî mezin a li hemberî hemû gelên cîhanê ye û qira civakê dike armanc. Di serdemekî wiha de têkoşîna mirovahiyê ya ku di pêşengtiya Serok Apo de li hember hêzên hegemonîk û pergala kapîtalîzmê pêşdikeve serî de ji bo jinan û gelên cîhanê dibe ronahiya hêviyê. Roja îro pêşengtiya Serok Apo de berxwedana jiyana birûmet a PKK’ê pêşdikeve, di armancekî hevpar de gelan gihandiye hevdu û xwedîderketina destkeftiyên têkoşîna şoreşê wek xwedîderketina destkeftiyên mirovahiyê pêk tê. Lewra PKK, di nava derfetên herî zehmet û demên ku herî zêde êrîşên hovane li hemberî nirxên civakî ya gelan pêkhatî de şerê azadiyê daye meşandin, rûmeta mirovahiyê bi şêwazê gerîlatiyê gihandiye bilindahiyê. Ji ber vê yekê roja îro wateya PKK’ê gel e, PKK; di xeta zaferê de wek rêheval Kemal Pîr û rêheval Sara têkoşîna şoreşê û rûmetê dayîna meşandin e. PKK; di şoreşa mirovahiyê de serkeftina Serok Apo ye û hêviya hemû serdama ne.

Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de pevçûnên di navbera hêzên hegemonîk herî zêde li Rojhilata Navîn û bi taybetî wek navend li Kurdistanê pêşdikeve, hêviyên jiyana azad, yekitiya gelan û jinan dike armanc. Faşîzma AKP-MHP’ê bi piştgiriya hêzên hegemonîk li her derî Kurdistanê êrîşên qirkirinê pêk tînê, bi van êrîşan re armanc; pergalên xwe yên faşîst, dagirker yê ku bi hilweşînê re rû bi rû ye li ser lingan bigirin e. Êrîşên qirkirinê ya ku li ser şoreşa rojavayê Kurdistanê, bakur û başûrê Kurdistanê de pêşdikevin di bingeh de pergala Konfederalîzma Demokratîk ya ku Serok Apo afirandî, dike armanc. Şerê qirêj a ku bi zihniyetê zilam ve li hember kurdê azad, jin û civaka azad pêşdikevê de yên ku bigihîjin zaferê gelê kurd be, jin û mirovahî serbikeve. Gelên herêmê di pêşengtiya jinên kurd û gelê kurd de li rojava, başûr û bakurê Kurdistanê li hember çeteyên Erdogan û DAIŞ’ê li ber xwe didin, bi berxwedanên bêhempa dîrokê dinivisînin. Ruhê berxwedêr a Mazlum û Sarayan di roja îro de li rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya şervanên HSD,YPJ,YPG’ê û şervanên qehreman ên wek; Amara, Cudî, Zîn û Çîçekan de dewam dike. Destkeftiyên ku bi Rêber Apo û berxwedêrên qehreman a PKK’ê ve hatine afirandin roja îro ji aliyê gelê kurd, gelên cîhanê û herêmê ve tên parastin. Têkoşîna rûmetê ya ber bi zaferê de berdêlên giranbûha tê dayîn. Gelê kurd aa ku bi PKK’ê re ji nûve vejîna xwe jiyan kiriye di demên dîrokê ya niha de û temam kirina sala 42’yemîn de ji her demî bêhtir xwedan meşekî bi biryar û bawer e. Wê girêdanbûna bi pêşerojeke azad û Serok Apo re bibe ronahiya têkoşîna gelan. Berxwedana sedsala bi têkoşîna rûmetê û pêşengtiya jinan bigihîje zaferê.

Keç û xortên egîd ên vî gelî di rêya heqîqetê de bi têkoşîna azadiyê a PKK’ê bawer kirin û bêfikar wek hilbijartina jiyana bi rûmet li hember çeteyên herî hov ên vê serdemê û çeteyên tirkan, canê xwe feda kirin. Bi vê rastiyê re PKK, bûye partiya gelekî û rêya serkeftina zehmetiyan jî nîşan daye. Êrîşên noker û qirker a ku li hember lêgerîna jiyana birûmet a gelan pêşdikevin wê têkoşîna birûmet ya PKK’ê re teqez binbikevê. Wek yekîneyên jinên azad YJA Starê, li her derê bi sekna rêhevalên me yên şoreşger; Zîlan, Bêrîtan, Sara û Delalan ve, em ê li hember tundiya ku bi zihniyetê desthilatdar û serdest ve di şexsê jin de civakê dike armanc, têkoşîna xwe mezintir bikin. Li rojavayê Kurdistanê têkoşîna rûmetê carekî din nîşan da ku zihniyetê zilam ê serdest herî zêde jinên ku bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nûve avakirî ditirse û dike armancê êrîşan. Wê jin, bi mîrateya berxwedanê ya dîrokî pêşengtiya têkoşîna azadiya gelan bike.

Jinên kurd di pêşengtiya Medya Mava, Şevîn Bîngol, Zîn Kobanê û Hemrîn Xelefan de agirê berxwedanê gihandine îradeyeke azad. Tevgera me ya jinan a ku bi PKK’ê re bû artêş ji bo ku sedsala 21’emîn bike sedsala jinan dê têkoşîna xwe ber bi zaferê ve mezintir bike. Em ê di serî de tola gelê me yên Kurdistanê û gelên herêmê hilînin. Wek hêzên YJA Starê, em ê di şopa şehîdên me yên qehreman de heta ku bigihîjin zaferê têkoşîneke bê eman bimeşînin. Carek din teqez biryardariya xwe nû dikin û şehîdên me yên şoreşê yên ku cewhera PKK’ê bi xwe ne rêzdarî bi bîr tînin. Cardin soz didin, em ê şerê rûmetê ya ku mîrateya şehîdên me yên qehremane bidin berdewam kirin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar