Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em bi yek dengî li ber dijminê Kurdistanê rabin’

FED-DEM'ê anî ziman ku hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re êdî sebra gelê wan nehiştiye û got: "Em bangê li gel û dostên xwe hemûyan dikin ku li dijî vê tevgera dagirkerî û xiyanetê bê deng nemînin. Em bi yek dengî li ber dijminên Kurdistanê rabin."

Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li bakurê Almanyayê (FED-DEM) li ser hevkariya PDK’ê ya bi artêşa dewleta tirk a dagirker re daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di sedsaliya peymana Lozanê de dewleta tirk a dagirker ji bo tunekirina mafên kurdan tevî hevkarên xwe peymanên nû li dijî kurdan çêdike û hate gotin, “Her wiha dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê girantir dike. Hewl dide tevgera azadiyê dorpêç bike û tune bike.”

FED-DEM’ê ragihand ku tevgera azadiyê jî li dijî hemû dijminên kurd û Kurdistanê 50 sal in li ber xwe dide, berdêlên giran dide û got: “Em dikarin bibêjin şervanên azadiyê ji bo me xeta sor e. Ev gelek sal in tevgera azadiyê li dijî şerê navxweyî hewldan û hevdîtinên girîng pêk tîne. Lê belê li dijî hevkariyên bi dewleta tirk re encamên erênî nehatine girtin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku herî dawî ji berpirsyarên polîtburo ya PDK’ê Elî Ewnî bi daxuyaniyên xwe hevkariya bi dewleta tirk a dagirker û dijminatiya li tevgera azadiyê bi şênberî nîşan da û hate gotin: “Wî kesî di tasfiyekirina PDK a Rojhilat de roleke mezin lîstiye. Ev erêkirina îxanetê ye û ji bo gelê me sînorê sebir û tehamûlê tîne asta dawî. Em wekî FED-DEM bangê li gel û dostên xwe hemûyan dikin ku li dijî vê tevgera dagirkerî û îxanetê bê deng nemînin. Em bi yek dengî li ber dijminên Kurdistanê rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar