Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Salı - 9 Temmuz 2024

Em bibin Leyla û tecrîdê bişikînin

Parlamenterên HDP’ê ji bo mitînga Stenbolê ya piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê axivîn û bang li herkesî kirin ku bibin Leyla û ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan biherikin Qada Azadiyê ya Bakirkoyê

Di 3’yê sibatê de ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngek bê lidarxistin. Dê mîtîng bi dirûşma “Wê tarîtiya tecrîdê bê şikandin! Wê meşaleya azadiyê pêkeve! Wê gel bi berxwedanê bi ser bikeve!” pêk were. Parlamenterên HDP’ê ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) re axivîn û ji bo mîtîngê bang kirin. Parlamenteran di bangawaziya xwe de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku di roja 83’yemîn de didome û xwestin her kes beşdarî mîtîngê bibe.

Parlamnetera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya destnîşan kir ku Guven ji bo ku rê li ber aştiyê vebibe ketiye greva birçîbûnê û ev bang kir: “Leyla Guven ji bo mafê demokratîkbûyînê yên bi milyonan kesî, ji bo dawî li tecrîdê bê û rê li ber aştiyê vebe di greva birçîbûnê de ye. Divê em dengê xwe li dengê Leyla Guven zêde bikin. Çalakî didome. Ji bo em jî xwedî li vê çalakiyê derkevin, em di 3’yê sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bên cem hev.” Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû jî destnîşan kir ku di jiyanê de çalakiya herî mezin ew e ku mirov bedena xwe bide ber mirinê û ev bang kir: “Hevala me Leyla Guven jî yek ji wan kesan e. Em hemû dizanin ji bo domandina şer tecrîd helwestek e. Loma divê em bertek nîşan bidin. Di 3’yê sibatê de em li benda hemû kesên ku doza edalet, aştî û azadiyê dikin in.”

‘Divê em hemû bibin Leyla’

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku her diçe berxwedana Leyla Guven mezintir dibe û ev bang kir: “Ji bo em dengê xwe li dengê Leyla Guven zêde bikin, ji bo em bo wê bibin deng û jiyan berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan. Piştî mîtînga Amedê niha dor a Stenbolê ye. Em di 3’yê sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê li benda hemû kesên azadîxwaz, aştîxwaz û edaletxwaz in. Ji bîr nekin Leyla ji bo me hemûyan li ber xwe dide. Divê em hemû bibin Leyla û teqez tecrîdê bişikînin.” Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî destnîşan kir ku ew li dijî polîtîkayên qesrê, xizaniyê, şer û neçareserkirina pirsgirêka kurd herkesî di 3’yê sibatê de vedixwînin mîtînga Stenbolê.

‘Werin em dengê xwe bikin yek’

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî ev bang kir: “Em li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê li benda hemû demokrasîxwaz, aştîxwaz û kedkaran e. Li vî welatî em di pêvajoyeke tecrîdkirî re derbas dibin. Leyla Guven ji bo tecrîd ji holê rabe û rê li ber aştiyê vebe di greva birçîbûnê de ye. Tenê ne ew, gelek girtî jî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne. Ji bo xwe doza tiştekî nakin. Ji bo demokrasî, azadî û aştiyê di grevê de ne. Werin em bi hev re bibin dengê hevalên xwe û di 3’yê sibatê de dengê xwe bikin yek.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar