Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em bimrin jî em dest ji xaka xwe naberdin’

Jinên li Semsûra ku di erdhejê de hemû avahiyên wê hilweşiyane, diyar kirin ku çi dibe bila bibe wê xaka xwe neterikinîn û gotin “Çûyîna ji van deran ne çareserî ye, em ê dest bidin hev û li ser lingan bimînin.”

Di erdhejê de yek ji bajarên ku bi hezaran kesan lê jiyana xwe ji dest dane Semsûr e. Jinên Semsûrê hewl didin jiyana xwe bidomînin. Hemwelatiyên ku cenazeyên xwe defin kirin, bi hevkarî û piştevaniya hev xwe li ser lingan digrin. Piştî erdhejê gelê ku neçar maye bajar biterikîne, gelek ji wan careke din vegeriyan bajarê xwe. Jinên ku ji bajar derneketin li gund û di konan de dimînin bi gotina; “Ev der xaka me ye em xaka xwe bernadin” diyar kirin ku ew ê li warê xwe bimînin.

‘Çûyîna ji Semsûrê ne çaresarî ye’

Remziya Dalbaş ku di erdhejê de birayê xwe biraziyên xwe, hevjîna birayê xwe û bi dehan kesûkarên xwe winda kiriye, li Komura girêdayî navendê dijî. Remziya Dalbaş diyar kir ku bi rojan di wesayîtê de mane û weke dilxwaz alîkariya xwarina ku tê amadekirin dike û wiha behsa sedemên neterikandina bajar kir û got: “Em biçin ku derê wê Semsûr li gel me were û terikandina bajar ne çareserî ye. Em wan mirovên xwe yên ku me di erdhejê de winda kirine li pişt xwe nahêlin. Roja erdhejê em gelek hejiyan, dema em derketin baran û firtona hebû, piştre em ketin wesayîtan û sê rojan em di wesayîtan de man. Ne nan, ne av tiştek tunebû, min ji malbata xwe gelek kes winda kirin. Terikandina Semsûrê ne çareserî ye divê hinek bimînin, ez biçim cihekî din jî nikarim li wê derê berdewam bikim. Ez biçim bajarekî din jî wê aqilê min bimîne li vê derê, em bimrin û bimînin em ê li warê xwe bin û ez naçim tu derê.”

‘Em ê bi hevgirtinê li ser lingan bimînin’

Remziye Dalbaş da zanîn ku piştî erdhejê hemû kesên ku ji nişkava ji bajar derketin, poşman bûne û careke din vegeriyane û wiha domand: “Em ê bi awayekî jiyana xwe bidomînin, li bajar gelek kes hene ku bajar neterikinin û em ê bi hevgirtinê, xwe li ser lingan bigrin. Hemû zaroktiya min ciwantî û hemû biranînên min li vê derê ne. Min li vir birayê xwe, hevjîna birayê xwe, zarokên wan û malbata xwe winda kir. Li vê derê hemû tiştên min hene, ez vana bernadim û naçim. Wê Semsûr ji nexşeyê ranebe, gelek mirovên ku neçin hene. Yek ji mirovên ku neçin jî em in, em ê li vê derê bimînin em ê bi hevgirtin û parvekirinê li ser lingan bimînin. Ez li ser kavilan çar rojan li benda birayê xwe û mirovên din mam. Ez vana tu carî ji bîr nakim. Êdî tu gotin nemaye. Çûyîna cihekî din ne çareserî ye, em avê jî bikşînin û bi xwe nan jî çêbikin, em ê bi awayekî hewl bidin xwe li ser lingan bigrin.”

‘Ma mirov xaka xwe berdide û diçe!’

Xezal Dalbaş hem li Meletiyê hem jî li Semsûrê erdhej dîtiye û diyar kir ku di erdhejê de hevjînê wê di bi kavilan de maye û bi alîkariya cîranan wê ji bin kavilan derxistine wiha got: “Piştî roja erdhejê em hem di konan de, hem jî di wesayîtan de man. Em ji vê derê neçûn cihekî, em biçin em ê çi bikin. Ma mirov xaka xwe berdide û diçe? Ji vê derê tenê yên nexweş û ên ku zarokên wan hene çûn. Mirovên ku çûne jî careke din vegeriyan, neçar in werin vê derê, ev der xaka me ye, em li warê kesên din nikarin bijîn. Ger em bikaribin em ê careke din malên xwe ava bikin. Ger em malên xwe çênekin jî em ê careke din li vê derê bimînin. Tu niyeta me ya çûyîna ji vê derê tune ye, em ê li hemberî hemû zehmetiyan xwe li jiyanê bigrin û li bajar bimînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar