Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Em dakevin qadan û îradeya xwe biparêzin’

Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), KON-MED û TJK-E’yê bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û xiyaneta PDK’ê dan. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku gelê kurd li dijî dagirkerî û xiyanetê dakevin qadan.

TJK-E’yê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê da û bang li kurdên li Ewropayê, jinên Kurd, hêzên şoreşger û demokratîk, hêzên femînîst kir ku dakevin qadan, xwedî li îradeya azad derkevin û Kurdistanê biparêzin. KON-MED’ê jî ragihand ku dewleta tirk bi êrişên hewayî û bejahî careke din hiqûqa navneteweyî binpê kiriye, sûcê şer kiriye û bang li kurdên li Almanyayê û dostên wan kir ku beşdarî çalakiyên îro bibin. Her wiha Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) jî li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da û bang li kurdên li Swîsre, Swêd û Danîmarkayê dijîn kirin ku dakevin qadan.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê da. Daxuyaniya TJK-E’yê wiha ye: “Dewleta tirk a faşîst li ser qadên Zap û Kurêjahro yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê kiriye. Beriya her tiştî em dixwazin gotina dawî bêjin ku ti êriş wê li hemberî îradeya gelê kurd nikaribe bi ser bikeve; îdîaya azadiyê wê bê parastin, meşa azadiyê wê nikaribe bê rawestandin û êriş wê bêne têkbirin. Li gorî daxuyaniya HPG’ê ji êvara 18’ê nîsanê û pê ve bi taybetî li xeta Başûr êriş zêde bûn. Ev rewş jî nîşan dide ku bi hevkariya PDK-Dewleta tirk planeke nû ya qirêj ketiye meriyetê ku berê di çapemeniyê de işaret pê hatibû kirin. Sedema danûstandinên rojên dawî yên navbera rayedarên PDK’ê û dewleta tirk aşkere bû. Sibata derbasbûyî dewleta tirk li heman xetê êrişî Garê kiribû, lê belê mîna êrişên beriya wê ew êriş jî têk çûbû. Gerîla li Garê, Werxelê, Mamreşo, Zendûra û Girê Sor bi berxwedaneke bêhempa, berdêlên giran da be jî bersiv da yên ku dixwazin îradeya gelê Kurd bişikînin. Operasyonên li derveyî sînor ên di salên 1990’î de, têkçûna li Zapê ya sala 2008’an û herî dawî jî êrişên di salên 2020-2021’ê de hatin kirin çawa ku dewleta tirk a faşîst têk çû, vê carê jî bi armanca tunekirin û tasfiyeyê, tevî PDK’ê dest bi êrişê kir. Ev êriş ji bo destketiyên gelê kurd, ji bo sekna azadiyê ya jinên Kurd gefeke mezin e. Eger li hemberî van êrişan sekneke topyekûn bê nîşandan û xwedî li berxwedana gerîla bê derketin, çawa ku dewleta Tirk berê têk çû wê careke din têk biçe û ji bo dewleta tirk bibe destpêka bidawîbûnê. Newroza Rêbertî ya sala 50’emîn û qadên 8’ê Adarê nîşanî dost û dijmin her kesî da ku ev îradeya azadiyê bi êrişan naşikê. Ev îrade xwedî wê hêzê ye ku êrişan hemûyan têk bibe. Bi vê bîr û baweriyê em bang li gelê kurd ê li Ewropayê, jinên kurd, hêzên demokratîk û şoreşger, hêzên femînîst dikin ku dakevin qadan, xwedî li îradeya azadiyê derkevin û Kurdistanê biparêzin.”

KON-MED: Li dijî dagirkerî û xiyanetê bi ruhê seferberiyê dakevin qadan!

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) jî bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk da.

Daxuyaniya KON-MED’ê û bernameya çalakiyên ku wê li Elmanyayê bêne lidarxistin wiha ne: “Dewleta tirk a mêtinger li pêş çavên tevahiya cîhanê bi polîtîkayên qirkirinê Kurdistanê dagir dike û êrişên li dijî gelê kurd dewam dike. Bi van êrişan dixwaze gelê Kurd bêstatu bihêle û destketiyan tune bike. Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê û bi piştgiriya hêzên navneteweyî dixwaze encamê bi dest bixe. Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li her qadê gelê me di Newroza 2022’an de rabû serhildanê û bersiva herî mezin da. Dagirkerên ku nekarîn xwe li vê rabigirin destpêkê li zindanan êrişî girtiyên siyasî yên dîlgirtî kirin û komkujî kirin. Niha jî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin û dixwazin berxwedana gerîla bişikînin. Li dijî van hemû êrişan, Gerîlayên Azadiyê ku li çar parçeyên Kurdistanê yekane hêviya gelê kurd e, berxwedaneke destanî nîşan didin û gelê Kurdistanê û destketiyên wan diparêzin. Dewleta tirk a dagirker di van êrişên dagirkeriyê yên bêexlaq de bombeyan li gundan dibarîne û komkujiyan dike. Bi êrişên heyî yên hewayî û bejahî re dewleta tirk a dagirker careke din hiqûqa navneteweyî binpê dike û sûcê şer dike. Gelê kurd wê li hemberî van êrişan xwedî li zarokên xwe derkeve, li dijî dagirkerî, şerê qirkirinê û xiyaneta PDK’ê li her qadê bênavber li ber xwe bide. Li ser vê bingehê bi navê KON-MED’ê em bang li gelê xwe yê li Almanyayê dikin û hemû dostên xwe yên dijberên şer dikin ku bi ruhê seferberiyê beşdarî çalakiyên 18’ê nîsanê bibin.”

Bernameya çalakiyan wiha ye: Koln, Li pêşiya Dêra Domê, Saet: 17.00. Dusseldorf, HBF, Saet: 17.00. Bielefeld , HBF, Saet: 17.00. Dortmund, HBF, Saet: 17.00. Duisburg, HBF, Saet: 17.00. Osnabruck, HBF, Saet: 17.00. Bonn, Munsterplatz, Saet: 17.00. Leipzig, HBF (Willi Brand Platz), Saet: 18.00. Berlin, Alexanderplatz, Saet: 14.00. Dresden, Albert Platz, Saet:18.00. Halle, Marktplatz, Saet:18.00. Magdeburg, HBF, Saet:18.00. Hamburg, Jungfernstig, Saet: 18.00. Kasel, Konig Platz, Saet: 17.00. Hannover, HBF, Saet: 18.00. Kiel, HBF – Saet: 18.00. Stuttgart, Lautenschlager Str., Saet: 15.00. Freiburg, Platz der Alten Synagog, Saet: 15.00. Munchen, Karlsplatz Stachus, Saet: 15.00. Frankfurt, Bockenheimerwarte, Saet: 15.30. Saarbrucken, Europa galerî, Saet: 15.00. Gießen, Kirchenplatz, Saet: 17.00. Mannheim, Paradeplatz, Saet: 16.00.

Kurdên li Swîsre, Swêd û Danîmarkayê li dijî dagirkeriyê dadikevin qadan

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, kurdên li Swîsre, Swêd û Danîmarkayê jî dê li gelek bajaran dakevin qadan.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê, li gelek bajarên Swîsreyê wê vê Duşemê bi hemwextî çalakî bêne lidarxistin. Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ev bang li Kurdistaniyan û dostên wan kirin: “Bi êrişên bejahî û hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re dagirkirina Kurdistanê û tunekirina topyekûn a gelê kurd dikin armanc. Li dijî konsepta êrişê ya nokeran em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî çalakiyan bibin.

Çalakiyên ku dê 18’ê nîsanê duşemê (îro) bêne lidarxistin wiha ne: Zurîh: 14.30 / Bahnhofplatz. Bern: 17.00 / Bahnhofplatz. Lozan: 18.00 / rue Saint Laurent (Pêşiya Dêrê). Cenevre: 18.00 / Mont Blanc (Pêşiya Postaxaneyê). Solothurn: 18.00 / Bahnhofplatz. Luzern: 17.00 / Bahnhofplatz.

Li Swêd û Danîmarkayê jî bi heman armancê wê çalakiyên şermezarkirinê bêne lidarxistin. Bernameya çalakiyan a li herdu welatan wiha ye: Stockholm Saet:14.00 Cih: Sergelstorg. Goteborg Saet: 15.00 Cih: Brunnsparken. Västerås Saet: 17.00, Cih: Storatorget. Orebro Saet: 16.30 Cih:  Våghustorget. Gävle Saet: 14.00 Cih: Storatorget.

Li Danîmarkayê jî dê  li Kopenhagê saet: 16.00’an de li Rådhusplatsen çalakî pêk were.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar