Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em dest bi seferberiya edaletê dikin’

Hevserokên HDP’ê diyar kirin ku ji bo avakirina edaleta civakê dê heya meha hezîranê dest bi seferberiyê dikin û wiha gotin: “Em bang li hemû hêzên muxalîf ên civakî û demokratîk, hemû mirovên bi wijdan dikin ku li dijî bêedaletiyê hêza xwe bikin yek û têbikoşin.”

Deklarasyona kampanyaya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê ji aliyê hevserokên partiye Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve hat aşkerakirin. Deklarasyona bernameya têkoşîna HDP’ê ya ku ji bo avakirina edaleta civakî ku dê heya meha hezîranê dewam bike, wiha ye:

1-Pergala hikûmeta serokkomariyê ya rejîma bêedaletî û newekheviyê ku bûye sedama krîza aborî, civakî û siyasî yên demek dirêj e li Tirkiyeyê dewam dike, li hemû qadên jiyanê belav bûye. Hilweşandin, bêçareserî û xitimandinên ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê hatiye avakirin, jiyana civakê xistiye nava zor û zehmetiyek mezin.

Êdî hişmendiya nelirêtiyê, cihêkariyê, cudakariyê, tundiyê, kîn û nefretê, gef û zayendparestiyê civakê ber bi du bendiyê ve dibe. Di bingeha hemû van hemû krîz, hilweşandin, zor û zehmetiyan de bêedaletî heye.

Civakek encex bi edaletê dikare hebe. Ger edalet tune be, civak jî tune dibe û welat ber bi hilweşandinê ve diçe. Çi dema ku edalet ji nava civak û jiyana siyasî bê rakirin, li şûna wê tenê pergala derew, talan û zilm dimîne. Îro pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgirêka bêedaletiyê ye.

Bêçaresertiya heyî, her roj êşên nû zêde dike. Duh salvegera hovîtiya jêrzemînîn Cizîrê bû. Em Cizîr ji bîr nekiriye. Em bi vê wesîleyê, kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û ji bo ku carek din ew pêvajoya reş û tarî neyê jiyîn divê çareseriya demokratîk bê avakirin û têkoşîna ji bo edaletê bê mezin kirin. Em ê vê israra xwe di her qadê de dewam bikin.

Di aboriyê de bêedaletî û xizanî

2-Di navbera bêedaletî, îstîsmara aborî û xizantiyê de, girêdanbûnek mezin heye. Dabeşiya dahatuyê, her roja diçe mezintir dibe. Bacaayên ji gel tên komkirin, bi destê desthilatdariyê li alîgirên sermayeyê tên belavkirin. Ji ber vê yekê her roja diçe, çerxa talan û kedxwariyê girantir dizivire. Bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd 19) re bêedaletiya civakî mezintir bû. Emekdar hespî malê hatin kirin, bi milyonan karker ji karên xwe hatin avêtin û bi sedhezaran esnaf îflas kirin lê hemû jêderkên cemawarî ji bo komên sermayeyê yên edalatên dilê qesrê hatin belavkirin.

Bêedaletî û rejîma qeyûmê

3-Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo ku rejîma xwe ya keyfî û bêedalet dewam bike, dixwaze bi temamî qada siyasî betal bike. Mînaka vê ya herî mezin jî rejîma qeyûm e. Dixwaze bi pergala dizîtiya siyasî rejîma qeyûm ava bike. Vê desthilatdariyê zelalî û kontrola di rêveberiya cemawerî de ji holê rakiriye û her tim bêedaletiyê hildiberîne.

Bêedaletî û daraz

4-Di qada daraz û hiqûqê de jî, bêedaletî û rizandinek mezin heye. Îro bêhiqûqî, zext û bêedaletî ya herî mezin bi destê dozger û dadgehan tê kirin. Pergala darazê li şûn hiqûqa gerdûnî mêze bike, li hiqûqa qesrê mêze dike. Bi vê yekê dixwazin, pêşeroja vî welatî, mehkûmî bêedaletiyeke muebet bikin.

Pergala darazê ya ne serbixwe û alîgir, nirxên hiqûqî yên gerdûnî û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) tune dihesibîne. DMME ji Tirkiyeyê xwest ku hevserokê me yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bê berdan. Lê desthilatdariyê îlan kir ku ew ê vê biryara DMME’yê bi cih neyne. Qesrê bi vê îlankirina xwe ferman da darazê. Qesrên edaletê, êdî bûne nûnerên bêedaletiya qesrê ku hemû fermanên wê bi cih tînin.”

Bêedaletiya nenasînê û neçareserî

5- Îktîdara AKP-MHP’ê di nava hewldana tunekirina edaletê de ye ku ji kokê bibire. Dizane ku wê bi piştevanî û riza xelkê li ser pêya bimîne. Ji ber vê jî her tim dubendî û zimanê nefretê dixe nava civakê. Di nava hewldana ku temenê xwe bi cebîr û tundiyê dirêj bike de ye. Zimanê nefretê yê dijminatiyê di serî de li dijî kurdan ji bo tevahiya civakê bikar tîne û ev ziman li dijî nasname, bawerî, zayendî û çandan e.

Mafên gelê kurd ên însanî û xwezayî wek çand, nasname, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û xweîfadekirina bi azadî tên desteserkirin. Dema gelê kurd vê daxwaz dike jî dibe mijara cezakirinê. Rejîma qeyûman a bêhqiûqî û dijqanûnî ava kirine û ev rejîm mafê hilbijartin û hilbijêrên kurdan desteser dike. Mafê demokrasiya xwecihî û xwerêvebirinê tê tunekirin. Rêveberiya yekzilamî di pirsgirêka kurd de bêçareseriyê esas digire û bi siberoj û aramiya gelên Tirkiyeyê bi awayek talûke dileyîze. Pirsgirêka kurd bêçareserî hatiye hiştin û krîza demokrasî û edaletê li her qadê kûr bûye. Krîzan zêde dikin û li ser vê jî bi polîtîkayên ewlekariyê dixwazin welat bi rêve bibin. Ev feraseta şerxwaz çareseriya demokratîk li pêşiya xwe astengiya herî mezin dibîne.

Yek ji qadên herî zêde ku bêedaletî lê diqewime jî qada azadiya bawerî û çandan e. Nexasim li dijî civaka elewî ji dîrokê heta niha bêedaletî pêk tê û her ku diçe ji aliyê îktîdarê ve bêdaletiyek nû derdikeve pêşiya elewiyan. Elewî ketine ber armanca zimanê nefretê û cihêkariyê. Daxwazên elewiyan bêbersiv bên hiştin. Lê divê elewîtî were nasîn.

Her wiha li aliyê din rejîma qeyûm ango sepana qeyûm çawa ku ji bo kurdan rewa hat dîtin niha jî gav bi gav li ser şaredariyên muxalîf ên rojavayê Tirkiye û zanîngehan tê sepandin. Çawa ku qeyûm li ser Zanîngeha Bogazîçiyê sepandin, gav bi gav dê qeyûm deynin ser gelek sazî û dezgehên ku serê xwe ji îktîdarê re natewînin. Yasaya danîna qeyûman a ser rêxistinên civakî jî di meclisê de hat pejirandin.

Girtîgeha û bêedaletî

6- Li girtîgehan her cûre îşkence û muamaleya dijmirovî bi awayek sîstematîk tê sepandin. Em yasayan deynin aliyekî ev kirin ne li gorî nirxên exlaq û wijdanî ne. Însaniyetî û wijdan û exlaq tê binpêkirin. Îşkenceya tecrîd ku sûcek gerdûnî ye li ser birêz Ocalan ê li Îmraliyê û girtiyên din wek zextek siyasî tê sepandin û bikaranîn. Rapora CPT û biryarên Konseya Ewropayê bêhiqûqî, tecrîda girankirî tespît kirin. Greva birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dane destpêkirin di roja 74’emîn de ye. Dixwazin îşkence û lêgerîna tazî ya li zindanan û navendên binçavkirinê bikin rewşek asayî. Bêedaletî û bêhiqûqiya mezin li vir dest pê dike. Li gel ku cezayên hin girtiyan qediyaye jî bi awayek kêfî nayên berdan.

Jin û bêedaletî

7- Herî zêde jin bi bêdaletiyê re rû bi rû dimînin. Kiryarên tundî û kuştinan tên parastin û jin jî her tim bi zext, tundî, girtin û qetilkirinê re rû bir û dimînin. Ev yek nabe rojev jî. Bêedaletî û newekheviya aborî, siyasî û çandî adeta bûye ji rêzê. Jin bi feqîrî û bêkariyek giran re rû bi rû ne û ev bêdaletiya aborî û keda jinan were dîtin jî nabe rojev.

Li aliyekî êrîşên giran li ser jinan didomin li aliyekî jî îktîdar dixwaze ji Peymana Stenbolê vekişe. Lê gotinên vekişînê bi serê xwe xetere ye. Sedemê zêdebûna tundiya zilaman a li ser jinan jî ew e ku îktîdar ji têkoşîna jinan ditirse. Çimkî jin vê îktîdarê dihejînin. Tu pergalek ku jin li dijî wê serî rakin wê temenê wê ne dirêj be.

Ciwan û bêedaletî

8- Îktîdara AKP-MHP’ê bi polîtîkayên ku rêve dibin ve dixwazin êrîşî qadên jiyanê yên ciwanan bikin û ciwanan bênefes bihêlin. Ciwan li dijî îktîdarê serê xwe natewînin. Îktîdar ciwanan wek talûke û dijmin dibîne. Îktîdar dixwaze ciwanan ji rexnekirinê, têkoşînê û parastina azadiyê û siyasetê dûr bixe. Ji bo vê yekê jî serî li her cûre rêbazî dide.

Bi KHK’iyan endamên hîndekariyê yên demokrat û muxalîf ji zanîngehan dûr dike. Zanîngeh û kampûsan bi polîsan dorpêç dike. Qeyûman tayînî ser zanîngehan dike. Hin dîmenên vê yekê bêedaletiyê nîşan dide. Di şexsê xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê xwendekarên muxalîf ên zanîngehan kirine armanca xwe.

Yek ji pirsgirêka herî mezin a ciwan pê re rû bi rû mane bêkarî ye. Îro hejmara bêkariya ciwanan xwe dispêre ji sedî 30’yî. Polîtîkaya îktîdarê ya li dijî ciwanan, wan mehkûmî bêsiberojiyê dike. Ji ber vê yekê di destpêkê de ciwan bi bêedaletiyê re rû bi rû mane.

Ev îktîdar ji ciwanan ditirse. Bêhiqûqiya li dijî ciwanan ber bi cihek talûke ve diçe. Polîtîkayek çewisandinê ya sîstematîk di serî de li ser ciwanên HDP’ê û tevahiya ciwanên muxalîf tê birêvebirin. Ciwan li zanîngehan, li kolanan bi binçavkirin, zext û girtinan re rû bi rû dimînin û îşkence û muameleya xerab li wan tê kirin. Ji bo ciwanan bikin sîxur wan binçav dikin. Bi taybetî jinên ciwan bi tacîz û polîtîkaya bêîrade hiştinê re rû bi rû mane.

Bêedaletiya di tenduristî û perwerdeyê de

9- Bêedaletiyên di qadên tenduristî û perwerdeyê de ji bo piraniya civakê de dibe sedema nebaweriyê. Çavkaniyên cemaweriyê nakevin xizmeta gel, kesên peren wan hene xizmeteke bikalîte ya tenduristî û perwerdeyê digirin. Pandemiyê vê pirgirêkê hê zêdetir bi zelalî derxist holê.

Bêedaletiya avhewayê

10- Yek ji qadên ku herî zêde pêkanînên ne bi edalet lê tên meşandin xweza ye. Çavkaniyên binerd pêşkêşî şîrketên alîgir tên kirin. Îmzenekirine Peymana Avhewayê ya Parîsê bêedatiya avhewa, xak û avê kûrtir dike.

Desthilat her ku dibîne winda dike hartir dibe, tundî weke nifteya çareseriya pirsgirêkan tê dîtin, heqaret weke zimanê maqûl tê dîtin û bi vê atmosfereke bi xof tê avakirin. Ne pêkan e ku ev bêedaletî hê jî bê dirêjkirin. Ji bo rawestandina vê rewşê peywira herkes e ku hesreta edaletê ye bingeha muzakere û diyalogê ava bike. Niha tam dema gotina destpêkê edaletê ye.

Banga têkoşîna edaletê dikin

Em ê bibin deng û bêhna lêgerîna edaletê. Em ê daxwazên edaletê yên ji bo her qadê, bikin bingeha têkoşîna xwe ya civakî û siyasî.

*Em ê têkoşînên li dijî bêkarî, xizanî, nelirêtî, bihabûn, kedxwariyê, talan û ferqa mezin a dahatê mezin bikin.

*Em ê li dijî cihêkarî, zimanê tundî û kînê û polîtîkayên dubendiyê li ber xwe bidin.

*Em ê ji bo ku gel û baweriyên cuda bawerî, maf, hiqûq, çand, nasname, zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî azad bijîn, têkoşîna xwe bibiryardarî bidomînin.

*Em ê têkoşîna xwe ya li dijî qirkirin, tundî û xizaniya jinan mezin bikin û bihêztir li Peymana Stenbolê xwedî derkevin.

*Em ê li dijî hemû polîtîkayên hovane yên li hemberî ciwanan rawestin.

*Em ê texrîbat û komkujiya xwezayê rawestînin.

*Em ê mafê bi awayekî azadî siyasetkirina hemû hêzên muxalefeta demokratîk û civakî biparêzin.

*Weke di mînaka Demîrtaş, Kavala û Berberoglû de biryarên ku ji a ji aliyê AYM û DMME’yê ve hatine dayîn pêk bînin.

*Em ê tundî, zordarî, tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin bi dawî bikin.

 Seferberiya edaletê

Em ji bo pêkanîna edaleta civakî heta meha hezîranê ji bo 4 mehan bi dirûşma “destpêkê edaletê” seferberiya edaletê didin destpêkirin.

Em ê bi jin, karker, kedkar, esnaf, ciwan, gundî, cotkar; berastengdar, teqawît û gelên ku mafê wan ê zimanê zikmakî, rêveberî, nasname, çand û baweriyê hatiye binpêkirin re bên gel hev; li kuçê, qadê, qadên sanal û rasteqîn bi civîn û çalakiyan serî li rêyên xwe îfadekirinê bidin û hewl bidin bi hemû zimanên gelên Tirkiyeyê edaletê pêk bînin.

Tifaqa demokrasiye

Armanca me ew e ku bi hemû hêzên civakî, siyasî û çandî ku li dijî sazîbûna faşîzmê û her cura bêedaletiyê têdikoşin re bên gel hev û bi awayekî berfireh tifaqa demokrasiye pêk bînin. Di vê pêvajoyê de em ê hewl bidin ku têkoşîna azadiya civakî û qada parlamenteriyê bi awayekî bihêz di nav têkiliyê de bin.

Em bang li herkesê dikin

Di serî de muxalefa siyasî em bang li hemû muxalefeta civakî û yek bi yek li welatiyên xwe dikin. Berî ku dereng bikeve û tifaqa desthilatê gelên me mehkûmî xizanî, nelirêtî, birçîbûn û hilweşandina aborî, siyasî, ekolojîk û civakî bike em bi hev re ji bo edaletê qîr bikin.

Di her zimanî de edalet

Avakirina welatekî demokratîk, wekhev û adîl di destê me deye. Em band dikin ku hemû hêzên muxalefeta demokratîk û civakî, mirovên xwedî wijdan li dijî vê bêedaletî, pergala neheq û zordariyê hêzên xwe bikin yek û têkoşînê hevpar bikin.

Bêedaletî nayê jiyîn. Em edaletê ji asta lêgerînê derxin û bikin meriyetê.

Em jiyanê bi edalet bikin.

Ji bo herkesî, li her derî, bi her zimanî û her demî edalet…” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar