Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Em dev ji Rêbertiya xwe bernadin

Nûnerên PYD’ê yên Helebê bal kişandin ser tecrîd û komploya li ser Rêber Apo û diyar kirin ku têkoşîna ji bo azadî û serketinê wê dewam bike.

Berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya gelê Kurd bê navber dewam e.

Di vê çarçoveyê de rojane welatî û nûnerên partî û saziyan helwestên xwe tînin ziman.
Endama Komîteya Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Helebê Jiyan Berkel:


Em îro kêliyê pir giran dijîn. Mîna ew kêliyên ku bi komployeke navneteweyî ku Rêber Apo dîl hatibû girtin e. Rojên tengav û êşên xwe pir in.
Sîstemên desthilat ên cîhanê ji bo ku naxwazin civak bi ser bikevin, naxwazin bigihêjin azadiya xwe û sîstema demokratîk ava bikin, bi komployan rêberê wan digirin. Rêber Apo jî ji ber vê hate girtin û tê tecrîdkirin. Rêber Apo tim behsa biratiya gelan û avakirina sîstemeke nû dikir. Dixwest gelê kurd jî di nava cîhanê de heyîna wê bê nasîn. Ev sîstem û projeya Rêber Apo li dijî sîstema desthilatdar bûn ji bo vê komplo kirin. Dewletan wisa zanîn ku Rêber Apo bê girtin, wê dawî li doza kurd bê anîn. Dema em li dîrokê dinêrin dibînin bê ka çawa pêşeng û rêberê wan hatine girtin û kuştin, dawî li şoreşê hatine. Dewleta tirk ya dagirker jî li ser wî fikrî rabû ku heman rengî bike. Lê ji bîr kiribû ku Rêber Apo îdeolojiyek avakiriye û ew îdeolojî ku gelê kurd xwe bi vê biparêze û dîsa hebûna gelê kurd li cîhanê bide nasîn. Girtina Rêber Apo doza gelê kurd dawî nebû, bû pêngavek nû ya têkoşînê.
Endamê Komîteya Têkiliyan a PYD’ê ya Helebê Menan Cefer:


24 sal in Rêber Apo di nava tecrîdê de ye. Saziyên Mafê Mirovan bi taybet CPT li dijî îşkence û tecrîdê bêdeng in. Rê nayê dayîn ne parêzer û ne jî malbat hevdîtinê bikin. Ev yek gumanê ji bo mirovan çêdike.
Dewleta tirk ya dagirker 8 meh in bê navber êrîşî çiyayên Kurdistanê Zap, Avaşîn û Metîna dike. Di van êrîşan de hemû zagonên navneteweyî binpê kirin û dike. Dewleta tirk ya texmîn dikir ku karibe doza azadiya gelê kurd hemû hesabê wî li ber gerîla têk çûn, ji bo wê niha ji bo bi hikûmeta Şamê re rûne, ketiye nava têkiliyê. Ji bo xwe serketî nîşan bide û ji hilbijartinê serketî derkeve serî li propaganda û hevdîtinên cuda li gel her alî dike. Li aliyê din bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser qadên gerîla rastiya Tirkiye li cîhanê diyar bû û di nava siyaseta cîhanê de heta astekê tehşîr bûne.
Endama Navenda Jineolojî ya Helebê Bêrîvan Bezan:


Ji ber ku Rêber Apo xwedî fikrên azade ku xwedî projeya netewa demokratîk ku hemû gel xwe têde dibîne û bi zimanê xwe rengê xwe mafê xwe dijîn, bi azad û serbest bi hev re ne, ev yek jî nakeve berjewendiyên desthilatdaran ji bo vê komplo destpê kir. Ev komplo demek dirêj bû ku amadekarî dihatin kirin û hê jî komplo didome. Hewl tê dayîn têkiliyên Serokatî û gel ji hev qût bikin. Nikarin vê serbixin, ev 24 sal in Rêbertî girtî ye gelê kurd her tim li ser lingan e, tu demê jî dev ji raman û fikra wî bernade. Ev yek her diçe ne tenê dibe projeya kurdan dibe projeya hemû gelên bindest ên azadîxwaz. Projeya netewa demokratîk a hemû gelan e.
Welatiya bi navê Yasmîn Mihemed:


Di komploya navneteweyî ya li ser Serokatî çawa ku destê hemû dewletan têde bû, heman demê dagirkirina Efrînê jî bi heman rengî bû. Serokatî azadiya jinan, ekolojî dixwest. Rêber Apo girîngiyek mezin dida sîstema netewa demokratîk, jin û ekolojîk. Serokatî bi komployekê li Kenya girtin. Her çendî Rêberê me girtî jî be wê têkoşîna me dewam bike. Çiqas şehîd bidin bila bidin em ê paşve gav ne avêjin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar