PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Em deyndarê azadiya fîzîkî ya Ocalan in

Komploya 15’ê Sibata 1999’an a li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hat, îsal dikeve sala 24’an. Di vê komployê de hemû hêzên dagirkeran cih girt. Hin ji wan vekirî û hin ji wan jî veşartî rol û mîsyona ku dabûn ser milê wan pêk anîn. Di wê roja reş û tarî de hemû dinya di şexsê Rêberê Gelan Ocalan de li ser serê kurdan bûn yek û êrîş kirin. Ne tenê hêzên dagirker, hin hêzên ji xwe re dibêjin ‘kurd’ lê di rastiyê de ji neyarên kurdan bêhtir zirarê didin kurdan di nava vê komployê de cih girt û bûn pêlîstokên komplogeran. Ew pêlîstok di dil, mejî û wijdana gelê kurd de wekî Beko Ewanê vê sedsalê  cih girtine û heta dawiya jiyana  wan dê ev deqa reş li ser eniya wan be. Wer xuya ye PDK a ku yek ji wan pêlîstokan e, bi piştgiriya xwe ya vekirî rûreşiya xwe daniye holê.

Rêberê Gelan Ocalan li hemberî hemû dinyayê û bi taybetî jî Beko Ewan ên nûjen ev 24 sal in di Girava Îmraliyê de bi hêza ji tevgera azadiyê û gelên berxwedêr digire bêhempa li ber xwe dide. Divê mirov vê yekê bi awayekî vekirî bibêje ku li hemberî tecrîda girankirî ne salek, saet jî kes nikare li ber xwe bide. Dest ji berxwedanê berdin mayîna li wir bi serê xwe berxwedaneke bêhempa ye. Rêberê Gelan Ocalan ev 24 sal in li dijî vê pergala rizyayî li ber xwe dide. Bi berxwedana xwe komploya navdewletî pûç kir. Her wiha bi vê berxwedana xwe rê nîşanî gelên berxwedêr dide. Wexta meriv li pêvajoya 24 salên derbasbûyî dinêre dibîne ku bê ji tunebûnê çawa derfetên mezin hatine afirandin. Çawa ku Rêberê Gelan Ocalan ji tunebûnê derfet afirandin û dengê gelê kurd gihand gelên cîhanê û niha jî bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk riya azadiyê daniye pêşiya gelan.

Gelên rojavayê Kurdistanê bi berxwedana xwe ya li ser vê paradîgmayê avakiriye, şoreşa gelan a ku jinan pêşengiya wê kir, pêk anî. Ji ber vê yekê ligel hemû êrîşan Şoreşa Rojava li ser lingan dimîne. Şoreşa Rojava hêza xwe ji berxwedana Rêberê Gelan Ocalan digire û li ser vê bingehê her roj xwe bi hêztir dike. Ne tenê li Rojava, divê li seranserê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê li ser bingeha paradgmayê li ber xwe bide. Divê em baş zanibin ku ji paradîgmaya Rêberê Gelan Ocalan pêvtir tu hêzeke ku me li ser lingan bihêle tune ye. Ji ber vê yekê bicihanîna paradîgmaya Rêberê Gelan Ocalan ji bo me jiyanî ye.  Bi gotineke din jiyana azad bi avakirina Neteweya Demokratîk pêkan e. Ji bo vê yekê jî beriya her tiştî divê em demildest Rêberê Gelan Ocalan ji nav lepên pergala kapîtalist azad bikin. Her kêliya ku Rêberê Gelan Ocalan di wê pergala rizyayî de tê girtin ji bo me û ji bo hemû miovahiyê şermeke mezin e. Dîlgirtina Rêberê Gelan dîlgirtina me bi xwe ye. Divê her kes bi vê ferastê nêzîkî vê mijarê bibe.

Çi dibe bila bibe divê em Rêberê Gelan Ocalan saniyekê jî di wê îşkencexaneyê de nehêlin. Her kêliya derbas dibe ji bo me girîng e. Wexta em li berxwedana 24 salan dinêrin dibînin ku Rêberê Gelan Ocalan çiqasî em nêzîkî azadiyê kirine. Vê yekê jî di nava şert û mercên herî zehmet û dijwar de pêk tîne. Dema ku Rêberê Gelan Ocalan azad be, wê demê dê ji bo gelan çi bike baş were dîtin. Çawa ku her kêliya mayîna di Îmraliyê de ji bo me windahiyeke mezin e, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Ocalan ji bo me gelekî girîng e. Her kêliya ku Rêber Ocalan li derve be ew kêlî wê ji bo azadiya gelan bibe gaveke mezin.

Divê her kes rexnedayîna çima me heta niha Rêber Ocalan azad nekir bide û bibêje em ji vê kêliyê şûnde ji her demê bêhtir deyndarê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan in. Ji bo vê jî ji 7 salî heta 70 salî her kes azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wekî azadiya xwe bibîne û li gorî vê li ber xwe bide. Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e, dem dema azadiya me ye.

Nûçeyên Têkildar