Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘ Em di azadiya Abdullah Ocalan de bi biryar in’

Dîrektorê Sekreteriya Neteweyî ya Central Sindical e Popular Consulat a Brezîlyayê Matheus Crespo diyar kir ku  ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi biryar in û wiha got: “Heta ku Abdullah Ocalan girtî be demokrasî nayê Tirkiyeyê. Em hemû Abdullah Ocalan in.”

Dîrektorê Sekreterya Neteweyî ya Central Sindical e Popular Conlutas (CSP-Conlutas) a Brezîlyayê û endamê Tevgera Sosyalîst Şoreşger a Brezîlyayê (MRS), Komîteya Jinûve Kombûnê ya Şoreşger (CRIR) a li Arjantîn, DYE û Meksîkayê kar dike Matheus Crespo ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê li kedkarên cîhanê kir. Matheus Crespo têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

Crespo bal kişand ser civîna Tevna Têkoşîn û Piştevaniyê ya Sendîkaya Navneteweyî ku meha Îlonê li Brezîlyayê hate lidarxistin û got, “Li gel tevlîbûna li vê civînê, ji bo berdana lîderê bingehîn ê têkoşîna Kurdan Abdullah Ocalan me biryarek pêşkêş kir. Di vê biryarê de me bal kişand ser wê rastiyê jî ku dewleta Tirk xwedî taybetmendiyên dîktatoriyê ye, bi rêk û pêk zilmê li mirovên xwe dike, êrîşî azadiya rêxistinbûnê dike; gelê Kurd û Tirk di bin tundî û otorîteriyê de dihêle. Li hemberî van kiryarên li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan û parastina wî, ji bo me pêwîstiyeke. Di vê civîna navneteweyî de ku aktîvîst û nûnerên sendîkayan ên ji zêdeyî 20 welatan li hev kom kir, me pêşnûmeya xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo vê yekê pêşkêş kir û bi yekdengî hate qebûlkirin.”

‘Divê gelê kurd têkoşînê xurttir bikin’

Crespo ragihand ku ew dîlgirtina Abdullah Ocalan û şert û mercên tecrîdê yên lê têne ferzkirin weke binpêkirineke cidî ya mafên mirovan û wiha dewam kir: “Ji aliyê hiqûqî, mirovî û siyasî ve ragirtina wî neqanûnî ye û nayê qebûlkirin. Şert û mercên ku ew tê de tê ragirtin jî binpêkirina peymanên navneteweyî ye, binpêkirina Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê ye. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan, hewldana ji bo tepisandina aktîvîstên din hewldaneke bêencam e ku dixwaze bandora Abdullah Ocalan a li ser kurd û tirkan asteng bike. Vê tecrîdê berevajî armancên Erdogan bandorek kir. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan dibe sedem ku li dijî rejîma dîktatoriya Erdogan hêrseke gel a mafdar biafire, dibe sedem ku ji bo berdana mehkûmên siyasî û diyarkirina mafê çarenûsa xwe ya gelê kurd têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin.”

‘Em hemû Abdullah Ocalan in’

Crespo destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo wan esas e û wiha dewam kir: “Ji ber ku em qebûl nakin mirovên li dijî mêtingerî û despotîzmê ji bo gelê xwe şer dikin bi sedemên siyasî bêne girtin. Ne li Nîkaragûa, ne li Venezûela, ne li Kuba, ne li Brezîlya, ne li Îtalya, ne li DYA, ne jî li Tirkiyeyê. Yên ku ji bo her kesî têdikoşin nabe ku li cihekî bêne girtin. Heta ku Abdullah Ocalan girtî be demokrasî nayê Tirkiyeyê. Em hemû Abdullah Ocalan in. Li gel Abdullah Ocalan her wiha em hurmeteke mezin didin têkoşîna dîrokî ya ku PKK û rêxistinên din ên Kurd li Sûriye, Iraq, Îran, Tirkiye û dîasporayê dimeşînin.”

Têkildarî pêngava azadiyê de Crespo ev tişt anî ziman: “Em vê kampanyayê gelekî bi wate û hêja dibînin. Çalakiya destpêkê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêkanîna piştevaniya navneteweyî ye ku bingeha enternasyonalîzma proleter e. Tirkiyeyê kesekî bi tenê kir hedef, yanî Abdullah Ocalan kir hedef, lê belê di rastiyê de em hemû kir hedef. Aktîvîstên li cîhanê, ji bo berdana Abdullah Ocalan û mehkûmên siyasî yên kurd û tirk ên bûne hedefa vê rejîma dîktator, divê têbikoşin. Serkeftina kurdan serkeftina gelên bindest e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar