Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc dikin ku bersiva herî mezin bidin vê. Ew kesayetekê ku di nava partiya me de azad dibe çareseriyeke mezin e. Asta azadiya di nava partiya me de misoger asta azadiya jinê jî derdixe holê. Ev yek weke ku tê bawerkirin hîn zêdetir piştgiriyê dide şoreşgerî û azadiya civakê. Di cihekî de bi qasî ku jin azad bibe, civak jî azad dibe.

Em ji bo vê kûrbûneke weke “bi qasî ku kesayet azad bibe, di têkîliyên jin û zilam de jî wekhevî û azadî bi pêş dikeve” didin qezenckirin. Pêwîst e em balê li vê aliyê PKK’ê jî bikişînin. Pêwîst e mirov baş bibîne ku şoreşa Kurdistanê tenê şoreşeke dijî serdestiya zilam nîne. Pêşketineke şoreşgerî ya ku serdestiya hevpar ya jin û zilam e. Em derfetê nadin ku şoreşa me taybetmendiyên xwe yên feodaliyê girantir bibin û bibe şoreşekî di bin serdestiya zilam de bimeşe. Hîn ji wê zêdetir em derfetê nadin ew taybetmendiyên kesayetê ku kapîtalîzmê cihê kiriye û derfet nadin taybetmendiyên serdestiya zilam jî. Em bawer dikin ku me di bihevrebûna jin û zilam de di zemîneke ji bo azadî û wekheviyê re vekirî de PKK pêş xist. Em nirxekî mezin didine xwe ku em vê rêgezê baş di pêş çavan re derbas dikin û bi pêş dixin. Misogeriya hem rêgez û hem jî pêkanîna rêgezê heye. Li gor vê jin jî û zilam jî xwe bi pêş dixin.

Cara yekeme ku şoreş li ser bingehê hevpariya jin û zilam bi pêş dikeve. Ev hêmaneke ku dema me rastiya xwe hindekî dahûrand me bi ser xist û misoger kir. Bêguman dê di vê riyê de hîn zêdetir têkoşîn were dayîn. Pêwîste biçûk neyê dîtin ku di vê pêvajoya şoreşê de jî di vê têkîliyê de asteke rêgezî û hêzeke pêkanînê ya ev qasî berfireh hatiye bidestxistin.

Em dixwazin di artêşbûna jinê de gaveke pêşdetir biavêjin û asta wekhevî û azadiyê bigihînin bingehên saxlem. Ger em tevlîbûna jinê di şerê leşkerî de jî bînine vê astê jixwe ev tişt di hemû civakî û siyasî de nîşandan gengaz e. Ev jî dê bibe şoreşeke ku hîna di serî de çawaniya jin û zilam bi rengekî wekhev û azad dixe rojeva xwe. Ev jî dê bibe pêşketineke şoreşgerî ku nirxên xwe yên navneteweyî gelekî bilind e. Pêşketina PKK’ê weke partiyeke wiha dîsa di rizgariya jin û şoreşa jin de rizgariya neteweyî ya Kurdistan di çawaniyeke wisa de bi pêş dikeve dihêle ku nirxên wê zêdetir pîroz bibe.

Me bingehê vî tiştî ava kir, bi hindek hewildanên bisînor ve şensê pêşketinê dayê. Yê ku xwedî îdîa ne û nirxekî mezin didin vê dikarin zemînê vê rast bi kar bînin û milîtaniya xwedî hêz a jin û artêşbûna jin, kesayeta zilam ya gelekî xwedî nirxe hatiye dahurandin û milîtaniya vê pêk jî bînin.

Serkeftina şoreşê ji tiştê tê bawerkirin zêdetir girêdayî di nava tekoşînê de kesayetên wisa zêdetir derdikevine holê û şoreşên ku di rêbertiya van de tê meşandin de meşa ber bi armancê ku hatine danîn ve ye. Kesayetên wiha hîna ji niha ve him ji netew û civakeke serbixwe û azad re him jî şêwazên wê yên ku heta hêmanên wê hatiye daxistin re dikarin rêbertiyê bikin.

Çareseriyeke ku di nava tekoşînê de hatiye serxistin, ji bo serxistina wê ya di nava civakê de jî pîvanek e. Ji ber wê jî evqas nirxdayîna me ya vê rêgezê nîşan dide ku em çiqasî bi armanca xwe ya civakî ku em bi biryar in, dahatuyê de avabikin re di nava ahengiyekê de ne. Hê ji niha ve xwedî rêgezî tê wateya di rizgarkirina pêşerojê de bi îdîabûne. Hê ji niha ve her çiqasî hewildanên rastî zehmet jî bin, her çi qasî hêdî jî bi pêş bikeve her çi qasî ji bo we dijwar be jî, avakirineke civakî ku li ser vê bingehê dahatuyê di mercên taybet de tê pîrozkirin em ê şansê xwe yê serkeftinê bigihînin ewlehiyê.

Şoreş weke di her mijarê de ji mijara hizirandinê re jî qîmeteke mezin dide, xwe dispêre hizirandina saxlem û pêk tê. Em di zanebûna bingehê hizir ya şoreşa Kurdistanê de ne. Di vê mijarê de jî ew hizirandina ku hatiye pêşxistin, ya ku di civakên Rojhilata Navîn de nirxên darezînê yên feodal ku gelekî bibandor e, hişkbûna di zilam de çi qasî bihêz dike em di zanebûna wê de ne. Rexmî vê nêzîkbûneke wiha ya azadiya jinê nirxeke mezin rave dike.

Ger di nava partiyê de sitrandina hevîrê vê û avakirina kesayeta vê were bi serxistin, ne tenê di Rojhilata Navîn de, dê di qada navneteweyî de jî gelekî bibandor be. Wê bibe hêzeke Rêber a çareseriyeke ku ji mirovahiyê gelekî pêşdetir e. Em dibin sazûmankarê şoreşeke wiha û ji ber vê yekê em nirxdar dibînin.

Li ser vê bingehê PKK’yî bûn di nava şoreşeke wiha, di nava şerekî rizgariyê de cihgirtin weke parçeyekî vê bi artêşbûna jinê ve hin gav avêtin gelekî girîng e. Gavên wiha herdem hewildanên mezin dixwaze. Ji ber ku nû ye û dibe ku destpêkê bêwate jî were, ji bo mirovan pêwîst dike ku helwesteke berfirehtir û israr hebe. Dîroka partiya me bi mînakên gavên di destpêkê de bêîdîa diyar dike, lê belê piştre watedarbûna wan derdikeve holê ve dagirtiye.

Em niha baş fêm dikin ku ev çiqasî watedar e û şêwazekî hêzê dide têkoşînê ye. Bi kurtayî em baş dizanin ku em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin. Tenê em bi zanînê ve namînin, pratîka wê gelekî baş dijîn û em bawer dikin ku em ê hîn bihêztir bijîn jî.

Li ser vê bingehê em nirx didin ji her demê zêdetir partiya xwe bînin rewşeke partiya desthilatdariyê ya serdestiya jin û zilam ya hevpar zêdetir e û ji niha ve têkîliyên vê bi ziravî amade dikin. Emê temsîla wê ya şoreşgerî ber belavkirina wê ya civakê û di avakirina civakê de bikaranînê bi ziraviyeke mezin ve pêk bînin. Emê her dem vî alî xebatên ku em pêk tînin balê bikişînin. Em ji bo şêwazê herî kevin ya dîrokê yê çewisandin û dagirkeriyê dayîna bersiveke wiha ve em ji bo azadiya civakî ya ji dagirkeriyê dûr û wekhev di heman demê de ji bo pêşerojê jî biwate ye Rêbertiyê bikin.

Weke tê zanîn gelek rêhevalên me yên jin yên binirx şehîd ketine. Şehadetên di nava saleke derbasbûyî de hatin jiyîn hêjayî bîranînê ne. Ew şehadetên radestnebûnê û heta dawiyê berxwedanê bûn. Hem ji aliyê çawanî û him jî aliyê hêjmar de şahadetên gelekî li pêş bûn. Ew şehîdên girêdayî vê rastiyê bûn. Xebata ku em ji bo bîranîna wan bikin jî partiya xwe û şoreşa ku ew jê re rêbertiyê dike wiha em bikin xwedî hêz û serketina wê pêk bînin.

Nûçeyên Têkildar