Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Em dibexşînin lê ji bîr nakin

Tê gotin ku serokê DYA’yê Donald Trump biryar daye weke muhafizên şoreşê îranî û rêxistina Hîzbullahê ” Birayê Misilman” (Îxwan-î Misilmîn) jî tevlî lîsteya reş yan jî lîsteya terorê bike. Ev çend roj in ev mijar di çapemeniyê de cih digire. Her kes ji aliyê xwe ve behs dike û ye din bi xiyanetê tawanbar dike. Dixwazin milet û civakan bixapînin. Weke ku serkeftin li pişt dîwar e û tenê maye ku Îxwan bikeve lîsteya terorê ya dewletên rojava û Amerîkayê. Weke ku tenê bi vê yekê wê aramî û ewlehî were welatê me.

Ji van daxuyanî û tevliheviyan tê fêmkirin ku zihniyet û fikra civakên rojhilat li cihê xwe mane. Hin jî li benda mudaxaleya emperyalîstan e û jê bawer dike. Li bendê ne ku bi destê emperyalîstan ev hêz bi bin bikeve.

Wekî serdemên berê em bi xwe ji xwe re xwedayan çêdikin ji wan re nimêj dikin û geh jî wan davêjin.

Îro em nelet li Amerîka, Brîtaniya, Almanya û Fransayê tînin ku ew bûn sedema derketina van hêzên terorîst.  Bi salan me ji civaka xwe re ragihad ku ev hêz girêdayî dewletên emperyalîst in. Ev jî rast e.  Ji bo ku nakokî û şer di nava civakên me de gur bibe dewletên rojava ev hêz ava kirin. Lê dema rola wan qediya dixwazin ji wan xilas bibin. Nexwe çima ewqasî em kêfxweş in ku em behsa wan dikin?  Em ji bîr dikin ku civaka me bi xwe ev hêz qebûl kiriye û bi salan destek dane wê. Wekî ku em li dijber terorê bi serketine kêfxweş dibin.

Gelo ev nexweşiyeke ku bi sed salane di nav me de ye?  Yan jî em bi ser hişê xwe ve hatine  û şaşiyên xwe yên berê me nas kirin?

Tu cudahî di navbera belavbûna Sune bi rengê Îxwan El Mûslimîn û belav bûna Şîia bi rengê mûxafizên şoreşa Îranî de tune ye. Her du hêz jî teror in. Dîsa tu cudahî di navbera Tirkiye, Qeter û Îranê de nîne.  Ew jî ji berê de destekê didin hêzên terorîst. Lê bûyerên ku îro diqewimin rastiya wan derxistiye holê. Bi gotineke din islama siyasî wê binkeve. Bi ketina hêzên ku pişta wan digirin wê sine û şîia jî bikeve.

Tirkiye û Îran ne ji niha ve ji berî dehan salan ve destekê didin terorê. Ji destekdayînê zêdetir ew bixwe li ser miletê kurd terora dewletê bi kar tînin. Bi deh hezaran kurd kuştin, gund û bajarên wan şewitandin. Lê ev dewletên ku niha behsa terorê dikin ji bo berjewendiyên  xwe  çavên xwe ji komkujiyên wan re girtin . Ev têkiliya berjewandîparêz baş hate dîtin. Rêjîma Sedam Hisên di bin navekî Îslamî de operasyona Enfal de kumkujî pêk anî. Îran jî rojane kurdan bidarve dike û dibêje ev kafir in. Em ji bîr nekin komara tirk li ser kuştina mîlyonan ji miletên ermen, aşûr û kurdan ava bû.

Erdogan dixwaze di bin navê îslamê de Împiratoriya Osmanî vegerîne. Ji ber wê ye herêmên bakûrê Sûriyeyê dagir kiriye. Li pêş çavê dewletên ku ji xwe re dibêjin îslamî di serî de bajarê Efrînê dagir kir. Bi sadan kes kuştin û bi sed hezaran kes koçber kirin. Gund û bajar xera kirin. Weke ku Erdogan Qudisê fetih kiriye. Weke ku welatê wan ne dagirkiriye. Filistîniyan jî ji Erdogan bawer kirin û çavên xwe ji dagirkeriyê re girtin. Mixabin bi vê zihniyetê qereçî nabin xatûn û kole nabin azad.  Bi vê zihnîyeta koletiyê tu car welat rizgar nabin û dewlet ava nabin.

Miletê kurd wê bibexşîne lê jibîr nake. Kurd ji bo beriya ku welatan ava bikin ji bo avakirina însan têkoşiyan. Civaka kurd beriya ku xaka xwe rizgar bike mejiyê xwe rizgar kiriye. Kurd ne ji bo xwe tenê ji bo avakirina pergal û jiyaneke hevpar xebat û tekoşînê dikin. Li ser esasê neteweya demokratîk ji bo avakirina biratiya gelan a kurd, ereb, ermen, aşûr û tirkmen têdikoşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar