Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin’

Hunermend Diyar destnîşan kir ku dewlet hewl dide bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re îradeya milyonan kurdan bişikîne û wiha got: "Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîda faşîzan bînin."

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û ev 29 meh in tu agahî jê nayên girtin. Abdullah Ocalan, di 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û tevî girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nikare bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo astengkirina daxwazên hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî hinceta cezayên “disiplînê” tê nîşadan. Hunermend ê kurd Diyar têkildarî rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê axivî û banga têkoşîna hevpar kir.

Diyar, destnîşan kir ku AKP dixwaze tecrîda li ser Abdullah Ocalan giran bike, wî ji gel qut bike û da zanîn ku bi vî awayî gel hînî jiyaneke “bêrûmet” bike. Diyar, axaftina xwe wiha domand: “Azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û paradîgmaya wî ji bo hemû kurdên têdikoşin hem rûmet e hem jî xeta sor e. Faşîzma AKP û MHP’ê ji bo ku vê rûmetê bişikîne, tecrîdê kûr dike û dixwaze kurd bêyî rêberê xwe bijîn. Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin, ji bo Kurdistanê tê wateya şer, ji bo çiyayên kurdan tê wateya bombebaranê. Wan bombeyan jî ji qirika xelkê dibirin û çêdikin. Ev 50 sal in ev dewran wiha ye.”

 ‘Paradîgma gihişt hemû civakan’

Bi domdarî Diyar got ku Abdullah Ocalan li dijî pergala kapîtalîst Modernîteya Demokratîk pêş xistiye û bilêv kir ku îro hemû gelên cîhanê xwedî li vê paradîgmayê derdikevin. Di dewama axaftina xwe de Diyar anî ziman ku paradîgma ji bo pirsgirêkên gelan bûye weke “reçete” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gêlên di nava çerxên kapîtalîzmê de tên eciqandin, her ku diçe bêhtir çareseriyê di paradîgmaya Serok Apo de dibînin, hîs dikin û xwedî lê derdikevin. Serok Apo ji ber vê yekê di destê dewletê de hatiye dîlgirtin. Fikr û paradîgamaya Serok Apo gihişt hemû civakan. Êdî tişteke ku ew bikin nemaye. Ew tenê bi meşandina tecrîdeke qirêj, bi kirina îşkenceyên li dijî mirovahiyê, tola xwe dihilînin.”

Bêdengiya hunermendan rexne kir

Di berdewamê de Diyar ji bo têkoşîna kurdan pênaseya “Şoreşek û tevgereke gel” kir û got ku hûnermendên wekî wî jî, parçeyeke pirsgirêka kurd in. Diyar, bêdengiya hunermendan a li hemberî şer û tecrîdê rexne kir û wiha derbirî: “Dê her roj bombeyan li ser gelê te bibarînin, dê her kesê dengê xwe dike biavêjin zindanan, dê gelê te ji qirkirinan re derbas bikin û tu dê rabî û bibêjî; ‘Êz hunermend im, tu eleqeya min bi siyasetê re nîn e.’ Tiştek wisa tune ye.”

Banga têkoşînê

Herî dawî jî Diyar ev bang kir: “Hunera kurd bi saya kesên di têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane pêş ketiye. Divê di serî de hemû hunermend, tevahiya gelan li dijî tecrîdê têbikoşin. Me gelek tişt bi dest xistin û em dikarin hîn bêhtir bi dest bixin. Derfet, feraset û berxwedana vê jî heye. Ez behsa hêviyeke beredayî nakim. Divê her kurdek vê yekê bibîne û bihêvî be. Em bên cem hev, hêza xwe bikin yek, hinek biwijdan, mirovahî û kurdewarî tevbigerin, em ê karibin ji faşîzma sed sale xwînê me dirijîne xelas bibin. Em dikarin destkeftiyên xwe, bi serkerftinê tacîdar bikin. Ez wek diyalektîkê difikirim ku em di erefeya şoreşê de ne. Ez xerabiyan jî şer jî dibînim lê heman demê de ez dibînim ku ev pergal çawa ketiye sekeratê û çawa hatiye ber asta hilweşînê jî. Em dikarin bi hevgirtinê xwe ji vê tecrîda faşîzan xelas bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar