Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

‘Em dîsa li vê derê ne’

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk di salvgera 26’emîn a bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke de axivî û wiha got: “Em li vê derê ne. Li ku derê rastî bê veşartin em li wê derê ne. Karê me ew ku em wê rastiyê derbixin holê.”

Rojnameya Yenî Yaşamê, di salvegera 26’emîn a bombekrina Ozgur Ulke de, li ber avahiya berê ya rojnameyê ya li Kadirgayê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da bû, hat bibîranîn. Parlamentera HDP’ê Hûda Kaya, Endamê MYK’ê Ferhat Encu, Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û gelek rojnameger beşdarî bîranînê bûn.

Ji nûçegihanên Rojnameya Ozgur Ulke Zekîne Turkerî di bîranê de axivî û wiha got: “Li vê derê, me di encama bombekirinê de hevalê xwe Ersîn winda kir û gelek hevalên me birîndar bûn. Fermana vê êrîşê Tansû Çîller da. Armanc ew bû ku zirarê bidin me. Lê nekarin bigihin vê armancê. Îro ev rojname dîsa heye û şopdarên wê rêya xwe dewam dikin. Dema ku me got ev agir dê we jî bişewitîne, me xwest em balê bikişînin ser vê rastiyê. Heya ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane neyê çareser kirin, wê hemû kes ji vê yekê zirarê bibîne. Her tim hêviya me kurdan heye. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Kirin hedef û êrîş kirin

Dûre Gerînendeyê Giştî yê Rojnaneya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk, daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku berî 26 salan ew dîsa li vê derê bûn. Çelîk anî ziman ku ew avahiya me ya dişibiya qaqlîbazên spî, hilweşandin û ev tişt anî ziman: “Li ber wê avahiya me ya hilweşandin, hêrs û êş hebû. Gelek hevalên em ji wê komkujiyê bi birîndarî rizgar bûn. Lê me hevalê xwe Ersîn Yildiz winda kir. Em niha behsa 3’yê Kanûna 1994’an dikin. Bi fermana Tansû Çîller, avahiyên Ozgur Ulke yên li Enqere û Stenbolê di heman kêliyê de hatin bombeklirin. Di serî de Apê Mûsa, bi dehan rojnameger û belavkarên weke hedef hatin nîşandan û rastî êrîşan hatin. Lê em baş dizanîn ku çima êrîşî me dikirin û em bombebaran dikirin. Ji ber vê li ser zimanê me tenê gotinek hebû. Ev rojname wê sibe derkeve! Derket jî! Rojek piştî teqînê, me bi piştgiriya dost û hevalên xwe, rojnameya xwe bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ derxist.”

Berxwedaneke mezin

Çelîk dest nîşan kir ku îro bi ser teqînê re çaryek sedsal derbas bû û wiha pê de çû: “Dîroknas wê di pêşerojê de, vê dîrokê weke dîrokek bixwîn binivîsin. Di 26 salên derbasbûyî de, ligel qetlîman û teqînin jî berxwedanek mezin jî hat birêvebirin. Me 3’yê Kanûnê tu carî ji bîr nekir û em tu carî ji wê avahiya hat hilweşandin netirsiyan. Berevajî em ezîm û cesareta xwe mezintir kir. Ligel hemû zextan jî dîsa em li gel hev in. Vaye em li vê derê ne. Dema ku Kemal qetil kirin em li qada Newrozê bûn û dema zarok hatin bombebarankirin em li Roboskî bûn. Li ku derî rastî tê vaşartin em li wê derê ne. Ji bo ku em rastiyan derbixin holê her tim me karê xwe kir. Em bedela vê yekê da û em hîna jî didin. Em bi berxwedana xwe bên bibîranîn û ew ê jî bi cînayetan bên bibîranîn. Em carek din şehîdên xwe yên çapemeniya azad silav dikin û bi rêzdarî wan bi bîr tînin.”

Sûcê herî mezin

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn jî, axaftinek kurt kir û wiha got: “Wê demê ez parêzerê rojnamê bûm. Li ser vê erdnîgariyê, biryarên mafên mirovan ên li dijî mûxalîfan, di daîreyên harp ên taybet de, tên girtin. Rêxistinên wan ên tetîkêş van êrîşan pêk tînin. Li vî welatî, sûcê herî mezin ê ocaxên ulkucu ne. Mijara bombekiran Ozgur Ulke îro hûn dikarin di pirtûkan de bibînin. Ev biryar bû û bi cih anîn. Naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin. Dibêjin ‘ji çiyê werin xwarê û siyasetê bikin.’ Lê va ye em dibînin îro hemû siyasetmedarên kurd ên sivîl di girtîgehan de ne. Pêşiya siyaseta sivîl girtin, pêşiya şer vekirine.”

Piştî daxuyaniyê, girseyê qerenfîl danîn ber avahiya rojnameyê ya hatibû bombekirin û rojnameger Ersîn Yildiz bi bîr anîn. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar