Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin’

Hevserokê MATUHAY-DER’ê Mehmet Şafî Erol diyar kir ku agahî negirtina ji Îmraliyê fikaran zêde dike û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekane aktorê çareseriya pirsgirêkan e. Lê sermayedar vê dizanin lewra tecrîd ê giran dikin.  Pirsgirêka kurd bi awayekî fermî kirine bazara xwediyên sermayeyê.”

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîda giran de tê ragirtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li heman girtîgehê tên ragirtin agahî nayê girtin. Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Mehmet Şafî Erol, diyar kir ku fikarên têkildarî Abdullah Ocalan mezin dibin û xwest ku demildest bi Ocalan re hevdîtin were kirin.

Erol, anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin “hiqûqa dijminane” ye û bi lêv kir ku sedemê kûrkirina tecrîdê ew e ku tirsa fikrên Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn belav bibin e. Erol, destnîşan kir ku divê her kes li dijî tecrîda ku weke binpêkirina mafên mirovan dibîne bikeve nava liv û tevgerê û bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin li hemû girtîgehan tê nîşandan. Erol, da zanîn ku tecrîd di heman demê de pirsgirêka mafên mirovan e û banga hestiyariya civakî kir.

Erol, bal kişand ku tecrîd bandorê li girtîgehên din jî dike û wiha got: “Înfaza kesên ji hincetên ji rêzê tên girtin tên şewitandin. Mafên wan ên pirtûk, ragihandin, aktîvîteyên civakî û nameyan tên astengkirin. Divê dewlet li gorî hiqûqê tevbigere.”

‘Agahî negirtina ji Îmraliyê fikaran zêde dike’

Erol, diyar kir ku Tirkiye li dijî peymanên navnetewî tevdigere û wiha berdewam kir: “Agahî negirtina ji Îmraliyê fikaran zêde dike. Pirsgirêkeke mezin e ku mirov 28 mehan agahiyê jê negire. Ji ber vê yekê divê demildest malbat û parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Derbarê rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan de agahiya tu kesê nîne.”

‘Heke pirsgirêka kurd çareser bibe li Rojhilata Navîn şer çênabe’

Erol, diyar kir ku tê xwestin hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan bê pûçkirin û bal kişand ku tecrîd bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Erol, destnîşan kir ku di bingeha krîzên siyasî û aborî de polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd hene û wiha berdewam kir: “Li Rojhilata Navîn şerek heye. Bi vî şerî re avabûneke nû pêk tê û herî zêde tê xwestin ku kurd bibin mijara bazarê. Naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe. Heke pirsgirêka kurd çareser bibe li Rojhilata Navîn şer çênabe. Pirsgirêka kurd bi awayekî fermî bûye bazara xwediyên sermayeyê.”

Erol, anî ziman ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê berpirsyariya xwe bi cih naîne û destnîşan kir ku divê li gorî peymanên navnetewî tevbigerin.

‘Em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin’  

Erol, anî ziman ku tecrîd bi giştî bandorê li hemû civakê dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîd pirsgirêka her kesên ku dibêjin ‘ez mirov im’ e. Em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Divê Wezîrê Dadê berpirsyartiya xwe bîne cih. Pêwîste mûxalefet jî di vê mijarê de berpirsyariyê bigire ser xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar