Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em dixwazin jinên xwedî bi îrade biafirînin’

Jinên eşîrên ereban ku tev li civîna ‘Bi hevgirtinê em bi ser ketin û ji bo parastinê em ê li ber xwe bidin’ bûbûn, têkildarî civînê axivîn û diyar kirin ku ew di civînê de pêşketinên û kêmasiyên xwe parve kirine û li ser rola jinên ereb nirxandin kirine

Civîna jinên rêveberiyên rûspî yên eşîran li Tebqayê bi dirûşma ‘Bi hevgirtinê em bi ser ketin û ji bo parastinê em ê li ber xwe bidin’ di 1’ê îlonê de hatibû lidarxistin. Têkildarî civînê jinên ku tev li civînê bibûn û nîqaşên ku li civînê  hatibû kirin, axivîn.

Rêveberiya Meclisa Jinan a Reqqayê Xaliya El Kicwan ku ji eşîra Bû Himêdê ye diyar kir ku beşa herî girîng a civînê koletiya ku li ser jinên ereban tê ferzkirin bû û wiha got: “Jinan bal kişand ser rewşa jinên li herêmên hatine rizgarkirin. Ji bo azadî û Îradeya jinên ereb pêvajoyeke nû dest pê kir. Jinên ereb ku di rêveberiya civakê de xwedî bi erk û misyon in, di têkoşîna azadiyê de bi israr in.”

Jin di nav civakê de ji mafên xwe bêpar bûn

Di dewamiya axaftinên xwe de Kicwan bal kişand ser êşa jinan û wiha pêde çû: “Jin di civaka ku tê de dijiyan rastî gelek zor û zehmetiyan dihatin. Em ji mafên xwe bêpar bûn. Di aliyê xwendinê de em li paş bûn. Di milê civakê de bi çavên biçûk li me dihat mêzekirin. Di girtina biryarê de deng û nêrîna me tune bûn. Zihniyeta serdestiyê wisa li me kiribû ku em ji jinbûna xwe dûr bikevin û tenê ji bo xizmetê bijîn. Di nava van hevdîtinan de ev hemû hatin rexnekirin û bi saya jinên pêşeng a şoreşê merheleyeke nû destpê kir. Êdî em xwedî biryar in, parastina xwe bi xwe dikin, civaka xwe, bi xwe rêve dibin û rê nîşanî jinan dan. Me ew enejiya ku ji jinan hatibûn girtin ji nû ve derxistin holê. Bi yekbûna jinên herêmê re em ê careke din hebûna xwe biparêzin û erk û misyona xwe mayînde bikin.”

Rêveberiya taybet ava kirin

Ji eşîra El Henadayê jina bi navê Meryem El Ibrahîm jî ev tişt anî ziman: “Li herêmê ji bo jinan rêveberiya taybet hat avakirin. Birêxistinbûyîna jinan di asta herî jor de ye. Di nava vê hevdîtinê de me pêşketinên xwe bi hevdu re parve kir. Em ê cihên ku kêm mane bi pêşniyarên nû dagirin. Em dixwazin jinên bi xwedî  îrade biafirênin û welatê xwe ji dagirkeriyê û terorê biparêzin.”   REQQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar