Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Em dixwazin li vira bimirin!’

Ji ber Bendava Ilisûyê, şikeftên dîrokî, 2 hezar gor û erdên çandiniyê yên mezrika Bêdayê di bin avê de bimînin. Şêniyê mezrikê Hecî Şukru Kara wiha got: “Bav û kalên me di vê şikeftê de çê bûn û mezin bûn. Em jî li vira çê bûne û em dixwazin li vira bimirin.”

Li Heskîfa dîrokî, xebatên ji bo Bendava Ilisûyê didomin. Ji ber bendavê wê li seranserê Geliyê Dîcleyê 199 jîngeh, bi sedan şikeft, bi hezaran gor, gelek mêrg û bi hezaran dekar erdên çandiniyê di bin avê de bimînin. Ji xeynî gundê Germavê yê Heskîfê tu gund nehatine avakirin û welatiyên wê mal û war bimînin nizanin wê çi bikin.

Her wiha wê şikeftên dîrokî, 2 hezar gor, Tirbeya Ebûzer Xefarî û bi hezaran donim erdên çandiniyê yên mezrika Bêdayê jî di bin avê de bimînin. Şêniyên mezrikê naxwazin terka axa xwe bikin. Welatiyên mezrikê bi sedan sal in li şikeftan dimînin û dibêjin ji bo wan cihên nû bên çêkirin jî ew ê dev ji axa xwe û Dîcleyê bernedin û ew ê di van şikeftan de bijîn.

Şêniyê mezrikê Hecî Şukru Kara destnîşan kir ku naxwazin axa wan di bin avê de bimîne. Kara bilêv kir ku wê mezrika bav û kalên wan di bin avê de bimîne û wiha got: “Tu mifa bendavê ji bo me tune ye. Ji bo erdên me çend quriş dan. Lê em van erdan ji bo 50 salî jî bi îcare bidin em ê bêtir qezenc bikin. Lê tişta muhîm ew e ku êdî ev ax û erd ne di dest me de ye. Dibêjin wê ceryanê çê bikin. Halbûkî turîzm û çandiniya vira ji bendavê çêtir e.” Kara destnîşan kir ku ew dev ji şikeftên bav û kalên xwe bernedin û wiha got: “Bav û kalên me di vê şikeftê de çê bûn û mezin bûn. Em jî li vira çê bûne û em dixwazin li vira bimirin.”

‘Bila tirbe di bin avê de nemîne’

Kara, îşaret bi tirbeya ku dê di bin avê de bimîne jî kir û wiha got: “Ev tirbeyeke dîrokî ye. Çima li Heskîfê tenê çend tirbe hatin derxistin lê xwedî li vê tirbê dernakevin? Roj heye bi sedan kes tên serdana vê tirbeyê dikin. Em naxwazin di bin avê de bimîne.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar