Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda muleq de tê girtin û 4 sal in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbol û Amedê di 12’ê îlonê de ragihand ku ew ê di çarçoveya pêngava gerdûnî ‘Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ daxuyanî dan û diyar kir ku ew ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin” mîtîngeke mezin li dar bixin.
Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê amadekariyên mîtîngê tên kirin. Ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku di Platforma Saziyên Demokratîk de cih digire Engîn Cengîz banga tevlîbûna mîtîngê kir.
Cengîz diyar kir ku bandora Rêber Apo ya li ser civakê tê zanîn û got ku pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-15’an de bi Rêber Apo re pêş ket, li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo gelan qada azadiyê vekiriye. Cengîz, da zanîn ku ew bi girîngiya mîtîngê dizanin û dê xebatên xwe yên di vî warî de bimeşînin û got: “Axir em saziyeke çanda kurdî ne. Ev hem ji bo gelê me hem jî ji bo karê me girîng e. Em ê bi her awayî piştgiriyê bidin da ku tevlibûna li vê mîtîngê zêde bibe.”
Cengîz da xuyakirin ku şerê ku ji Rojhilata Navîn belav bûye roj bi roj zextên li ser gelan zêde dike û got ku li cihê ku qetlîamên jinan, zextên li ser zarokan tên kirin û rûxandina ekolojîk zêde dibe parastina azadiya kesekî wekî Rêber Apo daxwaza herî mafdar û rewa ye. Cengîz diyar kir ku Rêber Apo bi fikrên xwe jiyana hevpar a gelan dide der û ji ber vê bal kişand ser li her qadê parastina vê fikrê.
Cengîz bilêv kir ku li Tirkiyeyê dema mijar dibe mîtîng tişta ku ewil tê hişê mirov hilbijartin e û got ku feraseta demokratîkbûyîn tenê bi sindoqan pêkan e feraseteke xapîner e. Cengîz anî ziman ku civak organîzmayeke zindî ye û hevdîtinên ji hilbijartinê heta hilbijartinê 5 salan carekê tên kirin têr nakin û got: “Axirê civak mîna darekê ye, mîna xwezayê ye. Niha, wekî nimûne, nifşeke bi rastî difikire ku jiyan wisa ye û dê her tim wiha be. Li hemberî vê yekê divê em wekî hemû civak diyar bikin ku ev ne wisa ye û ji şert û mercên aborî heta civakî, çandî û sosyopolîtîk em di bin zext û zordariyeke mezin de ne. Û me ev yek pir zelal dît û em dizanin. Birêz Ocalan bi fikir û nêzîkatiyên xwe hem ji bo gelên li Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên li Rojhilata Navînê bûye hêviyeke mezin û ronahî. Em ê bi awayekî herî xurt diyar bikin ku em dixwazin di mîtîngê de wî di nava xwe de bibînin.”
Cengîz destnîşan kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke dîrokî ya bi sedsalan e û bang li hemû pêkhateyên bindest kir ku beşdarî mîtîngê bibin. Cengîz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di navbera gelê kurd û dewletê de, di navbera civaka elewî û dewletê de, di navbera demokrat, sosyalîstan û her kesên xwe wekî parçeyeke xwezayê dibînin û hîs dikin ku tên eciqandin û rastî talan û qirkirinê tên de pirsgirêk heye. Li gorî min divê her mirovekî xwedî wijdan, olî, exlaqî û xwedî hişmendiya civakî piştgiriyê bide vê mîtîngê. Têkiliya birêz Ocalan a bi civakê re û azadiya ku ji tevahiya civakê re anî, me hemûyan dît. Tiştên ku em behsa wan dikin û yên ku em dibêjin, ne tiştên nisbî ne. Ji bo jiyaneke adil û wekhev ez hemû gelê me vedixwînim mîtînga ku wê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin.”