Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Em dixwazin YNK dest ji vê helwesta xwe ya netewî bernede’

Çalakvan û rojnamevanên Silêmaniyê dan diyarkirin ku: “YNK helwestek netewî ya baş nîşanda. Karî pêngavek ji bo yekitiya netewî ya kurdan were pêş. Dewleta tirk bi armanca têkdana yekitiya netewî êrîşê balefirgeha Silêmaniyê kir.”

Roja 3’ê yê nîsanê dewleta tirk a dagirker geştên asîmanî yên ji bo Silêmaniyê rawestand û di 7’ê nîsanê de jî bi rêya balefirek bê mirov a bi çek Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bombebaran kir. Piştî êrîşê rayedarên YNK’ê bi fermî û bi tûndî helwest li dijî êrîşa dewleta tirk nîşandan û diyarkirin ku ew ê piştgiriya hemû parçeyên Kurdistanê bikin. Rojnamevan û çalakvanên Silêmaniyê jî daxwaz dikin ku YNK vê helwesta xwe ya netewî biparêze.

Rojnamevan û Çalakvan Hawrê Kawe, di derbarê êrîşa li ser balefirgeha Silêmaniyê de got: “YNK helwestek netewî ya baş nîşanda. Karî pêngavek ji bo yekitiya netewî ya kurdan were pêş. Heta astek Silêmanî li gor bajarên din di aliyê azadiya partiyên siyasî de baştire. Dewleta tirk bi armanca têkdana yekitiya netewî êrîşê balefirgeha Silêmaniyê kir.”

Hawrê Kemal destnîşankir ku dewleta tirk bi êrîşa li ser balefirgeha Silêmanî xwest YNK’ê û xelkê Silêmaniyê ji helwesta wan a netewî dûr bixe. Hawrê got,  Silêmanî dikare ji bo parastina helwesta xwe ya netewî, ji derveyî Tirkiye rêyên din ên asîmanî tercîh bike.

Çalakvanê Siyasî Îbrahîm Mihemed jî li ser êrîşên dewleta tirk got: “Bomebaranên li dijî Silêmanî û xaka başûrê Kurdistanê binpêkirina yasayên navdewletî ye. Ger sinorek li pêş êrîşan neyê danîn wê êrîş berdewam bikin. Em kurd bi yekitiya xwe ya netewî dikarîn vê desthilata faşîst a tirk hilweşînin. Ev faşîst (Erdogan) daxwaz dike ku em xwe radestê wî bikin. Lê gelê me li herêmê xwedî dîrokek kevnare, pêwîst nake em têkevin di jêr bandora dagirkeran de.”

Di dewamê de Îbrahîm Mihemed got: “Ger îro Mazlum Ebdî tê hedefgirtin, wê di dema pêş de berpirsên Silêmaniyê jî hedef bigrin. Ev helwesta YNK’ê cihê xwe di nava dîrokê de tomar dike. Daxwaz dikin ku YNK dest ji vê helwesta xwe ya netewî bernede û daxwazên dewleta tirk bicih neyîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar