Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 77 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, nameyek ji TJA re şand. Guven di nameya xwe de diyar kir ku ew dizanin azadî girêdayî asta têkoşînê ye û got ku jin denyndarê Ocalan in û ji bo vê peywira yekemîn a jinan şikandina tecrîdê ye
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 77 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.
Guven ku 77 roj in di grevê de ye, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê nameyek ji Tevgera Jinên Azad (TJA) re şand.
Guven di nameya xwe de diyar kir ku azadî bi têkoşînê tê bidestxistin û got ku jinên kurd deyndarê Ocalan in, ji bo vê peywira yekemîn a jinan şikandina tecrîdê ye.
Nameya Leyla Guven wiha ye:
”Ez di roja 71’ê ya berxwedanê de, bi bawerî û coşa ku dilê mirov ji bo serkeftinê mezin dike, we slav dikim. Hevrêyên min ên jin ku dilê wan bi baweriya şoreşê lê dixe.
Gotineke pêşiyan a êzidiyan heye û dibêje ‘Li ser xaka me pêşî jin şiyar dibin, piştre roj dihile û jin rojê tînin’. Çi xweş hatiye gotin ne? Çi qasî wan jinên berxwedêr ên dema me vedibêje ku li dijî taritiyê diqaqibin û li eniyên pêş li ber xwe didin. Belê, jin şiyar bûn. Bi şerma ji ber derengmayînê bi rêyan ketin. Helbet hay ji zor û zehmetiyên rê hebûn. Dengê ku ji Zindana Amedê bilind bû, xwe gihand pişt dîwaran û hemû zindanan. Deng bû mîna awazekê û strana berxwedanê bi hev re hate gotin. Çi digot yek ji wan jinên ku bi berxwedanê xweşik bûyî, bi dengê xwe yê zelal ‘her dil strana xwe dibêje’. Weke her demê, her pêvajoyê û her şoreşê, ev stran jî ya me jinan e. Hate fêhmkirin ku daxwaza pêşî ya her kesî yek e. Bêyî ku em hev bibînin û bi hev re biaxivin, di vê têkoşîna me de zimanê me bûye yek! Baş e, va tişta ku wê were kirin diyar e. Bi enerjiya ku diherike dê tecrîda li Îmraliyê rabe. Li her deverê em ê serkeftinê teqez bikin û bi encam bikin.
Pêşengiya li şikandina tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan ku hem jinên kurd gelekî deyndarî wî ne, ji hêla dîrokî ve jî, sincî û wijdanî ve jî peywira me ye. Berxwedana li dijî her cure îşkenceyê ku berhema hişmendiya zilam-serwer e, hem tekane çareserî û hem jî mafê me ye.
Di vê pêvajoya dîrokî de û di rêya berxwedanê de bi qasî serê derziyê jî ji baweriya xwe em neketin şikê û dudilî nebûn. Ji ber ku me tabûtiya Îmraliyê ku li dijî aqil, wijdan, sinc û hiqûqê ye, 21 salan tu caran qebûl nekir û me ev li pêşiya aştiyê weke astengekê dît. Me tim got ên ku ev pergal ava kirin, sêwirandin, pêşbîninya vê kirin, pêk anîn dê hesabê vê bidin dîrokê! Em dizanin ku kesek wê bawer neke ku ev sêwirandineke mirovî ye, dê bibe rûreşiya mirovahiyê û di rûpelên dîrokê de cihê xwe yê bêqidoş bistîne. Heke pergala erkê ya ku ev afirandî, serweriya li jinê, xweristiyê, bêhêziyê, bêgavê, girtiyê ji xwe re mîna heqekî dibîne, em jî nîvê civakê jin, li dijî vê hişmendiyê mafê xwe yê rewa yê têkoşînê heta dawî bikar bînin û vê bêkarîger bikin.’
Em dizanin; çi qas têkoşîn ewqas azadî. Em ne teslîmîyeta lîberalîzmê û ne jî ferzkirinên faşîzmê qebûl dikin. Em hevrêyên wan in ê ku rê û xeta xwe afirandine, ya alternatîfa rêya sêyem danîne, me ne rêya ku ‘divê em li ser bimeşin’ diyar kiriye, me rêya ku em ê li ser bimeşin diyar kiriye û bi gavên jixwebawer di vê rê de dimeşin.
Bi vê wateyê, bi coşa pêşengiya li berxwedana ku bi dirûşma ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê rizgar bikin’ me daye destpêkirin, bi baweriya ku li hundir û derve ya helkehelk li têkoşîna xwe ya bi hêza gel zêdetir asê bibin û bi ser bikevim.
Bi vê baweriyê bi bêrî û hezkirineke ku naqede we hembêz dikim, ji dilê we yê şoreşger bi hezaran caran maçî dikim.” AMED