Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Em ê astengiyan nas nekin û xwe bigihînin gerîla’

Meşa ‘Mertalên Zindî’ ya ji bo protestokirina dagirkeriya tirk ji Koyê ber bi Behdînanê ve destpêkiribû, rastî astengiya PDK’ê hat. Girse piştî çalakiya rûniştînê daxuyanî da çapemeniyê û gotin ku dê çalakiya xwe bidomînin û li dijî dagirkeriyê mil bidin mile gerîla

Îro Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo piştgirîdayîna berxwedana gerîlan a ji bo parastina xaka Kurdistanê û protestokirina dewleta tirk meşa ‘Mertalên Zindî’ ji Koyê ber bi Behdînanê ve dabû destpêkirin. Di meşê de ji derveyî ciwanan jin û welatiyên ji gelek herêman hatibûn jî tev li çalakiyê bûn. Lê meşvan, 2 km nêzî nuqteya kontrolê ya asayîşa PDK’ê hatin astengkirin,  PDK’ê hêz şand pêşiya meşvanan û destûr neda derbas bibin.

Li gorî berpirsên asayîşê agahî dabûn, heya Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav destûrê nede, ew nikarin destûrê bidin, çalakvan derbas bibin. Tevî hemû hewldanên meşvanan jî, destûr ji aliyê asayîşê û walîtiya Hewlêrê ve nehate dayîn ku çalakiya ‘Mertalên Zindî’ dijî dagirkeriyê berdewam bike.

Piştî çalakiya rûniştinê ya nêzî 2 saetan meşvan di derdora saet 16.00’an de daxuyaniya çapemeniyê dan û diyar kirin wê çalakiya wan li deverên cûda berdewam bike.

Berdevkê Ciwanên Welatparêz Agir Kurdistan bi navê meşvanan axivî û biryarê ragihand. Agir Kurdistan diyar kir ku armanca meşa wan a ber bi Behdînanê ve protestokirina dagirkeriya tirk bûye û dixwestin mil bidin milê gerîla li dijî dagirkirina Kurdistanê bisekinin.

Agir Kurdistan li ser astengiya hêzên PDK’ê jî wiha got: “Ev astengiya PDK’ê dide nîşan ku hemahengiya hêzên navxweyî li gel dewleta tirk heye. Ev jî beşek ji dagirkeriyê ye. Bêdengiya li beramber dagirkeriyê xiyanet e, lewma em li dijî xiyanetê helwest digirin.”

Agir Kurdistan da zanîn dê çalakiyên xwe berdewam bikin û heya dagirkerî hebe, dê mil bidin milê gerîla bi dagirkeran re şer bikin.

Piştî daxuyaniyê meşvanên ‘Metalê Zindî’ dirûşmên, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û ‘Bimre xiyanet’ berz kirin. KOYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar