Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...
Çarşamba - 4 Aralık 2024

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Em ê baş şer bikin û teqez encam bigirin

Ez xwedî rêgez û baweriyê me. Bi qasî ku min hêza xwedîderketina hemû jinan û hêza hezkirinê nîşan da, li ser mêrxasiyê jî ez serdest im. Di mînaka xwe de bi hemû partiyiyan ve, bi qasî hêza xwe bibine hêza çareseriyê ku ji bo xelasbûna ji dojehê piştgiriya xwe çêbibe. PKK, ji hemû aliyan ve tevgera mêrxasiyê ye. Ji vî alî ve hatina we hindekî mêrxasî ye. Înkarkirina vê yekê ne gengaz e. Lê belê em ê ji bîrnekin ku serkeftin mêrxasiyê dixwaze. Destpêk têr nake, ji bo encamê pêwîstiya me bi şervanên mezintir û mêrxastir heye. Ez hêvî dikim hûn ê hêza vê nêzîkbûnê nîşan bidin. Ger hûn nîşan nedin jî, ez zêde teng nabim. Lê belê ji bîr nekin ku ez ê biryar û hewldanên xwe bihêztir bimeşînim. Di vê çarçoveyê de tiştên pêwîst ku ez di we de nebînim, we efû nakim. Çi pêwîste were kirin, wê nîşan bidin. Li vî tiştî balê bikişînin, gelekî bihizirin û li ser vî bingehî bi partiyê ve werin girêdan. Li ser we ev qas sekinandina me bêsedem nîne. Bersiva we nebe, meş çênabe.
Dema ku dirêjiyên dijmin û hindekên di nava me de bi israr ji înkarkirina nasnameya me dest pê bikin û destdirêjiya nirxên me yên jiyanî bikin û bixwazin van biperçiqînin, teqez e bersiveke me jî dê li hemberî van hebe. Emperyalîzm ev qasî bihêz e, li her derî serdest bûye. Ez ji vê bawer dikim, lê belê tu caran min bawer nedikir ku ez li hemberî vê tune me. Bi me keniyan, dibe ku me jî di çalakiyên xwe de derfetên serkeftinê nedît, lê belê ez ji vê bawerim di çalakiya gotina rast a destpêkê de yek-du gavên serkeftî esas e. Van tiştan hemûyan em anîne vê astê. Dibe ku hindekî din bihêz bin, lê belê ez bawer nakim ku weke berê ew tiştên ku dixwastin, li ser me ferz bikin di vê wateyê de ew rastiya ku em gihiştine, rastiyeke vala nîne. Bûye malê gel û hatiye rewşekê ku herî zêde bala dinyayê dikşîne.

Em li ser pergalê gelekî rawestiyan, tevî hemû van rexneyan em ewle ne ku me ya herî rast bi dilnizmî kiriye. Pêwîste serkeftina me biçuk neyê dîtin, di hemû partiyiyan de ‘ku hêjmar zêde girîng nîne’ tişta tê hêvîkirin jî ev e. Ger hûn zêde girêdayî bimînin, em ê vî karî bimeşînin. Pêwîste mirov xemgîn nebe û têk neçe, pêwîste hûn kêfxweş bin. We derfetên nêzîkbûna kesayetên pêvajoyên wiha dîtiye. Ev kesayet naxapîne û ger rast vedibêje, dikare serkeftina mezin bi dest bixe. Kesayeta ku fetih dike, balkêş e. Kesekî ku vî tiştî qebûl nake nîne. Dijminê ku derketiye hemberî vê binketiye. Ev tiştekî baş e. Tê wateya ku di vê riyê de xwe fedakirina jiyanê ji mînakên pîroz di hemû pêvajoyên dîrokî de ku mirovahiyê jê derxistiye yekî ji wan temsîl dike.

Ma hilbijartineke din heye? Mirov ji taybetmendiyên xwe yên civakî û netewî dûr xistine. Vî tiştî têr nabîne, dixwaze mirovahiyê bixe bin erdê. Cihekî ku mirov biçe nemaye. Cihekî ku nehatiye çewisandin nemaye. Helbet piştî vê rewşê dê mezin were lêyîstin û mezin were şerkirin. Ev tiştê ku li we têne ferzkirin in. Weke dinê hûn xwedî derketinê nikarin bihizirin. hûn ji pirsgirêkên xwe yên malbatî, dê, bav, hevjîn, dost û evîndarê xwe zêdetir tiştekî din nikarin bihizirin. Ev şoreş ji bo vê yekê çêdibe, şehadetên mezin, zehmetiya mezin ji bo vê ye. Em li koşeya herî jor a dojehê bin jî, em ê bisekinin, sebir bikin, şer bikin û gav biavêjin. Me ji bo vê xwe avête holê, hûn hatin û tevlî bûn, lê belê em jî dibêjin pêwistiya vê tevlîbûnê jî ev e. Li ser vê bingehê em ê xwe bidine şerê piştî wê. Tiştê ku ez dikim ev e. hûn jî ger bixwazin vî tiştî bikin. Ez jî weke şervanekî dilnizim dixwazim jiyana xwe bi îradeyeke azad û bihêz berdewam bikim. Dema ku kesek nebû jî, dîsa min ev yek berdewam kir. Niha gelek hevalên me hene û dîsa ez berdewam dikim. Tişta ku ez dixwazim, hêzdayîna me ya hev e.

Ez bawer dikim ku rêhevalên me yên jin, ne çavkaniya lewazkirina têkoşînê ne, çavkaniya hêzê ne û misoger ez dixwazim bi wî rengî nêzîkî we bibim. Dixwazim we zêdetir nas bikim, weke çavkaniyeke hêzê binirxînim. Ew ê jî dê xwe bibînin, weke xwediyên hêza herî mezin di bingehê rast de tevlîbûnê bizanibin. Di van hemû mijaran de gihîştina feraseta mezin, hember sekinandina pergala kapîtalîst-emperyalîst û afirînên wê yê dagirker-faşîst bersiva herî mezin e. Di kesayeta me de bersivdayînên ku narûxin ji bo van tiştan dê berdewam bike.

Em herin ku derê jî, em kîjan çekê bigrin destên xwe jî, di kesayeta we hemûyan de em ê baş şer bikin û teqez encam bigrin. Di cewherê PKK’ê de ev yek heye.

Nûçeyên Têkildar